'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'

AMED - Şanoger Şîrîn Alma ku beşdarî mihrîcana şanoyê ya Amedê bû, piştî 33 salên sirgûnê got: "Çawa ku em yekitiya gelê Kurd dixwazin, ger em karibin yekitiya hemû hunermendan pêk bînin, wê şanoya Kurdî jî bibe asoya gelê Kurd."

Ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd bi hezaran rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û welatî hatin qetilkirin, girtin û sirgûnkirin. Kurdên li sirgûnê ji bo ziman, çand û hunera xwe biparêzin û zindî bihêlin têkoşîneke mezin didin. Yek ji kesên ku neçar ma koçî Ewropayê bike lîstikvana şanoyê Şîrîn Alma ye. Şîrîn Alma ku di sala 1992'yan de neçar ma li sirgûnê bijî, di sala 1994'an de dest bi karê şanoyê kir. Alma ku di gelek qadan wekî lîstikvanî û derhêneriyê de xebitî, piştî 33 salan ji bo 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê hat Amedê.
 
Alma, pêşveçûna şanoya Kurdî nirxand û got ku wan di bin siya akademiya çand û hunera Kurdî de komeke şanoyê ya bi navê Ehmedê Xanî ava kiriye. Alma, da zanîn ku wan di navbera salên 1993-95’an de bi gera bajarên Ewropayê dest bi xebatên xwe kirine û heta sala 2000’î xebatên xwe yên şano û skeçê berdewam kirine. Alma got: "Me li gorî wê serdemê şano dikir, lê şanoya Kurdî ne şanoyek bû ku em bibêjin bi vî rengî, li ser vê bingehê were meşandin. Piştî sala 2000'î hem ji aliyê telekomunîkasyon û hem jî ji aliyê dîjîtal ve nêrînên me berfirehtir bûn. Me mamosteyên hêja amade kirin. Me çawa dramaturjî dixebite, çawa pantomîma dixebite, me ev dan ber hev. Me fêhm kir ku şano dayika hemû huneran e. Me ji sifirê anî asteke din. Niha ez lê dinirêm, şanoya Kurdî di asteke din de ye. Em bi vê serbilind in." 
 
'JIYANEKE KURDEWARÎ'
 
Alma, da zanîn ku li Ewropayê di şanoya Kurdî de yekemîn in û ji ber vê yekê ditirsiyan ku tiştekî xelet bikin û got: "Lê wisa bû ku me xwe gihand 4 parçeyên Kurdistanê. Tirsa ku em tiştekî xelet bikin barekî giran bû. Dezavantaja me ew bû ku em li dîasporayê bûn, em ji welêt dûr bûn, em ditirsiyan ku em ê çawa bidin naskirin. Her welat ji xwe re xetekê diyar dike. Lê em ji ber ku bênav bûn û bê welat bûn, me bi piranî li xeteke li ser esasê şoreşê û jiyaneke kurdewarî ava kir."
 
Alma, anî ziman ku pirsgirêkên ji ber pirsgirêka kurd bandorê li ser şanoyê jî kirine. Alma bal kişand ser astengiyên li Tirkiye û Kurdistanê jî got: "Naxwazin tu bi zimanê xwe û çanda xwe bijî. Ger tu hunereke xurt û şanoyeke bibandor çêbikî, kes nikare li ber wê lehiyê bisekine. Li ku derê dibe bila bibe wê bandorê li ser gel bike. Ev rastiyek e. Şano, têkoşîn divê. Her demê, li her derî... Gava tu li kuçeyê bişemî jî, divê tu şanoyê bikî. Divê tu tim bitêkoşî." 
 
