Nobeta Edaletê bi tevlibûnan berdewam dike

  • rojane
  • 16:57 5 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TUAY-DER’a Wanê bi armanca piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan Nobeta Edaletê da destpêkirin. Çalakiyên li Amed, Mêrsîn û Edeneyê jî bi tevlibûnan berdewam dike. 
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin û çalakî di roja 9’an de berdewam dike. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan û Hikumxwan re (TUAY-DER) ya Amedê û TUAY-DER’a Çûkûrovayê û TUHAY-DER’a Edene Akdenîz jî ji bo piştevaniya bi girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi “Nobeta Edaletê” kirin. Nobeta Edaletê bi tevlibûnên nû berdewam dike. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Wanê jî dest bi Nobeta Edaletê kir. 
 
WAN
 
TUAY-DER’a Wanê bi dirûşmeya “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” dest bi Nobeta Edaletê kir. Beriya destpêkirina nobetê Parlamenterên HEDEP’ê Gulderen Varli û Mehmet Kamaç, malbatên girtiyan, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER, Meclîsa Ciwanan, saziyên çand û huner û gelek kes ji bo daxuyaniyê bidin li Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê hatin li bahev. Polîsan girse dorpêç kir û bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr neda daxuyanî bê dayîn. 
 
Girse li ser vê yekê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” derbasî avahiya DBP’ê ya Wanê bûn. Li vê derê pankarta “Ji bo aştiya civakî deng bidin girtîgehan, ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin” hat daliqandin. Girseyê li avahiya DBP’ê çalakiya “Nobeta Edaletê” da dest pê kirin.
Li vê derê Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr axivî. Edîbe, bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê ku li girtîgehan dest pê kiriye û wiha got: “Ji ber ku gelê me yê li derve û em pêywira ku dikeve ser milên me pêk neanî, ev bar ser milên hevalên me yên girtî man. Divê gelê me û hemû saziyên me ji vê şûnde vê barê hilgire ser milên xwe. Divê Wezîrê Dadê daxwaza hevalên me bi cih bîne. Pêwîste demildest bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin û tecrît bê rakirin. Di girtîgehan de tecrîdek giran heye û em wek malbat vê tecrîdê qebûl nakin. Em bang hemû gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya nobeta edaletê. Çalakiya me ya ku heta 15’ê Sibatê berdewam bike bila hemû gelê me bê piştevahiyê nîşan bide.”
 
MÊRSÎN 
 
TUAY-DER’a Çûkûrovayê jî Nobeta xwe ya Edaletê îro domand. Nobeta li avahiya TUAY-DER’a Çûkûrovayê hate girtin, Dayikên Aştiyê, parlamenterê partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Alî Bozan, endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn. 
 
Di çalakiyê de peymana girtî Erhan Kaya ku li Girtîgeha Bunyana Qeyseriyê di çalakiyê de ye hate xwendin. Yek ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren, diyar kir ku heta ku Ocalan û girtî azad nebin dê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Ev bar li ser milê her mirovekî ye, em dixwazin vê tecrîdê rakin. Heta ku serokê me azad nebe em nikarin azad bibin.”
 
Rêveberê HDP’a Mêrsînê Sedat Akbay ê pişt re axivî jî serpêhatiya xwe ya dema li Girtîgeha Hejmara 5’an a Zindana Amedê vegot. Akbay, bal kişand ku gel li çalakiya greva birçîbûnê ya li Zindana Amedê hatibû destpêkirin xwedî derketibû û ji ber vê yekê encam girtibû. Akbay, destnîşan kir ku divê çalakiya greva birçîbûnê ya li 106 girtîgehan hatiye destpêkirin ji aliyê raya giştî ve xwedî lê bê derketin. 
 
Nobeta Edaletê bi stranên jinan berdewam kir. 
 
EDENE
 
TUAY-DER’a Edene Akdenîz jî Nobeta xwe ya Edaletê ya ji bo piştevaniya bi girtiyan re dane destpêkirin domandin. Nobeta li avahiya TUAY-DER’a Edene Akdenîzê hate girtin Dayikên Aştiyê, TJA, DBP, HEDEP, HDP û gelek kes lê amade bûn. 
 
Hevseroka HDP’a Seyhanê Şukran Efeturk a di nobetê de axivî, bi lêv kir ku divê ji bo aştiyê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Efeturk, bal kişand binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bang li rayedaran kir ku binpêkirinên mafan bên bidawîkirin. 
 
AMED 
 
Li Amedê Jî Nobeta Edaletê ya TUAY-DER’ê da destpêkirin di roja duyemîn de berdewam kir. 
 
Çalakiya nobetê li avahiya HEDEP’a Rêzanê hate lidarxistin. Dengbêj Yûsûf Gocxwarî, dengbêj Naîf ên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Meclisa Dayikên Aştiyê bi armanca piştevaniyê tev li nobetê bûn. Dengbêjan kilam gotin. Dayikên Aştiyê jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan silav kirin û ji bo wan dua kirin. 
 
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin. 
 
 
 

Sernavên din

13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Têkildarî rewşa girtiyan li Amedê daxuyanî tê dayin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist HATE NÛKIRIN
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin