Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike

  • rojane
  • 14:32 19 Sibat 2025
  • |

WAN - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di çalakiya protestokirina qeyûm  a li Wanê de axivî û wiha got: “Qeyûm dê nekarin hêvî û baweriya gel bişikînin. Divê hemû gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bikin.”  

Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li pêşiya Wan MALL Wan’ê daxuyanî hate dayin. Bi beşdariya Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan daxuyanî hate dayin û gelek nûnerên partiyên siyasî û welatî jî tev li bûn. Girseyê gelek caran dirûşma “Qeyûmê diz ji Kurdistanê bicehime”, “Gelê Wanê li vir e li cem îradeya xwe ye” û “Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal rûmeta me ne” berz kir. 
 
ÎŞKENCE LI CIWANAN HATE KIRIN  
 
Parêzer û Hevserokê DBP’a Wanê Cemal Demîr ewil axivî û wiha got: “Dayiken Aştiyê û bi rûmet, di 11’ê Sibatê de 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li dijî qanûnê ceza li hevşaredarê me yê Wanê birî. Bi vê yekê rêya qeyûm vekirin. Em her dem dibêjin; dadgeha ku biryar da ne dadgeh bû. Berê biryara xwe dabûn. Maskeya dadgeriyê xistin rûyê xwe. Di esasê xwe de ew ne dadger in. Ew karmendên desthilatê ne. Desthilat çi bibêje ew li gorî wê biryarê didin. Ji 11’ê mehê û şûnde gel li vîna xwe xwedî derket. Birêz Abdullah Zeydan gotibû ‘Vîna mirovan rûmeta mirovan e.’ Vîna gelê me rûmeta me ye. Em ê li her derê û her dem biparêzin. Em dibînin ku îro ji her derê polîs anîne Wanê û bajar dagir kirine. Şaredarî dagir kirine. Ev li dijî hiqûq û mirovahiyê ye. Ev ne zagonî ye. 
 
Gel û ciwanên me dirûşmên herî rewa berz bikin jî wekî tawanbarî qebûl dikin. Ciwanên me rastî tundî û îşkenceya polîsan tên. Ciwan dibêjin ‘Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e.’ Em jî her dem û li her derê dibêjin Qeyûm talan e û berxwedan jiyan e. Di vê berxwedanê de em dibîn ku polîs êrişî ciwanên me dikin û îşkence li wan dikin. Heta niha polîsan zêdetirî 400 kes binçav kirin. Zêdetirî 90 kes rastî îşkenceya polîsan hatin. Ji wan nêzî 56 kes zarok in. Zêdetirî 40 kes girtin û şandin zindanan. ÎHD, OHD, TÎHV û Baro dê encama van îşkence, girtin û binçavkirinan bi raya giştî re parve bike. Gelê me tu carî radest nabe. Dê roj bê ew ê xwe bispêrin merhameta gelê me. Dê roj bê ev kesên neheqiyê dikin dê xwe bispêrin edaleta gelê me.”
 
‘DIXWAZIN BI DESTÊ QEYÛMAN TALANÊ PÊŞ BIXIN’
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî di daxuyaniyê de wiha got: “Ev salek e hûn li ser piyan in. Salek e hûn dîrokê dinivîsin. Hûn dîroka berxwedana xwedîderketina vîna gel dinivîsin. Ev ne tenê xwedîderketina gelê Wanê ye. Ev kesên îro qala sindoqan û rewabûna vîna gel dikin, divê baş li Wanê binêrin. Divê baş li vê berxwedanê binêrin. Me wekî gelê Kurd gelek tişt dîtin. Em hema wisa ji rêzê nabêjin ‘Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e.’ Ji bo me her dem û her der bûye berxwedan. Afirandin ne tiştekî hêsan e. Em dixwazin jiyanek nû biafirînin. Em dixwazin aştî û lihevhatinek mezin bidin destpêkirin. Em dixwazin wekî gelê Kurd bibin pêşengê vê lihevhatinê. Bibin pêşengê vê aştiya bi rûmet û mayinde. Lewra îro sekna we ne tenê sekna Wanê ye. Gelê Tirkiyeyê divê peyama Wanê baş bibihîze. Bi rêya qeyûman dixwazin li Wanê talanê pêş bixin. Berê jî me gotibû ev qeyûm ne tesadûfî ye. Ji dîrokê heta niha li ser gelê Kurd serdestî û zordestî hemû polîtikayên înkar û îmhayê herî zêde li ser gelê Kurd pêş ketiye. Hemû tiştên înkar û îmhayê, sirgûnkirin û girtinê bêtir li ser gelê Kurd pêş ketiye. 
 
GELÊ KURD DIXWAZE PEYMANEKE NÛ ÇÊBIKE
 
Heke li welatekî zilm hebe, gelek tune bê hesibandin, gelek bindest be, ev gel li vî welatî ne azad e. Heke gelê Kurd xwe wekî hemwelatî nikaribe bihesibîne, sedema vê yekê polîtîkayên dewletê ne. Îro em dixwazin li vê kolanê bi awayekî demokratîk dengê xwe bilind bikin. Hûn bi rojan li vir in. We gelek sir û seqem, ba û bahoz dît. Lê we dîsa dest ji têkoşînê berneda. Em îro dixwazin bi hevre peymaneke nû li vî welatî çekin. Em dixwazin bi gel û baweriyên din re peymaneke nû çêbikin. Em dixwazin bi nasnameyên ku heta îro li ser vê axê tune hatine hesisandin re çüêkin. Em li heviya banga Rêzdar Abdullah Ocalan in. 
 
PEYAMÊN ABDULLAH OCALAN 
 
Em çima ji birêz Ocalan bawer in? Ji ber ku em dizanin. Me ceribandiye. Me di dîrokê de jî dîtiye. Herî kêm 30 sal in gelê Kurd û rêzdar Abdullah Ocalan jiyanek mayinde û bi serbilindî dixwazin. Dixwazin şer bi dawî bibe. Divê ev şer bi awayekî xelas bibe ku ev lihevhatina civakî bibe lihevhatina salane. Sed salên ku hatine windakirin, divê cereke din neyê windakirin. Ji ber vêyekê ev qonaq gelek girîn e. Divê em bi hevî û em bi coş bin. Divê me ji xwe bawer bin. 
 
VÎNA GEL BI SER HER TIŞTEKÎ RE YE
 
Baweriyên xwe neşkînin. Bi qeyûman nikarin baweriya me bişkînin. Wan ya me ye. Gelê Wanê beriya hilbijartinê digot dê her 14 şaredariyan bi dest bixin. We bi dest xist. Desthilatê 3 caran ev yek ceribandin lê encam negirtin. Vîna gel bi ser her tiştî re ye. Hêza herî mezin e. Tu hiqûq û bawerî nikare vîna gel bi vî rengî înkar bike. Divê em dest ji berxwedanê bernedin. Divê em ji xwe bawer bin. Em ê bêtir xwedî derkevin û bêtir xwe bi rêxistin bikin. Em ê li hebûna gelan xwedî derkevin. 
 
GELÊ KURD DÊ BI TÊKOŞÎNA XWE LÎSTIKÊN WAN PÛÇ BIKE
 
Serokkomar îro got ‘îtîbara sindoqan her tişt e û divê bên parastin.’ Lê sindoqên li Wanê hatin danîn û gelê wanê dengê xwe dan, îro vîna wan tune tê hesibandin. Îro îtîbara gelê Wanê nayê parastin. Kesên li erdnîgariya Kurdistanê deng dane hûn dengê wan û vîna wan înkar dikin. Li tevahiya Tirkiyeyê li tu bajarî wekî bajarê Wanê vînek wisa xurt derneketiye. Ev dîrok e. Dewletê bi hemû derfetên xwe seferber kir. Lê dîsa nekaribû şaredariyê bi dest bixe. Em bawer in gelê Wanê dê li vîna xwe xwedî derkeve. Kesên dixwazin bi girtin, binçavkirinê çareser bikin, derê wan ne çareserî ye. Lîstikên wan ên biçûk dê encam negirin. Gelê Kurd tê bi têkoşîna xwe lîstikên wan pûç bikin. Kesên em bi hevre rê diçin kezaba tevan şewitî ye. Îro kesên ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin nikarin azad xwe bi rêxistin bikin. Nikarin azad xwe bi rêve bibin. Ev meseleya welatekî û Tirkiyeyê ye. Divê ev mesele çareser bibe. Ev mesele çareser nebe, em ê nikaribin rê li pêşiya qeyûman bigirin. Dê qeyûm li hemû bajarên Tirkiyeyê belav bibin. Divê hemû kesên xwe wekî parezvanên mafên mirovan bibîne, bibin yek û têbikoşin. Em ji we bawer in.”
 
Piştî daxuyaniyê, girse heta avahiya DBP’a Wanê meşiya. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” û “Neslîhan Şedal rûmeta me ye” hatin berzkirin. 
 
 

Sernavên din

09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket
12:06 Li Xana Axparê navê Onder li cadeyekê hate kirin
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Her kes berpirsiyarê ziman e’ derket
11:40 Dema binçavmayinê ya êrişkar Tengîoglû dirêj kirin
11:36 Serdanên ji bo şîna Onder dest pê kirin
11:36 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 73.88’ê
TUÎK: Enflasyon derket ji sedî 48.73’yê
10:55 MKG’ê rapora xwe ya meha Nîsanê aşkera kir
10:42 Di 10 salan de tenê daxwazek qebûl kirin: Doz bêencam tê hiştin
10:17 DAIŞ’ê li Dêrazorê êriş kir
10:16 ‘Onder aştî weke wesiyet ji me re hişt’
09:50 Kesên tev li şîna Onder bûn: Em ê têkoşîna wî mezin bikin
09:47 Kesên teqawît di nava lepên krîzê de ne: Mûçe têra kirê nakin
09:27 AYM’ê ji bo girtina Songul Kapanci ya bi heman hincetê biryara binpêkirinê da
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2025’AN
08:53 Ciwanên Amedê ji bo Onder pankart daliqandin: Oxir be qasidê roja me
04/05/2025
19:34 Malbata Onder û DEM Partî dê sibe şînê danin
19:23 Amedsporê Adanaspor 4-0 têk bir
19:14 Gucenmez ê DEM Partiyî hate binçavkirin
19:10 DBP’ê êrişa li dijî Ozel şermezar kir
18:51 Cenazeyê Onder hate definkirin: Qasidê aştiyê nemir e
17:48 Ji bo xêzeromana Kurdî Gênco çalakî hat lidarxistin
17:42 Êrişên li dijî Elewî û Durziyan li Qamişloyê hatin protestokirin
17:28 Gezmîş, Înan û Aslan li Mêrsînê hatin bibîranîn
17:14 Şandeyeke Vatîkanê çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:24 Alîgirên Amedsporê Onder ji bîr nekirin: Baba Îshak nemir e!
16:18 Li Pasûrê protestoya GES’ê
15:56 Nîşeya Îmraliyê ya bi destnivîsa Onder derket holê
15:50 Ji bo Hasîne Tekînê mewlûd hate dayin