BERPIRSIYARIYA HUNERMENDAN
 
Alma, bal kişand ser banga "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de kir û got: "Eger hûn hunermendê gel bin, divê hûn ji vê têkoşînê dûr nemînin, divê hûn tê de cih bigirin. Bi salan e ji bo gelên Rojhilata Navînê têkoşînek tê meşandin. Em jî wekî şanoger ji vê ne dûr in. Daxuyaniya Sibatê bandoreke mezin li me jî kir. Wekî şanogerekî kurd ez xwe berprisiyar dibînim. Ez amade me çi bikeve ser milê min bikim. Ez dixwazim bangawaziyê fêm bikim û bigihînim hemû gelan. Ev bangawazî bangawaziyeke girîng e. Divê her kes xwe berpirsiyar hîs bike. Berprisiyarî dikeve ser milê hunermandan û siyasetmedaran. Divê hunermend xwe berpir hîs bike."
 
Alma, di dawiya axaftina xwe de got: "Çawa ku em yekitiya gelê Kurd dixwazin, ger em karibin yekitiya hemû hunermendan pêk bînin, wê şanoya Kurdî jî bibe asoya gelê Kurd."
 
MA/ Rûkiye Payîz Adiguzel 
 

Sernavên din

13:21 Ji bo hunermend Pinar Aydinlarê biryara tehliyeyê hat dayin
13:18 Di doza faîlên wê leşker de dozger nexwest ceza were dayin
12:59 Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
12:50 Bakirhan: Kongreya PKK’ê ji bo çareseriya demokratîk firsend e TÊ NÛKIRIN
12:25 Sozdar Avesta: Encamgirtin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e
12:15 Eşber Yagmûrderelî: PKK’ê gaveke mezin avêt, niha dora dewletê ye
12:04 Girîngiya pêvajoya li Rezanê ji esnafan re hat vegotin
11:51 Navenda Bangê bi Kurmancî dest bi xizmetê kir
11:45 Di 13 salan de tenê 148 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin
11:34 Gera Trump a Rojhilata Navîn dest pê kir
11:32 Xelkê Amedê: Divê Abdullah Ocalan teqez azad bibe
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Besê Hozat: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
10:56 Kaytan û Altûn dê li Stenbolê bên bîranîn
10:49 Dogu Ergîl: Êdî hincetên dewletê ji holê rabûn
10:48 Karayilan: Divê di qanûnan de guhertin bên kirin
10:25 Dayik, bav û zarok li heman polê zimanê xwe hîn dibin
09:49 Kartal: Perspektîfa pêvajoya nû sosyalîzma civaka demokratîk e
09:42 Bayramoglû: Pêvajo hêj nû dest pê dike, divê dewlet gavan biavêje
09:26 'Divê Wezareta Dadê mudaxilî pêvajoyê bibe'
09:19 Ji gotina 'Kurdistan mêtingeh e' ber bi damezirandina PKK'ê ve...
09:15 Dayikên Aştiyê: Bila dewlet gav biavêje
09:14 Li Zozana Şivişkiyê dema berhevkirina pincarê
09:14 Nivîskarên Kurd: Yekane armanca me parastina ziman e
09:00 ROJEVA 13’Ê GULANA 2024’AN
12/05/2025
22:04 Iraqê: Em piştgirî didin biryara PKK’ê
22:03 Ji Amerîkayê daxuyaniya ji bo biryara PKK'ê
21:45 Mazlûm Ebdî: Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke aştiyane li herêmê veke
21:32 Bafil Talabanî: Ji bo serketina vê gava dîrokî çi ji destê me bê em ê bikin
20:37 Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye
16:25 Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
16:01 Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin
15:31 Alp ê CHP’î: Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd
15:22 Wezîrê Dadê Tunç: Meşa di rêya demokrasiyê de bi gavên pêbawer didome
15:20 Elîaçik: Piştî gava dîrokî ya PKK’ê divê dewlet ji bo statûya hiqûqî gav biavêje
15:17 Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e
15:16 Ayşegul Devecîoglû: Divê em zorê bidin îktîdarê ku gavan biavêje
15:05 Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye
14:51 Li Rihayê ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin
14:50 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin
14:06 Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye
14:05 Li Amedê bager rabû
14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin