Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê

  • rojane
  • 16:25 11 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Nobeda Edaletê yên li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê de hat destnîşankirin ku heya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe dê çalakî bidome û wiha hat gotin: "Divê her kes bibe dengê vê têkoşînê." 
 
Çalakiyên Nobeda Edaletê yên ji bo piştgirtiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareserkirina meseleya kurd hatin destpêkirin, li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê didomin. 
 
MÊRSÎN
 
Li Mêrsînê çalakiya Nobeda Edaletê ku ji aliyê TÛAY-DER a Çûkûrovayê hat destpêkirin, di roja 8'an de ye. Çalakî bi beşdariya dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên civaka sivîl didome. Encama MEclisa Dayikên Aştiyê MEryem Erbey ku di Nobeda Edaletê de axivî, destnîşan kir ku heya xeber ji Abdullah Ocalan neyê girtin dê nobeda xwe bidomînin û got: "Divê em xeberekê ji Rêberê xwe bigirin. Divê dewleta Tirkiyeyê gavekê biavêje. Tecrîd, di şexsê Rêbertiyê de li ser hemû kurdan tê domandin. Em vê yekê qebûl nakin û em ê bitêkoşin. Heya em azad bibin em ê bitêkoşin." 
 
EDENE
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) beşdarî çalakiya ku ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene ya Akdenîzê (AATÛHAY-DER) bîn. AKtivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek eks tev li çalakiya NObeda Edaletê bûn. Dayika Aştiyê Nejla Kocaman di çalakiya nobedê de axivî, diyar kir ku divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û bang li hemû derdoran kir ku bibin dengê vê çalakiyê. 
 
WAN
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (TÛHAY-DER) li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Wanê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 7'an de dewam kir. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên Şaxa Sendîkaya Malnişînan (Emeklî-Sen) a Wanê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û nûnerên gelek saziyên sivîl serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Serokê Şaxa Emeklî-Sen'ê ya Wanê Tîmûr Sayyîgît di serdanê de axivî û got: "Heta ku ev faşîzm bê rûxandin û zilma li zindanan bê rakirin wê têkoşîna me bidome." Endama Dayika Aştiyê Perîşan Aslanê jî kesên beşdarî Nobeda Edaletê bûne silav kir û got: "Em ê li cem girtiyên ku li zindanê dest bi greva vekirî kirine, bin."
 
Hevserokê TUHAY-DER'ê yê Wanê Çetîn Ûyar jî ev tişt gotin: “Hevalên me yên li 106 girtîgehan ji bo birêz Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê. Ev greva birçîbûnê û Nobeda Edaletê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan hatiye destpêkirin. Weke sazî û gelê Kurd dê çalakiya me heta 15’ê Sibatê bidome. Em dixwazin her kes bibe dengê vê têkoşînê.”
 
AMED
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Dem Partî) a navçeya Rezan a Amedê didome. Di çalakiyê de ku 8 roj li du xwe hiştin, çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û ji kes û saziyên ku serdana wan kirin re armanca nobeda xwe gotin. Nûnerên DBP’ê, Dem Partiyê, rêxistina Dem Partiyê ya Farqînê û MEBYA-DER serdana Nobeda Edaletê kirin.
 
Li avahiya Dem Partiyê ya navçeya Rezanê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” û “Ji dayikên lehengan, hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hatin daliqandin. Dayikên çalakvan li ser daxwazên xwe axivîn û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” piştgiriya çalakiya gireva birçîbûnê ya li zindanan ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, kirin.
 
 

Sernavên din

16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN