KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê

  • rojane
  • 10:26 31 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî sala nû ev peyam da: “Weke Tevgera Gel û Azadiyê, em diyar dikin ku nêrînên Rêbertiya me ku di rojên dawî yên sala 2024'an de mîna manîfestoyê ye, wê di sala nû de bibe pisûlayê me ya têkoşînê.” 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi boneya sala nû daxuyaniyek da. KCK’ê diyar kir ku baweriya wan heye di sala nû de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye û herêm demokratîk bibe, li herêmê û hemû cîhanê aştî û aramî çêbibe.
 
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: 
 
“Mirovahî û gelê me dikeve saleke nû. Sala borî li cîhanê, herêma me û welatê me Şerê Parvekirinê yê Cîhanê yê 3’yemîn kûr bû, bû sedema gelek windahiyên can û birîndariyan, belavî qadên nû bû û dom kir. Şer bi rengekî giran hemû mirovahî bandor kir. Birçîtî, têhnîtî, xwe negihandina derfetên tenduristiyê, xizanî, bêkarî, şert û mercên jiyanê hîn xirabtir bûn û belav bûn.
 
LI KURDISTANÊ PÊKANÎNÊN MÊTINGER HATIN PÊŞXISTIN
 
Dewleta Tirk a mêtinger û qirker, şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn weke yedek bi kar anî û ji bo tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, ti tişt nema ku pêk neanî. Tecrîda li ser Rêber Apo domandiye, li dijî gerîla bikaranîna her cure çeka kîmyewî domandiye, êşkenceyên herî giran jî di nav de li dijî girtiyên azadiyê pêk anî, mafên hiqûqî yên gerdûnî tune hesibandiye û her cure bêhiqûqî pêk aniye. Zextên li ser jinan jî hatine domandin, komkujî, girtin û destdirêjî êdî weke ku tiştekî ji rêzê ye hatine domandin. Bi taybetî tayînkirina qeyûm a li gelek şaredariyên bi hilbijartinê hatine ser kar, nîşan da ku bêtehemûliyeke mezin li hemberî mafê jiyanê yê gelê Kurd heye. Ev yek bûne pêkanînên mêtingeriyê yên herî berbi çav.
 
Bi geşedanên li Sûriyeyê re, çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê yên girêdayî hikûmeta Tirk a faşîst li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêkanînên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd de, zêdeyî sed hezar mirovên me ji cihên wan kirine, jin û zarok qetil kirine.
 
Êrişên li dijî gelê me û Tevgera Azadiya Kurdistanê, di esasê xwe de bi vê armancê tên kirin ku îradeya berxwedanê, hêvî û baweriya ji bo jiyana azad bişikînin. Berxwedana ku Rêber Apo di şert û mercên tecrîdê yên herî dijwar de raber kirî, berwedana lehengî ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî her cure çekên qedexekirî û teknîka pêşketî ya artêşa Tirk raber kirî, hemû hesabên hikûmeta faşîst têk birine. Em hemû şervanên azadiyê yên ku di vê berxwedanê de û li Kurdistanê şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em ê di bingeha mezinkirina têkoşînê de xwedî li bîranîna wan derkevin û em baweriya xwe ya pêkanîna serkeftinê tînin ziman.
 
Berxwedana gelê me, kedkaran û jinan a ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ nîşan dan nehişt ku hikûmeta mêtînger û faşîst bigihije armanca xwe. Bi taybetî jî pêngava 'Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî' ku Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê me bi dostên xwe re di asta cihanî de meşand, sînorên Kurdistanê derbas kir û gerdûnî bû. Ji bo tarîtiya ku dihat afirandin belav bike, rolekî mezin lîst û asoyeke mezin a azadiyê afirand.
 
Rêber Apo di 28’ê Kanûnê de li Îmraliyê bi heyeta DEM Partiyê re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin di encama sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê me û dostên me yên li Kurdistan û tevahiya cîhanê de, pêk hat. Di vê hevdîtinê de Rêber Apo li dijî tarîtiya ku tê ferzkirin, careke din bi berpirsyariyeke dîrokî nêrînên xwe yên pozîtîf, çareserî û nêrînên ku asoya hizir berfireh dike, nîşan da. Ligel çareseriya pirsgirêka Kurd demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, bi bawerî û îradeyeke mezin nîşan da ku aştiya adil li hemû cîhanê erkeke lezgîn e, ji bo gel, tevger, kedkar, jinan, hemû bawerî û çandan asoyeke nû ya azadî, hêvî û baweriyê ava kir. Rêbertiya me nêrînên xwe ji bo çareseriya pirsgirêkan di heft xalan de diyar kiriye, ev yek dihêle ku em weke tevger û gel hê bi hêvîtir nêzî sala nû bibin û erkên divê werin bi cih anîn ji bo me diyar kiriye.
 
Weke Tevgera Gel û Azadiyê, em diyar dikin ku nêrînên Rêbertiya me ku di rojên dawî yên sala 2024'an de mîna manîfestoyê ye, wê di sala nû de bibe pisûlayê me ya têkoşînê. Em bang li gelê xwe, hemû dostên xwe, hemû beşên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dikin ku li ser vê bingehê têbikoşin. Bi bîr û baweriya ku sala nû wê Rêber Apo azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye û herêm demokratîk bibe û aştî û aramî li herêma me û tevahiya cîhanê serwer bibe, em pêşî sersala Rêber Apo, hemû hevrê, jin û kedkarên ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin.”
 

Sernavên din

01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban