Sêrtî namzetên çawa dixwazin?

  • rojane
  • 09:42 7 Kanûn 2023
  • |
img
SÊRT - Welatiyên sêrtî destnîşan kirin ku dê hilbijartinên herêmî de qeyûm bişînin û diyar kirin ku namzetên ku gel temsîl dikin û pirsgirêkan bi aqilekî hevpar çareser bikin dixwazin. 
 
 3 bajarên mezin, 5 bajar, 33 navçe û 7 jî bajarok 48 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de bi dest xistibûn qeyûm hatin tayînkirin. Yek şaredariyên qeyûm hate tayînkirin jî Şaredariya Sêrtê ye. Welatiyên sêrtî ku têkildarî hilbijartinên herêmî de me mikrofon dirêjî wan kir, destnîşan kirin ku bi biryar in ku qeyûm bişînin. Her wiha welatiyên ku hilbijêrên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) in, pirsa “namzetên çawa?” bersivandin. 
 
BERIYA QEYÛM Û PIŞTÎ QEYÛM
 
Mehmet Yilmaz, diyar kir ku polîtîkayên qeyûm “zilm in” û destnîşan kir ku divê mirov li dijî zilmê bisekine. Yilmaz, ê qala xebatên Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan ku beriya niha Hevşaredarê Sêrtê bû kir wiha got: “Xebateke rast û dirûst kir. Beriya ku şaredariya me were li van deran qet park tune bûn. Qotiyên çopî yên di bin erdî de Tûncer Bakirhan anî. Hemû deynin şaredariyê dan. Got ‘ez ê Sêrteke xweşik çêbikim’. Destûr nedan ku Tûncer Bakirhan cihê nexweşxaneya kevin bike park. Gotin ‘em ê bidin TOKÎ’yê. Piştî ku Tûncer Bakirhan çû projeya wî çêkirin. Bi ser projeya wî pere xwarin. Piştî qeyûm Sêrt nema. Divê gel hişyar bibe, bi ser xwe ve were û bêje ‘êdî bes e’.”
 
Yilmaz, diyar kir ku kesên dibin hevşaredar divê kesên rast û dirust bin û wiha berdewam kir: “Em demokrasî, heq, hiqûq û azadiyê dixwazin. Bila cudatiyê nexin nava mirovan. Bila hemû mirovan bibînin. Em vê dixwazin. Bi salan e heq û hiqûq tê binpêkirin.”
 
‘DIVÊ ŞAREDAR DI NAVA GELÊ XWE DE BIN’ 
 
Maşûk Çaglayan jî anî ziman ku  qeyûm desteserkirina vîna gel in û wiha got: “Gel qeyûm naxwaze. Heke qeyûm ji xwe bawer e, bila bêje ‘ez ji wan baştir dixebitim’ îstîfa bike û were bibe namzet. Gel kê dihilbijêre ser seran ser çavan lê heke tu vîna gel desteser bikî ev ne tişteke baş e.”
 
Çaglayan, anî ziman ku namzetên ji nava gel û ji herêmê dixwazin û wiha berdewam kir: “Divê ne li cihê xwe rûne û pişte xwe bide gel. Divê her tim di nava gel de be. Divê li gorî fikrê gel xebatan bike.”
 
‘EM NAMZETÊN JI GEL RE XIZMETÊ DIKE DIXWAZIN’  
 
Şemsettîn Aydin ê got ku “Qeyûm bi dizî û heqaretê hat û dê wisa berdewam bike” û bi pirsa “Kî qeyûm qebûl dike?’ anî ziman ku vîna gel hatiye binpêkirin. Aydin, diyar kir ku namzetên hemû gelê Sêrtê temsîl dikin dixwazin û wiha got: “Em namzetên ku weke qeyûm diziye bikin naxwazin. Em namzetekî ku diziyê neke, tenê ji bo xizmên xwe nexebite dixwazin. Em namzetên ku ji gel re xizmetê bikin dixwazin.” 
 
Aydin, diyar kir ku heke HEDEP namzetên baş hilbijêre dê li Sêrtê herî kêm ji sedî 80 bigire û diyar kir ku berovajiyê gelek welatiyan xwest ku ji derveyî Sêrtê namzet werin nîşandan. 
 
PROFÎLÊ NAMZETAN 
 
Serhat Guneş jî anî ziman ku tayînkirina qeyûman rewşeke neheqî ye û profîlên namzetên ku dixwazin wiha vegot: “Me namzetên ku derewan û diziyê nekin, baş û rast dixwazin. Em şaredarên ku karên xwe baş dikin dixwazin.” Welatiyê bi navê Eyup Arslan jî bi lêv kir ku hevşaredarên ku alîkariya gel bikin, pirsgirêkên gel çareser bikin, karên xwe baş bikin û sozên xwe bi cih bînin dixwazin.
 
‘BILA QEYÛM NEYÊ TAYÎNKIRIN’  
 
Jina bi navê Guler ku nexwest paşnavê xwe bêje jî berteka xwe ya li dijî qeyûm bi van gotinan anî ziman: “Ji xwe tenê dengekî me heye em bi dilê xwe û bi awayekî azad bikartînin. Dema me dengê xwe da divê qeyûm neyê tayînkirin. Kesekî din ji xwe re avahiyekê çêbike û ez biçim bi darê zorê jê bistînim ma dibe, dê biçe xweşiya wî? Naçe xweşiya me jî. Dema me şaredarên xwe hilbijartinem naxwazin dewlet qeyûm tayîn bike.” 
 
‘BILA XWEDÎ LI CIWANAN DERKEVIN’  
 
Omer Dayan jî xwest ku hevşaredarên ku bên hilbijartin alîkariya welatiyan bikin û wiha got: “Ez 4-5 meh in zewicî me. Ji serê sibê heta êvarî li kar digerim, peyda nakim. Bi awayekî mecbûrî derdikevim derveyî bajar an jî derveyî welat. Ez ji hevjîn, dê û bav û ji malbata xwe dûr dimînim. Heke ez bikarim li bajarê xwe bixebitim û debara xwe bikim. Çima biçim xeribiyê? Kîjan partî bibe bila bibe piştevaniya hemwelatiyên xwe bike baştir dibe. Her der bûne ciwan, xwedî li ciwanên me yên dest bi tiryakê kirine û mirovên me yên rewşa wan nebaş e bê derketin dê baştir bibe.”
 
‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN MALÊN WAN’
 
Welatiyê bi navê Saî Toprak jî got ku “qeyûm vîna gel xesp dike” û destnîşan kir ku divê pergala qeyûm were rakirin û got: “Madem em dibêjin ‘vîna gel’ divê ev vîn were naskirin. Ji ber ku vîna gelê kurd nayê naskirin qeyûm tên tayînkirin. Lê em ê wan bişînin malên wan. Ev ji sedî sed e.” 
 
Toprak, diyar kir ku hevşaredarên ku hakimî pirsgirêkên li bajêr bibin dixwazin û wiha lê zêde kir: “Bila kesên vir nas dikin bin. Dema kesek ji derve were heta vê derê nas dike ji xwe 2 sal derbas dibin. Toprak, anî ziman ku kesên weke namzet werin nîşandan bila kesên ku di nava gel de neyên nîqaşkirin bin. 
 
Nûrûllah Olcay ê got ku “Di hilbijartinan de namzetên ne dizin û ji çanda gel re rêzê digirin dixwazin” û anî ziman ku qeyûm “çêrên” ji gelê kurd re hatine gotin in. Olcay, bi gotinên “Îro li Manîsa, Enqere, Ordû û Trabzonê herkes dikare şaredarên xwe hilbijêre, mafên wan ên hilbijartin û bijartinê hene. Lê ji kurdan re dibêjin ‘Hûn nikarin şaredarên xwe hilbijêrin’. Heta dibêjin ‘hûn tu şaredaran nikarin hilbijêrin, em ê biavejin hefsê û qeyûm tayîn bikin” xwest “çêr” , “qeyûm” ji holê bên rakirin. 
 
Nûsrettîn Ayhan jî bi bîr xist ku piştî her hilbijartinên herêmî qeyûm tayînî şaredariyan tên kirin û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em her tim şaredariyan qezenc bikin. Bila bizanin ku kurd hene.”
 
‘DIVÊ YEK BIBÊJE BISEKININ’  
 
Ruzgar Guneş jî diyar kir ku Tûncer Bakirhan şaredarî gelek baş bi rê ve bir û wiha got: “Çend hilbijartin in gel li ber xwe dide, berdikeve. Ew tên qeyûm tayîn dikin. Em li dijî qeyûm in. Ne girîng e ku ji kîjan gelan in, em ji fikra herkesê re rêzê digirin. Lê ev ne di vê fikrê de ne. Kurd, tirk, çerkez, laz… Van hemûyan di asteke cuda de digirin. Gelê kurd ne wisa ye. Em ji fikra siyasî ya herkesê re rêzê digirin. Divê kesek ji vî zilamî re bêj e bes e. Tiştên dike zilm in. Rêz negirtina ji bo fikran zilm e. Mirov bi awayekî psîkolojîk tên têkbirin.” 
 
‘EM Ê QEYÛMAN TÊK BIBIN’  
 
Kahraman Yildiz, anî ziman ku “Dizan qeyûm tayînî şaredariyê kirin” û bi lêv kir ku desthilat dixwaze alîgirên xwe li şaredariyê bi cih bike û ev “zilm e”. Yildiz, diyar kir ku ji şaredariya qeyûm qet ne memnun in û wiha got: “Îhaleyeke sed hezar lîreyan digire. Li pişt derî dide dizîn. Em ê çawa ji van memnûn bin? Em nikarin memnûn bin. Em ê qeyûman têk bibin. Ji xwe em her tim têk dibin, em ê careke din têk bibin. Ew jî di ferqa vê de ye.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 

Sernavên din

13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Têkildarî rewşa girtiyan li Amedê daxuyanî tê dayin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist HATE NÛKIRIN
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye HATE NÛKIRIN
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin