Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe

  • rojane
  • 15:00 11 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel di Doza Kobanê diyar kir ku pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikare were çareserkirin û wiha got: “Azadiya birêz Ocalan ji bo aştiya civakî ya Tirkiyeyê girîng e.” 
 
Danişîna Doza Kobanê bi parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel ve dom kir. Danişîn, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran û li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û Sûltan Ozcan, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajar û gelek welatî jî di danişînê de amade bûn. Dema siyasetmedar ketin eywana danişînê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” olan da. 
 
Sebahat Tuncel di serî de jinên danişînê dişopînin silav kir û piştre dest bi parastina xwe kir. Tuncel, parastina xwe bi gotinên Amin Maalouf a “Ji bo hemû baweriyan rêz digirim û di nezera her kesî de sûcê min ev e. Sûcê min ew e ku ji bo wan aştiyê dixwazim. Ez ê bedela wê bidim.” Berdewam kir. 
 
‘LI PÊŞIYA KOMARA DEMOKRATÎK ASTENGÎ YE’ 
 
Tuncel, bi domdarî anî ziman ku ji ber têkoşîna xwe ya aştiyê tên darizandin û wiha got: “Kesên li dora nefretê civiyayîn, hewl didin pêşiya Komara Demokratîk bigirin. Em di wê baweriyê de ne ku dê ji bo gelên Tirkiyeyê komareke wekhev ava bikin. Sedema darizandina me ya li vir jî ev e. Di sala 2015’an de me got; ‘heke hûn binpêkirinên mafên mirovan tune bihesibînin dê Tirkiye bikeve krîzê. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku gelek herêmên Kurdistanê  bi çekên giran hatine dorpêçkirin û ji her malê cenaze derdikevin.’ Lê li me nehat guhdarîkirin.” 
 
 ‘DERBASÎ PERGALA MAFYAYÊ BÛN’ 
 
Di berdewamê de Tuncel ev tişt anî ziman: “Di sûcên li dijî kurdan de polîtîkaya necezakirinê di meriyetê de ye. Kurd û zarokên wan dikarin bên kuştin. Cînayetên Tahir Elçî û Denîz Poyraz nayên ronîkirin. Hemû doz êdî li ber demborînê dikevin. Roboskê hêj li edaletê digere. Cenazeyên kurdan di qutiyan de tên şandin. Komkujiya Mereşê bingeha Darbeya 12’ê Îlonê amade kir lê dewlet mudaxile nake. 78 jî qirkirineke li dijî elewiyan e. Lê hêj jî hevrûbûnek çênebûye. Gelemperiya kesên li Mereşê niha li derveyî welat in û hêj jî wan êşan dikişînin. Heta ku bi van êşan re hevrûbûnek çênebe em nikarin dest bi destpêkeke nû bikin. Ji ber ku li pişt hemû komkujiyan dewlet heye. Ji ber ku twîtek avêtiye yan jî daxwaza aştiyê kiriye, we mirov bi salan di girtîgehê de hiştin. Lê serçete destên xwe dihejînin û digerin. Ji ber ku Tirkiyeyê di sala 2015’an de dev ji ‘pêvajoya çareseriyê’ berda û parlamento û destûra bingehîn paşguh kir û pergala mafyayê xist meriyetê. Dewlet anîn vê rewşê. Hêzên paramîlîter ên di 6-8’ê Cotmehê de kî bûn? Dewletê çima lêpirsîneke bibandor neda destpêkirin? Hûn nikarin berpirsyartiya kesên hatine kuştin têxin stûyê me. Gelemperiya wan hevalên me bûn. Kê xwepêşandanên demokratîk provake kirin û mafê jiyanê yê mirovan binpê kirin? MÎT û Wezareta Dadê gilîker in. Dewlet li wir û kurd li vî alî ne. Ev nayê qebûlkirin. Dadgeha we jî şirîkê vê kompasê ye.” 
 
 USÛLEKE DARIZANDINÊ YA WIHA NÎNE’
 
Di berdewamê de Tuncel destnîşan kir ku danişîn bênavber tên lidarxistin û wiha pê de çû: “Ev yek li dijî mirvahiyê ye. Ev dadgeha koletiyê li me ferz dike. Danişînên li pey hev li dijî mirovahiyê ne. Destên du hevalên me hatin şikandin. Li Tirkiyeyê usûlekê darizandinê nîne. Ma her roj danişîn dibin? Hûn ji me bêhtir dizanin ku hevalên me yên li vê derê sûcdar nînin. 
 
Îktîdar aheyî weke ku li dijî Îsraîlê aliyê gelê Filistînê bigire xwe nîşan dide. Lê tu ji ewil li mala xwe binêre. Çi karê te li Efrînê ye? Di hemû netewedewletan de zîhniyeta mêr serdest e. Xaka ku dagir dikin jî weke jin dibînin. Şer, jinan dikujin. 
 
DADGEH JÎ DI NAVA VÊ KOMPASÊ DE YE 
 
Dewlet, kurdan tune dihesibîne û polîtîkayên pişaftinê didomîne. Pişaftin, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Kurd hene, gelê kurd heye. Lewma mafên wan hene. Ev dewlet me tune dihesibîne. Hemû hevalên me yek bi yek vegotin ku ev doz ‘doza kompasê’ ye. Ev doz, dozeke ku hêj dest pê nekiriye. Ji ber ku CMK çi dibêje; dema doz tê destpêkirin divê tespîta nasnameyan bê kirin lê di vê dozê de nehat kirin. Îdianame bi awayeke derhiqûqî hate xwendin. Heta li rûyê me nehat xwendin. Me daxwaza redî dadger kir. Endamê koma çete derket. Endamê din ê li gel wî biryar îmze kirî hêj li wir disekine. Ez pir fikirîm ku li dijî şandeyeke ku me red kiriye neaxivim lê ji bo gelê xwe min weke deynek dît. Îtîrafkarek dibêje ‘min bihîst’ lê hûn îfadeya wî weke hêmaya sûc a xurt dinirxînin. Lewma pêbaweriya bi dadgeha we ji hêla min ve bipirsgirêk e. Darizandineke adilane û serbixwe nayê kirin. Hûn jî di nava vê kompasê de ne. Dozger Ahmet Altûn xwestiye delîlan veşêre. Êdî ewqas berbiçav bû. 
 
HÛN TUNDIYA MÊR-DEWLETÊ DIKIN 
 
Hûn bi xwe li vir tundiya mêr-dewletê dikin. Hûn nûnerên pergala nêrza ne. Salên me bi têkoşîna li dijî vê zîhniyetê derbas bûn. Ji ber ku mîkrofon di destê we de ye, ji nişka ve hûn digirin. Ev yek tundî ye, hewce nake ku hûn ileh li me bixin. Li gorî CMK’ê; piştî lêpirsînê li gilîker û şahidan tê guhdarîkirin. We ew jî nekir. Dema parastin didomiyan we li şahidan guhdarî kir. Ser re we em bi wan dan teşhîskirin. We bi awayeke veşarî li şahidên nepen guhdarî kir. Û hûn ji vê re dibêjin ‘edalet.’ Hêj lêpirsîn neqediyayî we got; ‘hûn dixwazin darizandinê dirêj bikin’ û we mafê me yê parastinê bisînor kir. Jixwe ev 7 sal in ez di girtîgehê de me, ma dê çima bixwazim dirêj bikim. Îfadeyê şahidê nepen Ulaş di girteka lêkolînê ya polîsan de tune ye lê we bi veşarî lê guhdarî kir. Yên ku dibêje tenê fesadî ye. Xuyaye ku derewan dike lê hûn naxwazin vê yekê îspat bikin. Piştî guhdarîkirina Ulaş, we biryara ‘ya berê digire nav xwe’ da. Tiştekî wiha nîne. 
 
HeTA MAFÊ ME YÊ ŞÎNGIRTINÊ JÎ JI DESTÊ ME HATE GIRTIN 
 
Di vê pêvajoyê de dewletê mafê me yê şîngirtinê jî ji destê me girt. Gelek hevalên me xizmên xwe winda kirin. Min jî bapîrê xwe winda kir. Yek ji me nekarî biçin cenazeyên wan. Dema em diçûn jî rê veguherandin îşkenceyê. We neda hiştin ku cenazeyê dayika Aysel Tugluk were definkirin. Ji bin axê hate derxistin û we şand Dêrsimê. We Dayika Taybet li naverasta kolanê hişt. We zarokên vî gelê kirin xwarina teyr û çûkan. Cenazeyên zarokên gelê kurd di qutiyan de tên radestkirin. Şîna kê dikare were girtin, ya kê nikare were girtin? Mijar bi temamî ev e. Ritûel aydê civakê ne, Mirov baş dikin û têkiliya bi civakê re ye. Lê we destûr neda ku em ne êşên xwe ne jî keyfxweşiyên xwe bijîn. Aysel Tugluk ji ber we kete vê rewşê. Ev tundiya dewletê ye ku dixwaze têkiliya me ya bi civakê re qut bike. 
 
PIRSGIRÊKA KURD BI BIRÊZ OCALAN ÇARESER DIBE 
 
Heke li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd were çareserkirin, ev çareserî bi birêz Ocalan dibe. Hewldanên çareseriya demokratîk ên Ocalan, ji bo tevahiya Tirkiyeyê pir binirx in. Birêz Ocalan heke azad bibe, ev yek ji bo aştiya Tirkiyeyê gelek girîng e. Rêya herî baş a pêkvejiyanê, destpêkirina muzakereyên bi birêz Ocalan re ne. Hûn birêz Ocalan di bin tecrîd û îzolasyoneke giran de radigirin. Tu mafên xwe nikare bi kar bîne. Di çalakiyên greva birçîbûnê yên sala 2009’an de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Niha li girtîgehan dîsa grevên birçîbûnê dest pê kirine. Divê êdî rê li ber mirinan bê girtin.” 
 
Danişîn wê sibê saet 10:00’an bi parastina Sebahat Tuncel berdewam bike.
 

Sernavên din

16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN