Nobetên Edaletê yên Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê: Dê dawî muhteşem be

  • rojane
  • 16:05 6 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobetên Edaletê yên ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re hatine destpêkirin didomin. Serdanên ji bo çalakiyên nobetê yên li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê berdewam kirin. Di çalakiya li Mêrsînê de dengê girtî Merge Polat hate guhdarîkirin û wiha got: “Dê dawî muhteşem be.” 
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de, di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dabûn destpêkirin û çalakî di roja 10’an de didome. Ji bo piştgiriya bi çalakiyê re li Amed, Mêrsîn, Wan û Edeneyê jî bi dirûşma “Ji bo aştiya civakî deng bidin zindanan, ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin” Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Çalakiya ku her sê rojan carekê komeke cuda dewr digire didome. 
 
AMED 
 
Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rezanê nobet hate destpêkirin û çalakî di roja 3’yan de didome. Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên li ser nivîsa bi zimanên kurdî û tirkî ya “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê” li xwe kirin. 
 
Rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, endamên Dayikên Aştiyê, Hevserokên HEDEP’a Amedê Pinar Sakin Tekîn û Abbas Şahîn û Parlamenterên HEDEP’ê Ceylan Akça û Adalet Kaya çûn serdana çalakvanan. Di çalakiyê de ji dengbêjên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê Apê Naîf û Mihemedê Zaza klamên xwe pêşkeş kirin. Di çalakiyê de beşdaran çepik lê dan, tililî berz kirin û gelek caran dirûşma “Bijî berxwedanan zindanan” berz kirin. 
 
WAN  
 
Nobeta Edaletê ya ku TUHAY-DER a Wanê daye destpêkirin jî di roja duyemîn de berdewam dike. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên HEDEP û DBP’ê û gelek kes çûn serdana çalakvanan. 
 
Hevserokê HEDEP’a Wanê Veysî Dîlekçî di dema serdanê de axivî û got ku pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn di rojeva wan de ne. Dîlekçî, wiha domand: “Li girtîgehan berxwedaneke pir mezin heye û bi vê berxwedanê re ye. Em jî li vir careke din bang dikin; bila vê bêedaletiyê bi dawî bikin.” Dîlekçî, diyar kir ku heta ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî dibe dê li her derê li ber xwe bidin. 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya jî diyar kir ku dewlet ji aştî û xwişk-biratiyê ditirse û ev tişt anî ziman: “Em piştgiriyê didin berxwedana li zindanan hatiye destpêkirin û Nobeta Edaletê ya ku malbatan daye destpêkirin. Berxwedana wan, berxwedana me tevan e.”  
 
MÊRSÎN
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Çukurova TUAY-DER’ê hatiye destpêkirin jî di roja 3’yan de didome. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrsînê Perîhan Koca, endam û rêveberên rêxistinên HEDEP’ê yên bajar û navçeyan, Rêxistina Partiya Azadiyê ya Tirkiyeyê (Top) ya Mêrsînê, endam û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê û rêxistinên civaka sivîl çûn serdana çalakvanan. 
 
Di çalakiyê de ji ewil strana ku girtiya bi navê Merge Polat a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re gotiye hate guhdarîkirin. Di dawiya qeyda deng de Polat wiha dibêje: “Dê dawî muhteşem be. An em ê bi ser kevin an dê bi ser kevin.” Piştre jî Rêvebera TOP’a Mêrsînê Ayşegul Temûr axivî û got ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê tu pirsgirêkên welêt çareser nebin. Temûr, wiha domand: “Em bi rêhevalên xwe yên têkoşîna birûmet a gelê kurd dimeşînin re ne.” 
 
Dayikên Aştiyê di çalakiyê de stranên kurdî gotin û çalakî dom kir. 
 
EDENE
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Akdenîz TUAY-DER a Edeneyê hatiye destpêkirin jî di roja 3’yan de didome. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên ÎHD, DBP, HEDEP û HDP’ê û gelek welatî hatin serdana çalakvanên nobetê. 
 
Di nobetê de peyama girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tên ragirtin hate xwendin. Girtiyan di peyama xwe de wiha gotin: “Ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, me di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kir û çalakî didome. Di serî de dayikên xwe yên dest bi Nobeta Edaletê kirin, hemû malbatên xwe yên welatparêz ên bihestiyar tevdigerin silav dikin.” 
 

Sernavên din

13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Têkildarî rewşa girtiyan li Amedê daxuyanî tê dayin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist HATE NÛKIRIN
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin