Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin

  • rojane
  • 15:36 3 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin “Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin” û ji bo sekinandina êrişan banga berpirsyartiyê li her kesî kirin. 

Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê li gelek bajaran daxuyanî dan û êriş protesto kirin. 
 
AMED
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê têkildarî êrişan li avahiya komeleyê ya Amedê daxuyanî da. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Halîde Turkoglu, hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Federasyona Komeleyên Hevgirtina Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Ruhê Kobanê em ê Rojava biparêzin” hate hilgirtin. 
 
Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey diyar kir ku komên çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin, zarok û kalan koçber kirin, sivîlan qetil dikin û dîl digirin. Raîfe Ozbey, wiha domand: “Em şer naxwazin. Bila dev ji vî şerî berdin. Bi tank û topan êriş dikin. Çi ji gelê Rojava dixwazin? Di vê de tu maf, hiqûq û edalet tune. Bila êdî aştî were dinyayê. Em şer qebûl nakin. Mirov tên qetilkirin. Ev nayê qebûlkirin, em qebûl nakin. Êdî bes e, bes e!”
 
Halîde Turkoglû ku pişt re mafê axaftinê girt, banga rawestandina êrişan kir.
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Daxuyaniya li Êlihê jî li pêşiya Navenda Kar a Nasiroglû hate dayin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên “Em li dijî şer aştiyê diparêzin” û “Bijî aştî” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Dayika Aştiyê Meyaser Akdag axivî û wiha got: “Divê gelê kurd ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê bibe yek. Ma qet wijdan tune ye? Çima xwîna mirovan tê rijandin, çima qetlîam tên kirin? Gel nabe yek lewma ewqas xwîn dirije. Bêdengî koletî ye. Ev koletî rê li ber komkujiyên nû vedike. Bila dayik êdî negirîn. Daxwaza me kurdan jiyaneke birûmet e û dê ji bo vê heta dawiyê li ber xwe bidin. Heke aştiyeke birûmet bixwazin, bila biçin Îmraliyê. Ji ber ku ji bo hemû gelan soza aştiyeke birûmet û jiyaneke aştiyane dide.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX
 
Meclisa Dayikên Aştiyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê daxuyanî da. Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên navçeyê piştgirî da daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye" hat hilgirtin û girseyê dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" berz kir. Li ser navê Dayikên Aştiyê Asya Tay axivî û anî ziman ku dewletên dibêjin em mafê mirovan diparêzin divê li dijî êrişan rawestin û wiha got: "Heke di rastiyê de jî mafê mirovan diparêzin çima li dijî van êrişan bêdeng in. Li wir zarok tên kuştin, jin tên kuştin. Gelek kes koçber bûn e. Heke mafê mirovan diparêzin bila vî şerî temaşe nekin. Daxwaza me li wan û hemû kesan ew ê ku li dijî vî şerî bisekinin û edî şerê li ser welatê me bi dawî bibe."
 
Emîne Alkiş jî bertek nîşanî bêdengiya dewletên navneteweyî da û daxwaz kir ku herkes li dijî şer berpirsyartiya aştiyê li xwe bigire.
 
CIZÎR
 
Meclisa Dayikên Aştiyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê jî daxuyanî da. Rêxistinên DBP û DEM Partiyên yên navçeyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Berdevka Dayikên Aştiyê Hatîce Baytûr axivî. Hatîce Baytûr bi lêv kir ku li ser gelên Rojava û Sûriyeyê êrişên dijwar hene û ev tişt anî ziman: “Rojava dilê Kurdistanê ye. Divê hemû kes li dijî van êrişan rabin ser pêyan. Em weke Dayikên Aştiyê divên edî bila şer bi dawî bibe û aştiyek pêk were."
 
Daxuyanî bi dirûşma, "Bijî aştî" bi dawî bû.
 
MÊRDÎN
 
Li Mêrdînê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayin û nûnerên partiyên siyasî û jinan piştgirî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji şer û dagirkeriyan re, aştî a niha” hate hilgirtin. Dayika Aştiyê Halîme Kaya di daxuyaniyê de anî ziman ku dewlet ji rexekî ji kurdan re destê aştiyê dirêj dike û li rexa din jî êriş dike. Halîme Kaya got ku ew vê qebûl nakin û wiha got: “Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin û j bo aştiyê gav bên avêtin. Destê xwe ji Rojava bikişînin. Rojava bi tenê nîne. Rojava ya me ye. Çeteyên xwe ji Rojava bikişînin. Bes e êdî ji vî şerî re, bila êdî ev xwîn bisekine. Bes e ji şer re, werin em bi hev re aştiyê bînin. Pirsgirêk bi xwînê çareser nabin.” 
 
WAN
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê jî têkildarî êrişan li ber avahiya DBP'ê ya Wanê daxuyaniyî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Bi ruhê Kobanê em ê Rojava biparêzin" hat vekirin. Rêxistina DBP'ê ya Wanê, Rêxistinên navend û navçeyan ên DEM Partiyê, Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê Gulcan Kaçmaz Sayigît, Sînan Çîftyûrek, Zulkuf Uçar û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiya Kaya di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew êrişên dijminane û şerê li dijî Rojava qebûl nakin û wiha got: “Em bi kulîlkên spî diçin cem her kesê ku gavên aştiyê diavêje."
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Rabîa Algor jî diyar kir ku divê her kesên xwedî wijdan rabin ser piyan û êrişên li ser Rojava şermezar kir. Rabîa Algor, got. “Mafê wan ê vê yekê nîne. Em dizanin kî destekê dide DAIŞ’ê. Em vê yekê qebûl nakin."
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû. 
 
GEVER
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê jî li avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi axivî û wiha got: “Li dijî şer em her tim aştiyê diparêzin. Em êrişên li dijî Rojava şermezar dikin. Xelkê wê herêmê xaka tu kesekî dagir nekirine. Tenê ji bo jiyaneke birûmet û xweser têdikoşin. Lê belê hêzên bi sala ye li wir bi cih bûn şer derdixînin û xwe didin aliyekî. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din jî şer sor dikin. Wiha nabe. Bingeha aştiyê li Îmraliyê ye. Gelê kurd dê bi van lîstikên qirêjî nexape. Bila her kes li dijî şer, aştiyê biparêze. Em mirin, girtin û şer naxwazin. Tekane daxwaza me, jiyaneke wekhev e.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû. 
 
AGIRÎ
 
Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Agiriyê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê êriş protesto kirin. Hevserokê DBP’a Agiriyê Hîkmet Adiguzel got ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tekoşîna li dijî DAIŞ’ê re jiyaneke li ser bingeha azadîxwaziya jinê ava kiriye û wiha got: “Têkoşîna jinan ji bo hemû cîhanê bû çavkaniya hêviyê. Dixwazin bi êrişên Tirkiye û komên paramîlîter van destkeftiyan tune bikin. Bi hevkariya HTŞ û SMO ku baskên DAIŞ’ê ne hewl didin Rêveberiya Xweser tune bikin. Lê belê gelê kurd û gelên herêmê dê li dijî vê bêdeng nemînin. Ev êriş ne tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê ji bo hemû herêmê gef in. Yên pişta xwe dane çeteyan, teqez dê li hemberî berxwedana demokratîk a gelan têk biçin. Ji bo parastina Rojhilata Navîn a di nava aştiyê de û nirxên mirovahiyê, em banga piştevaniya bi Rojava re li her kesî dikin.” 
 
ÎZMÎR 
 
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê bi civîneke çapemeniyê li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê êriş şermezar kirin. Li ser navê însiyatîfê Dayika Aştiyê Cemîle Aydin axivî. Cemîle Aydin, da zanîn ku her çend hikûmet soza aştiyê dide jî, ji tayînkirina qeyûmên li şaredariyan, binçavkirin û zext dewam dikin û got:"Ger Erdogan û Bahçelî behsa aştiyê dikin, çima operasyonên xwe didomînin? Bila ji bo berjewendiya gelê tirk û kurd dawî li vê zilmê bînin. " 
 
SÊRT 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê jî li avahiya xwe daxuyanî dan. TJA, DBP û DEM Partiyê jî piştgirî dan. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî" ile "Bijî aştî" hatin berzkirin. Dayika Aştiyê Maşallah Arslan di daxuyaniyê de ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî kir. Maşallah Arslan, wiha got: “Hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û şerekî qirêjî tê meşandin. Dîsa dixwazin gelên mazlum qurbanî planên qirêjî bikin. Em bi têkoşîneke hevpar dikarin pêşiya vê bigirin. Çi dikeve ser milê kê divê bike. Bes e, êdî bila xwîn nerije.” 
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê jî ji avahiya partiyê heta peykerî meş li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez û gelek welatî tev li meşê bûn. Di meşê de dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayin. 
 
Parlamenter Onur Duşunmez got ku divê hemû gelên Rojhilata Navîn ên aştiyê dixwazin bi destê hev bigirin û ev tişt anî ziman: “Bi bêdengiya li hemberî çeteyan û zîhniyeta wan a qirêjî re aştî çênabe. Yên di demên berê de li gel van çeteyan tevgeriyayin winda kirin. Lê dostên kurdan bi ser ketin. Yên dixwazin Şoreşa Rojava tune bikin divê baş bizanin ku dê Rojava heta dawiyê li ber xwe bide û tu caran nekeve.” 
 
Piştre jî metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut ve hate xwendin. Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’