TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin

  • rojane
  • 13:55 3 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter daxuyanî da û got ku plana qirkirina gelên herêmê tê kirin. 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta tirk û komên paramîlîter hewl didin li herêmê qirkirinê bikin. 
 
Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye: 
 
“Geşedanên ku ji 27’ê Mijdarê ve li Sûriyeyê û bi taybet li bakur û rojavayê Helebê rû dane, di encamê de Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El-Nusra) bi temamî Heleb û gundewarên wê desteser kirin. Bi van êrişan Sûriye vegerandin xala destpêkê ya alozî û qirkirinê. Bê guman ev geşedan jixweber çênebûn û di serî de rejîma Tirk a faşîst li pey van kiryaran e. Di serî de dewleta Tirk a faşîst di nava projeyên hêzên hegemon, desthilatdar û herêmî yên ji bo parvekirina Rojhilata Navîn de ye. Dixwaze Mîsaqî Mîllî pêk bîne. Ji bo pêkanîna vê projeyê rasterast destekê dide rêxistinên terorê, yên mîna DAIŞ, Cebhet El Nusra, Hemzat, Emşat, Sultan Murad û bi dehan komên din.
 
ARMANCA HEVPAR ÊRIŞAN TÊKBIRINA RÊVEBER XWESER E 
 
Ti cudahî di navbera êrişên ku niha pêk tên û êrişên ku bi navê ‘Şaxê Zeytûn’ û ‘Kaniya Aştiyê’ lê kiribûn tune ye. Armanca wan a sereke têkbirina xweseriya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lewma bi awayekî demildest çeteyên ‘Artêşa Neteweyî’ Şehba, penaberên Efrîn kirin armanc, bi hovîtî careke din dewleta Tirk a faşîst rastiya terora xwe nîşan da, trajîdeyeke nû ya penaberî û koçberkirinê li ser gelê me tê ferzkirin.
 
HEDEF DAGIRKIRINA XAKA JI HELEBÊ HETA MÛSIL Û KERKÛKÊ YE
 
Em wek TEV-DEM ji hemû demokrasîxwaz, welatparêz û dezgehên mirovî re dibêjin ku armancên dewleta Tirk li Helebê nasekinin, plan ew e ku li ser xwîna gelan Osmaniya Nû bi destê terorîstan pêk bîne û ji Helebê bigihêje heta bi Kerkûk û Mûsilê jî.
 
Dewleta Tirk a faşîst li ser gelan û tevahî civakên li Rojhilata Navîn metirsiyeke herî mezin e, bûye baregeheke vejîndina terorê. Şervanên YPG, YPJ û HSD’ê ji bo parastina tevahiya mirovahiyê teror têk bir û bi hezaran şehîd dan, li şûna terorê biratiya gelan, wekhevî, azadiya jinan û rêveberiyeke demokratîk hat avakirin. Dewleta Tirk a faşîst li ber çavê dinyayê terorê vedijîne û li hember parêzvanên mirovahiyê bi kar tîne.
 
BANG
 
Di van demên hestiyar de em îrade û berxwedana gelê xwe yên ji Şehba û Helebê bi serbilindahî silav dikin, ew gel ê ku bi derfetên xwe di nava hemû rewşan de li ber xwe dide. Em bang li tevahî dezgehên mafên mirovan dikin ku demildest rewşa dîlên di destê çeteyan de bişopînin, bi taybet azadiya dîlên jin misoger bikin. Di heman demê de em xwedîderketina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji koçberan re silav dikin.  
 
Divê ji her demê bêhtir em li hêz, gel û şervanên xwe yê azadiyê xwedî derkevin. Bi rihê Arîn, Bêrîvan û hezarên şehîdan biparêzin, di nava aloziya li Rojhilata Navîn de heta dawî em xwe bi rêxistin bikin û rêxistina xwe xurt bikin, li ser bingeha biratiya gelan planan têk bibin.”
 

Sernavên din

16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn