Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê

  • rojane
  • 09:02 15 Tebax 2024
  • |

RIHA - Girtiya nexweş a penceşêra qirikê Şehrîban Mîmkara ev 5 meh in nabin kontrola nexweşxaneyê. Parêzer gul Fehîme Bînîcî destnîşan kir ku penceşer belav dibe û diyar kir tişta tê kirin sepanekî keyfî ye. 

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 651’ê giran, bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî Miduriyeta Giştî ya Adlî Sicilê ya girêdayî Wezareta Edaletê ku her sal têkildarî girtiyan daneyan parve dike, derbarê girtiyên nexweş de tu agahî nîn in. Tenê di girtîgeha Hejmar 1 û 2 ya Tîpa T ya Rihayê û Girtîgeha Hejmar 2 ya tîpa T ya Sêweregê de 24’ê wan bi giranî, bi giştî herî kêm 279 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiya penceşêrê Şehrîban Mîmkara a di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê de tê ragirtin e. 
 
PENCEŞÊRA QIRIKÊ
 
Mîmkara ya di 2’yê sibata 2021’anb de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin, ji meha nîsana 2024’an ber bi îro ve bi awayekî rûtîn nabin kontrolên nexweşxaneyê. Mîmkara ya pênaseya nexweşiya penceşêra qirikê lê hatiye kirin, piştî demekî kin hate emeliyatkirin û ji 3 girikên penceşêrî yek jê hate girtin. Bijîşkên gotine ku ji bo girik mezin nebin divê werin girtin, dan zanîn ku divê Mîmkara di nava mehekî de 2 caran biçe kontrolê. 
 
5 MEH IN NABIN KONTROLÊ
 
Mîmkara ya di meha nîsanê de birine kontrolê, ev 5 meh neçûye kontrolê. Mîmkara ya ji bo sewqa nexweşxaneyê gelek caran daxwazname şandiye îdareya girtîgehê, anî ziman rayedarên îdareyê her carê jê re dibêjin “hefteya li pêşiya me” û taloq dikin. 
 
Parêzer Gul Fehîme Bînîcî
 
SEPANÊN KEYFΠ
 
Parêzer Gul Fehîme Bînîcî ya bi muwekîla xwe Mîmkara re hevdîtinê pêk aniye destnîşan kir ku nebirina muwekîla wê ya nexweşxaneyê sepanekî keyfî ye û wiha got: “Bi awayekî keyfî mafê wê yên tenduristiyê tê binpêkirin. Her ku diçe bêhtir sepanên keyfî li ser girtiyan didin meşandin. Taybetî jî li dijî girtiyên nexweş ên siyasî, sepanên keyfî gelek zêde bûne. Yek ji van jî Şehrîban Mîmkara ye. Rewşa Mîmkarayê her ku diçe girantir dibe. Dema Şehbarînê emeliyat kirin herî dawî wê di meha nîsanê de birîn kontrolê. Di 5 mehên derbasbûyî de wê sewqî nexweşxaneyê nekirin.”  
 
PENCEŞÊR BELAV DIBE
 
Bînîcî da zanîn ku heke mudaxileyên pêwîst li Mîmkarayê nekin, dê penceşêra wê ya qirikê belavtir bibe û wiha pê de çû: “Di girtîgehê de şert û mercên pêwîst nîn in. Girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin bijîşk û dermanan. Lewma her roj rewşa Şehrîbanê girantir dibe. 2 girikên penceşêrî yên di qirika Şehrînê de, hêj li cihê xwe ne û her ku diçe mezintir dibin. Em difikirin ku belavî hin lebatên din jî bûne. Ji ber Şehrîban anî ziman ku di demên dawî de şewata wê ji nişkav ve zêde dibe, binê piyê gelek germ dibe. Ji ber nexweşiyê gelek zeîf bûye. Got ku dema daqurtandinê de zehmetiyê dikêşe.” 
 
‘DIVÊ RÊXISTINÊN HIQÛQÊ SEFERBER BIBIN’
 
Bînîcî diyar kir ku bijîşkên li girtîgehê wek demkî tên peywirdarkirin pir zû diguherin, rayeya wan a nivîsandina dermanan sînorkirî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bijîşkên çûne girtîgehê diyar kirine ku ew nikarin her dermanekê binivîsin û sewqê bikin. Hinek girtî 4-5 mehan neçarê benda sewqê dibin. Sepanên bi vî awayî derveyî Peymana Ewropayê û Destûra Bingehîn in. Ev yek binpêkirina mafê tenduristî û jiyanê ye. Girtîyên nexweş an di doşeka mirinê de yan jî bi darbestê tên tabûrcîkirin. Divê wezaret gavên hewce biaxive. Divê Wezareta Tenduristiyê kêmaniyên bijîşkan ên di girtîgehan de çareser bike. Divê ji bo girtiyên nexweş mafê xwe yê tenduristiyê bi dest bixin, hemû rêxistinên tenduristiyê seferber bibin. Divê ji bo girtî werin dermankirin demildest werin berdan.” 

Sernavên din

25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome