Ji 3 bajaran bang kirin: Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin

  • rojane
  • 14:49 22 Hezîran 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û rêveberên Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên ji bo windayan berdewam kirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta xwişk û bira Mumine (17) -Tayyibe (23) Sîncar û Mehmet Siddik Oncu û aqûbeta Velat Şedal pirsîn. 

 
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Geverê-/Colemêrgê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li qadan berdewam kirin. 
 
AMED
 
Xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" ku di 31'ê Çileya 2009'an de dabûn destpêkirin, di hefteya 802’an de berdewam kir. Xizmên windayan dîsa li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn û wêneyên windayan rêz kirin. Endamê Komisyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Omer Saman, ewil kesên di şewata li Şemrex û Xana Axparê de şewitîn bibîr anî û wiha got: "Platforma Parastina Bajar rapora xwe aşkere kir. Divê bi lez zerara welatiyan bê dayîn. Rêveberê ÎHD'ê Firat akdenîz piştre çîroka xwişk û bira Mumine (17) û Tayyibe (23) Sincar ên di 27'ê Hezîrana 1994'an de li Mahsertê ya Mêrdînê hatin windakirin xwendin. 
 
Akdenîz anî ziman ku di 27'ê Hezîrana 1994'an de piştî PKK'ê bi ser qereqola  Mahsertê de girtin, tîmên taybet bi ser mala Mumine û Tayyibe Sincar de girtin û wiha got: "Tîmên taybet, êrîşî Tayyibe Sincar kirin. Wê demê xwişka wê Mumine xwe avêt navbera wan. Polîsê tîmên taybet li wir li ser wan gule reşandin û herdu li cihê buyerê qetil kirin. Dozger hat cihê bûyerê û li cihê bûyerê 36 boçikên guleyên M-16 kom kirin. Lê dozger otopsî nekir. Di heman rojê de leşkeran keyayê gund Mehdi Aksoy jî binçav kirin û piştî 30 saetan serbest berdan. Piştre malbatê der barê polîsên timên taybet de li dozgeriyê serlêdana sûc kirin. Lê heta niha tu gavên hiqûqî nehatin avêtin." 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 638’an de li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê çalakiya xwe berdewam kirin. Li vir jî pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan hildan. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl û civakî amade bûn. Li vir jî kesên di şewata Şemrex û Xana Akparê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Rêveberê ÎHD'ê Rezan Baytar çîroka Mehmet Sıddık Oncu ku di 8'ê tîrmeha 1993'an de hatibû qetilkirin xwend. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn. 
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan li Kolana Hunerê a navçeya Gever a Colemêrgê hatin cem hev. Xizmên windayan, Dayikên Aştiyê, rêveberên Rêxistina DEM Partî û DBP'ê yên Geverê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û "Winda li ku ne?" pankart û wêneyên kesên ku ji aliyê kesên nediyar ve hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin.   
 
Vê hefteyê li faîlên Velat Şedal ê 10 salî ku di dema qedexeya derketina derve de di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest da hat pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Musa Bor ve hat xwendin.  
Bor diyar kir ku Velat Şedal ê di 10 saliya xwe de di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da û got: "Velat di 26'ê Nîsanê de ji malê derket û li kêleka noqteya polîsan a herêmê bi hevalên xwe re dilîst. Di saet derdora 13.00’an de dema dayika Velat gazî malê kir hemû zarok ji qada lîstikê ber bi taxê ve bi rê ketin û piştre dengê teqînê hat bihîstin. Tevî ku diya wî yekser bezî qada teqînê, cenazeyê Velat ê perçebûyî li erdê dît. Her wiha 4 zarokên din jî bi giranî li heman cihê birîndar bibûn."  
 
Bor anî ziman ku piştî rojekê cenaze radestî malbatan hatin kirin û wiha got: “Qeymeqam bi malbatê re têkilî danî û ji ber ku zarok hîn biçûk bûn agahî da wan ku gilî nekin. Têkoşîna bi israr a malbata Şedal a ji bo bidestxistina mafên xwe, bi biryara Serdozgeriya Geverê ya bi hinceta ku pêwîstî bi dozgeriyê nîne, hat astengkirin. Cûreya bombeyê, eslê wê û statûya îstîsmarê de ye qet nehate eşkerekirin. Hemû serlêdan hatin redkirin. Dadger bi hinceta ku mafê jiyanê yê zarokan hatiye binpêkirin, tazmînat xwest. Ji aliyê darazê ve aqûbeta Velat Şedal nediyar hat hiştin. Em ê tu carî dev ji pirsa aqûbeta Velat Şedal û têkoşîna xwe ya edaletê bernedin." 
 
 

Sernavên din

18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin ZINDÎ
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome