Omer Ocalan: Divê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re demildest pêk bê

  • rojane
  • 09:01 6 Kanûn 2023
  • |
img
RIHA - Biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û parlamenterê HEDEP'ê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman ku piştî erdheja li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê fikarên wan ên der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de hê zêdetir bûne û got ku ew dixwazin demildest hevdîtin bi parêzeran û malbatê re pêk bê. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tên ragirtin, 33 meh in tu agahî nayê girtin. Ji ber agahînegirtina ji Girava Îmraliyê hem malbat hem jî gel bi fikar in. 
 
Her wiha piştî erdheja bi pileya 5,1 a ku di 4'ê Kanûnê de li navçeya Gemlîk a Bûrsayê pêk hat, fikarên der barê tenduristiya û jiyana Abdullah ocalan de zêde bûn. Di dema ku gelek bajêr ji ber erdhejê bandor bûn, Girava Îmraliyê ya ku nêzî navenda erdhejê bû jî ji ber erdhejê hejiya. Piştî erdhejê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtineke lezgîn pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Îmraliyê dan.
 
Ji ber erdhejê fikarên malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji tenduristiya wî bi fikar in jî zêde bûn. Biraziyê Abdullah Ocalan û Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Omer Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Omer Ocalan diyar kir ku piştî erdhejê fikarên wan zêde bûne û got ku divê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê re demildest hevdîtin bê kirin.
 
Parlamenterê HEDEP'ê yê Rihayê Omer Ocalan
 
'FIKARÊN ME HÊ ZÊDE BÛN'
 
Omer Ocalan diyar kir ku Girava Îmraliyê jî ji ber erdhejê bibandor bûye û wiha got: “Ji birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên ku 33 meh in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tên ragirtin tu agahî nayên girtin. Erdhejê fikarên me hîn zêdetir kirin. Erdhejeke dijwar pêk hat û 3 bajar ji erdhejê bandor bûn û Girava Îmraliyê jî nêzî navenda erdhejê ye. Parêzeran jî ji bo hevdîtinê serîledan kirin. Birêz Abdullah Ocalan herî dawî 33 meh berê bi rê ya telefon çend deqeyan bi birayê xwe re axivî. Piştî wê me tu agahî negirtin. Girava Îmraliyê jî gelekî nêzî navenda erdhejê ye. Ji ber vê yekê em bi fikar in. Em malbat dixwazin bi lezgîn bi Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Ev mafê me ye. Heta niha ne Wezareta Dadê û ne jî Wezareta Karên Navxweyî tu agahî nedane me."
 
'DIXWAZIN DEMILDEST HEVDÎTINÊ PÊK BÎNIN'
 
Ocalan bal kişand ku Girava Îmraliyê li ser xeta erdhejê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek profesorên erdhejê hişyariyê didin ku dibe ku li Marmarayê erdhejeke mezin çêbibe. 5,1 ne erdhejeke biçûk e, 3 bajar ji vê erdhejê bandor bûne. Ji ber vê yekê pêwîst e demildest parêzer û malbat bi girtiyên li Girava Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin. Heke bûyereke neyînî li Girtîgeha Girava Îmraliyê biqewime dewlet û Wezareta Dadê berpirsyar in. Divê hesasiyeta kurdan li ber çavan bê girtin. Çavê kurdan li Girava Îmraliyê ye. Divê birêz Abdullah Ocalan di demeke herî kin de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji bo ku hevdîtin pêk werin em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê li gorî encamên hevdîtinên parêzeran serlêdanên xwe bikin. Her agahiyek ku ji wir were dilê malbat û gelê me wê rihet bike. Em malbat dixwazin bi birêz Abdullah Ocalan re demildest hevdîtinê pêk bê." 
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Têkildarî rewşa girtiyan li Amedê daxuyanî tê dayin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist HATE NÛKIRIN
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin