Komek rewşenbîrên misliman: Divê meclis berpirsyariyê bigire ser xwe

  • rojane
  • 13:03 13 Sibat 2025
  • |
img

STENBOL – Komek rewşenbîrên misilman têkildarî çareseriyên pirsgirêka Kurd axivîn û xwestin meclîs ji bo çareseriyê berpirsyariyê bigire ser xwe û bal kişandin ser xwedîderketina civakê ya ji bo pêvajoyê û diyar kirin ku ger xwedîderketineke xurt çêbibe dê pirsgirêk çareser bibe.

Komek rewşenbîrên misliman çend roj berê li Stenbolê derbarê pirsgirêka Kurd û nîqaşên ku tên meşandin de daxuyanî dan. Rewşenbîrên misliman ji bo pêkhatina aştiyê bal kişandin ser girîngiya makezagonê. Ji rewşenbîran Umît Aktaş, Dr. Fatma Akdokur ku ji Zankoya Îlahiyatê ya Zanîngeha Duzceyê teqawit bûye têkildarî nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn.^
 
‘EV SEDSAL BI PEVÇÛNAN DERBAS BÛ’
 
Umît Aktaş da zanîn ku di sedsala dawî de li Tirkiyeyê pirsgirêka herî girîng pirsgirêka Kurd e û wiha got: “Kurdan di şerê rizgariyê de û meclîsê de ligel Tirkan cih girtin û bi hev re komar ava kirin. Piştî avakirina komarê hêzên serdest kurdan  derveyî komarê hiştin. Ji ber ku Şêx Seîd li hemberî vê derket serhildan bi komkujiyan bi dawî bû. Her wiha Seyît Riza serî rakir û bi komkujiya Dêrsimê bersiv dan. Her wiha li dijî Kurdan polîtîkayên îskanê xistin meriyetê. Destpêka avakirina komarê de Kurd û Tirk bi hev re tevgeriyan lê piştre kurd wek rêheval nehatin pejirandin. Ev gihişt asteke wisa ku mafên kurdan ên bingehîn û zimanê wan nehat qebûlkirin û tune hatin hesibandin. Ev sedsal her bi pevçûnan derbas bû.”
 
‘ÎNKAR LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN E’
 
Umît Aktaş got ku divê li Tirkiyeyê rewşenbîr û nivîskar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tevbigerin û wiha axivî: “Dewamkirina vê pirsgirêkê li dijî mafê mirovan e. Hemû kesên ku ji bo mafê mirovan hesas in divê girîngiyê bidin vê pirsgirêkê. Înkarkirina civakekê li dijî mafê mirovan e. Gelek derfetên Tirkiyeyê di têkoşîna çekdarî ya li dijî Kurdan de hat xerckirin. Tirk û Kurd bi hev re êşa vê dikişînin. Pirsgirêka Kurd di destpêka avakirina komarê de ji aliyê bîrdoziya Kemalîst ve hat bi pêşxistin û li ser înkarkirinê xwe ava kir. Divê ev feraset ji holê were rakirin. Ger ev bîrdozî nebe civaka Tirkiyeyê dikarin bi hev re tevbigerin û bijîn. Tişta were kirin ew e ku divê polîtîka bên guhertin.”
 
Aktaş da zanîn ku di navbera gelan de pirsgirêk nayê jiyîn û pergala fermî ji bo hebûna xwe bidomîne gelan ji hev dûr dixe û wiha got: “Zarokên herdu aliyan jî tên kuştin. Derfetên herdu aliyan jî ji bo şer tê xerckirin. Divê hemû kes li dijî vê derkeve. Ji bo ev pirsgirêka civakî were çareserkirin em jî xwe wek berpirsyar  dibînin.” 
 
TEVLÊBÛNA CIVAKÊ YA PÊVAJOYÊ
 
Aktaş bibîrxist ku ji salên 1990’î vir ve ji bo çareseriyê hewldan hene lê bêencam dimînin û wiha axivî: “Di pêvajoyên 2012-2015 de hinek hevdîtin hatin kirin. Hinek kesên ku beşdarî pêvajoya ku dewletê dabû destpêkirin bûn hatin girtin û hinek jî bêyî girtin hatin darizandin. Wê demê ji bo ceza li van kesan neyê birîn qanûn hat derxistin, lê qanûn nexistin meriyetê. Ji ber ku Tirkiye dewleteke hiqûqê nîn e tenê bi qanûnan nayê rêvebirin. Divê dewlet û partiyên siyasî tevli pêvajoyê bibin. Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe de dibêje bila pirtiyên siyasî, meclis û saziyên civakî tevli pêvajoyê bibin. Divê civak berpirsyarî bigire ser xwe û meclis bi berpirsyarî tevbigere. Pirsgirêk tenê bi qanûnan û dewletê nayê çareserkirin. Ger civak tevli pêvajoyê bibe çareserî mimkun e. Ger tevlêbûneke baş hebe û civak piştgiriyê bide  dê pirsgirêk çareser bibe.”
 
MAFÊ PERWERDEHIYA ZIMAN
 
Aktaş got ku divê mafê Kurdan ên hatine desteserkirin bên dayîn û axaftina xwe wiha domand: “Ji van mafan ya herî girîng rakirina astengiyên li ser zimanê dayikê ye. Divê dewlet ji nav, tabela û xebatên rêveberiyên herêmî yên têkildarî ziman aciz nebe. Divê li dibistan ligel Tirkî bi kurdî jî perwerdehî were dayîn. Divê navê gund û bajaran ên hatine guhertin dîsa navê berê were dayîn. Pêwîst e dewlet dev ji feraseta zorbetiyê berde. Bi hezaran kes li girtîgehan bêyî hiqûq tên girtin û divê ji bo wan efûya giştî were derxistin. Lazim e li gundên ku hatine valakirin jiyan jinûve bê avakirin. Li welatê me sedemeke enflasyona xûrek jî valakirina gundên Kurdistanê ye.” 
 
CIVAK DIKARIN AŞTIYANA BIJÎN
 
Dr. Fatma Akdokur ku ji Zankoya Îlahiyatê ya Zanîngeha Duzceyê teqawit bûye û di heman demê de endama rewşenbîrên misilman e diyar kir ku hêzên emperyalîst jinûve Rojhilata Navîn dîzayn dikin û wiha axivî: “Gelê vê erdnigariyê hewl didin ku bi ol, ziman û çandên cûda bi hev re bijîn. Ev civakan dikarin bi rengek aştiyane bijîn. Em qebûl bikin jî, nekin jî Kurd hene û civaka Kurd di nav dewletan de hatine parvekirin û erdnîgariya wan hatiye tunekirin. Ligel van pêkanînan Kurd hebûna xwe didomînin. Her çiqas hûn bixwazin navê wê erdnîgariyê biguherînin, bixwazin biguherînin jî civak li wir jiyana xwe didomîne.”
 
Akdokur da zanîn ku dikarin li vê erdnîgariyê bi rihetê aştiyê pêk bînin û wiha axivî: “Kengê kêfa îktîdarê dixwaze aştiyê pêk bîne em wê nizanin lê wek gel em ê her tim aştiyê biparêzin. Ew bixwazin jî nexwazin jî em demildest aştiyê dixwazin. Ji ber vê yekê di van rojên dawî de hewldanên nûnerên civaka Kurd û Tirk hene û em jî dibêjin erê em ji bo aştiyê amade ne û piştgiriyê didin van hewldanan. Bêyî şert û merc divê di serî de civaka Kurd, Tirk û civakên din bi awayekî wekhev, azad û ewlehiya makezagonê de bi hev re bijîn û divê bingeha vê jiyanê bê avakirin.”
 
ROLA JINAN
 
Dr. Fatma Akdokur diyar kir ku di pêvajoyên aştiyê de jin xwedî  roleke girîng in û wiha axivî: “Aştî bi xwe bingeha xêr, başî û piştevaniyê ye. Jin jî sembolên vê ne. Dijberiya aştiyê şer e û bandora şer rasterast jiyana jinan badilhewa dike. Dema ez dibihîzim bombe diavêjin cihekî pir di bandora wê de dimînim. Yanê dema hûn bombe biavêjin çiyayekî tenê wî çiyayî bombe nakin. Hemû zindewarên li wî çiyayî tên bombekirin û tunekirin. Pirsgirêk çi dibe bila bibe divê em çareseriyên bêyî çek bibînin. Di şerên li Rojhilata Navîn de herî zêde jin mexdûr dibin. Li Sûriyeyê di êrîşên DAIŞ’ê de jinên êzidî hedef hatin girtin. Her wiha bi hezaran jin bi koçberiyê re rûbirû hatin hiştin. Ji ber wê yekê ji zilaman zêdetir divê jin li dijî şer  derkevin. Divê li vê erdnîgariyê aştî bibe tiştek jêveneger, hêvî û şêweyeke jiyanê. Em naxwazin hêviyên xwe taloq bikin. Berevajî wê divê wek şêweyek jiyanê em daxilî jiyana xwe bikin.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’