Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocaaln derket pêş. Her wiha girtina Ekrem Îmamoglû hate şermezarkirin. 

Îro li 19 navendên cuda pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş. Her wiha girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate şermezarkirin. 
 
AYDIN  
 
Li Taxa Osman Yozgatli ya navçeya Efeler a Aydinê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de pankartên “Rewşa me biqudret e”, “Tu çîçeka hêj venebûyî ya biharêyî Kemal” û “Newroz roja zayîna gelê azad e” hatin daliqandin. Qad, bi alên DEM Partiyê hate xemilandin. Piraniya beşdaran jin û ciwan bûn. Beşdaran gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. 
 
Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên Bajar Husnu Taş û Şukran Sari cejan welatiyan pîroz kir. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û got ku divê îktîdar gavan biavêje. 
 
JI YAVAŞ RE GOT: KINCIR TU YÎ!
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî got: “Em tevek piştgiriyê didin paradîgmaya civaka demokratîk a birêz Ocalan daye destpêkirin.” Sakik, ertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Em hem ji bo Amedê hem jî ji bo Stenbolê demokrasiyê dixwazin. Destê xwe ji ser îradeya gel vekişînin. Bihêlin bila gel xwe bi xwe birêve bibe. Di demeke ku em li dijî her cureyên neheqiyê têdikoşin de şaredareke nezan radibe ji nirxên gelê Kurd re dibêje ‘kincir.’ Kincirê herî mezin tû yî. Tu karê me bi derdorên nîjadperest re nîne lê heke neheqî were kirin jî em ê li dijî wê bisekinin.” 
 
Pîrozbahî bi stranên koma Sorjiyanê bi dawî bû. 
 
TEKÎRDAG
 
Li qada navçeya Ergene ya Tekîrdagê jî Newroz hate pîrozkirin. Qad, bi filamayên rengîn ên bi nivîsa "Newroza azadiyê pîroz be" hate xemilandin. Welatiyan bi alên DEM Partiyê, al û flamayên kesek, sor û zer Newroz pîroz kirin. Gelek malbat tevî zarokên xwe tev li bûn. Bi hezaran kesan beriya bernameyê li ber stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyan de gelek carn dirûşmên “Newroz pîroz be”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Nûnerê Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fahrî Koçan di pîrozbahiyê de got: “Faşîzma qesrê mafê bijartin û hilbijartinê paşguh dike. Ji bo l dijî vê em aştiye birûmet û têkoşînê mezin bikin li qadên Newrozê ne.”
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî got: “Birêz Ocalan, xwest pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Divê em piştgiriyê bidin banga birêz Ocalan. Hemû dinyayê guh da vê bangê. Ew bang îro di ruh û dilê me de şîn dibe. Birêz Ocalan gavek avêt û divê dewlet jî gavan biavêje ku aştî çêbibe.” 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre jî ji hunermendên NÇM’ê Baran Bozyel derket ser dikê. Welatiyan li ber stranan govend gerand. 
 
ÇANAKKALE 
 
Li Taxa Esenlerê ya Çanakkaleyê jî agirê Newrozê hate vêxistin. Welatiyên ku di saetên serê sibehê de hemû amadekariyên xwe temam kirin, hatin qadê. Piraniya beşdaran jin û ciwan bûn. Li qadê rengên kes, sor û zer derketin pêş. Li qadê gelek caran dirûşmên “Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Hayrettîn Pîşkîn anî ziman ku Newroz bi têkoşîna gelên bindest teşe girtiye. Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Fîkret Melîh Çolakoglû jî anî ziman ku divê aştiya civakî pêk were û got: “Şer hêsdan e lê aştî gelek zor e. Em li gel wê ne ku ev pêvajo û aştî bidome.” 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak jî wiha got: “Bêguman em wisa bi hêsanî negihiştin van rojan, encama ked û bedeleke giran e. Îro bi boneya Newrozê bi milyonan kes li Kurdistanê li qadan e. Li Tirkiyeyê bi milyonan kes li qadan e. Bi milyonan kes xwedî li banga birêz Ocalan derdikevin. Wateyeke dîrokî ya Newroza îsal heye ji ber ku banga birêz Ocalan heye û xwedîderketine heye. Banga dîrokî ya birêz Ocalan, hemleya aştiyê ya hemû gelên li vê xakê ne.” 
 
SEMA YUCE HAT BIBÎRANÎN
 
Di heman demê de dayika Sema Yuceyê ku 21’ê Adadra 1998’an de bedena xwe şewitandibû û jiyana xwe ji dest dabû jî li ser telefonê beşdarî pîrozbahiyê bû û Newroz pîroz kir. Welatiyan jî dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahî bi stranên Emozan, Koma Serhat û Koma Roj û bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
XARPÊT/QOVANCIYAN 
 
Li Qada Şaredariyê ya navçeya Qovancilar a Xarpêtê jî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Welatiyên ku rûyê xwe bi rengên kesk, sor û zer boyax kirin, cejna xwe pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu di pîrozbahiyê de axivî û got: “Bi saya biryardariya me ya ji bo nasname, bawerî, demokratîkbûn û jiyana wekhev îro li Rojhilata Navîn, Tirkiye, Kurdistan, Ewropa û li her devera cîhanê Newroz tê pîrozkirin.” Ayten Kordu, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ew piştgiriyê didin. Pîrozbahî, bi govenda li dora agirê Newrozê hatin gerandin bi dawî bû. 
 
SÊRT
 
Komeke ciwanan li navçeya Misircê ya Sêrtê li Çiyayê Gurdilayê agirê Newrozê vêxistin. Ciwanên ku li dora agir govend gerandin, Newroz bi avêtina fîşekên hewayî pîroz kirin. 
 
HATAY
 
Li navçeya Îskenderûn a Hatayê jî Newroz li Taxa Yildirimtepeyê hate pîrozkirin. Welatî, bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li bûn. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Pîrozbahî bi stranên hunermendên herêmî dest pê kir û welatiyan li dora agir govend gerandin. Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mertcan Tîtîz bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got ku divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin ku bikare pêvajoyê birêve bibe. Tîtîz, bertek nîşanî girtina Îmamoglû jî da û got ku dê li dijî neheqiyê bêdeng nemînin 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî anî ziman ku polîtîkaya înkar û redkirinê didome û ew ê li dijî vê têbikoşin. 
 
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
MEREŞ/ELBISTAN
 
Navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Elbistanê ya Mereşê jî qada li Taxa Cumhuriyetê bû. Gelek kes tev li bûn. Hevserokên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan welatî silav kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo di pîrozbahiyê de polîtîkayên îktîdar şermezar kir. Ceylan Akça Cupolo, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman jî da û got: “Em ê nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûman bidomînin.” 
 
Pîrozbahî, bi stranên hunermendan û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
DENÎZLΠ
 
Pîrozbahiya Newrozê ya Denîzlîyê li qada bazarê ya li navçeya Pamukkaleyê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Hevserokên DEM Partiyê yên bajar Cevahîr Kayar û Enîs Oge Newroza gel pîroz kirin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş di pîrozbahiyê de got: “Divê nasnameya gelê Kurd were naskirin û tayînkirina qeyûman bi dawî bibe. Şer bi tu kesan nade qezenckirin, berevajî vê dide windakirin. Bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiye dijî, neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Barê me giran û rêya me dûr e. Em ê rê nedin wan kesên dixwazin vê pêvajoyê veguherînin pêvajoya şer.” 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî bertek nîşanî girtina Îmamoglû da. Firat, got: “Em vê zilmê qebûl nakin û şermezar dikin.” Firat, wiha domand: “Hêvîdarin ku banga birêz Ocalan cihê xwe bibîne. Erdogan, niha her kesên mîna wî nafikirin digire. Li ser me tevan berpirsyartiyeke mezin heye.” 
 
Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahî, bi stranên Hozan Şervan û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
MÛGLA
 
Li Otoparka kevin a li navçeya Datçayê ya Mûglayê jî pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî", “Bijî Serok Apo" û “Bijî biratiya gelan” hate berzkirin. Li gel siyasetmedarên CHP’î, ji rêxistinên ekolojî û jinan jî gelek kes tev li bûn. Jinan, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî aştî” berz kirin. Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Hevserokên DEM Partiyê yên Mûglayê Bêrîvan Yilmaz û Mehmet Kaa Newroza gel pîroz kirin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr bertek nîşanî hedefgirtina “Lihevkirina Bajar” da. Nejla Demîr, got: “Em ber bi rizgariyê ve dimeşin. Civaka demokratîk dê bibe rizgariya hemû kesî.” 
 
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
BURSA 
 
Li Qada Bazarê ya Arabayatagi ya navçeya Yildirimê ya Bursayê jî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Li qadê pankartên “Ji bo aştiyeke adilane û demokratîk bijî Newroz”, “Niha dema aştiyê ye” û “Reberê azad, azadiya gel e" hatin daliqandin. Her wiha girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Jin, jiyan, azadî" û “Hezar silav ji Îmraliyê re” berz kirin. Jinên ku bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn, bi tililiyên xwe rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Babetna û koma muzîkê ya herêmî derketin ser dikê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî di pîrozbahiyê de bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û anî ziman ku ev bang banga pêkvejiyanê ya hemû gelan e. 
 
Eren, anî ziman ku nifteya aştiya Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Birêz Ocalan bi banga xwe ya dîrokî berpirsyartiyeke mezin li xwe girt. Divê dewlet jî gavan biavêje. Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan were rakirin, şert û mercên azadiya fîzîkî bên avakirin.” 
 
KONYA
 
Pîrozbahiya Newrozê ya Konyayê li Bazara Sêşemê ya li Taxa Işiklarê hate lidarxistin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li bûn. Di pîrozbahiya bicoş de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" û "Newroz pîroz be" hatin berzkirin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp di pîrozbahiyê de bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û got: “Banga birêz Abdullah Ocalan berpirsyartiyeke mezin dixe ser milê me tevan. Jinên hêja, birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘aştiya herî xweşik jin ava dikin.’ Em li vir soz didin ku dê bi hev re aştiyê ava bikin.” 
 
Pîrozbahî, bi vêxistina agir û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
ESKÎŞEHÎR 
 
Pîrozbahiya Newrozê li Qada Cumhuriyetê hat lidarxistin. Pîrozbahî di danê nîvro de dest pê kir. Ciwanên ku bi tîşortê nivîsa “Kurdistan”ê xwestin bikevin qada pîrozbahiyê, ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê rageşî derket. Jin û ciwan bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Parlamentera DEM PAartiyê ya Amadê Adalet Kaya di pîrozbahiyê de got ku gelê Kurd ev sed sal in ji bo hemwelatiya wekhev têdikoşe û got: “Hûn li vir koçber in û mixabin we ji neçarî xaka xwe terikandin. Roj roja wê ye ku em li ser vê xakê wekhev, azad bijîn.” 
 
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî bal kişand ser gotina Erdogan a “Bila Newroz bibe roja aştî û biartiyê” û got ku ev gotin fêkiya ewil a banga Aştî û Civaka Demokratîk e. 

Sernavên din

08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket