Di doza Sakîne Kultur de dozger ji bo faîl cezayê muebbeta giran xwest

  • rojane
  • 13:21 5 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Di doza Sakîne Kultur de dozger ji ber sûcê “Bi plankirî û ezyetê kuştiye” xwest cezayê muebbeta giran li Serokê Ocakên Tevgera Taybet a Şirnexê yê Şirnexê Îbrahîm Barkin were birîn. 
 
Jina bi navê Sakîne Kultur di 13’ê gulana sala 2022’yan de ji hêla Serokê Ocakên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hate qetilkirin. Bi sûcê “Bi plankirî û ezyetê kuştiye” li Barkin doz hatibû vekirin. 6’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Bersûc Îbrahîm Barkin  ji girtîgeha lê tê ragirtin bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Her wiha Navenda Jinan a Dayika Taybet a Silopiyayê, parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û parêzera Baroya Amedê Oyku Çakmak Osal jî di danişînê de amade bûn. 
 
EWRAQÊN KÊM
 
Danişîna dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî parêzer Oyku Çakmak Osal mafê axaftinê girt. Osal, diyar kir ku daxwaza wan a ji bo temamkirina ewraqên kêm ji hêla şandeya dadgehê ve nehatiye qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Şandeya dadgehê her tim got ku dê daxwazên we bên nirxandin. Dê bandoreke mezin a van ewraqan li ser dosyayê çêbibe. Em dixwazin ku xisûsên dozgeriyê kêm hiştine ji hêla we ve bên nirxandin. Em dibêjin ku bersûc peywir û hêza xwe ji bo xapandina mexdûrê bi kar aniye û suîstîmal kiriye.”
 
‘GUMAN HEYE KU FAÎLÊN DIN JÎ HEBIN’
 
Osal, destnîşan kir ku şandeya dadgehê biisrar naxwaze kêmasiyên di dosyayê de neyên temamkirin û wiha pê de çû: “Pozîsyona bersûc gumanan zêde dike ku faîlên din jî di nava bûyerê de hebin. Di dosyayê de jî ev guman heye. Dozgeriyê îfadeyên van kesan negirt û vê yekê gumanên heyî zêdetir kir. Gelek telefonên aydê şexsî hatine tespîtkirin û em dixwazin ev jî bên nirxandin.” 
 
Piştre jî parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî axivî û xwest rewşa girtî ya bersûc bidome. 
 
DAXWAZA CEZAYÊ MUEBBETA GIRAN 
 
Piştî parastinan, dozger mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Di mutalaayê de dozger bal kişand ser derbên kêrê yên di rapora otopsiyê de û diyar kir ku bi vê yekê xuya dibe ku bersûc bûyer plan kiriye û wisa pêk aniye. Dozger xwest ku ji ber sûcê “Bi plankirî û ezyetê kuştiye” cezayê muebbeta giran li bersûc were birîn. Her wiha dozger xwest ku cezayê bersûc neyê kêmkirin. 
 
Bersûc Barkin û parêzerên wî jî ji bo li dijî mutalaayê parastinê bikin dem xwestin. 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN
 
Ji ber ku nekarîn xwe bigihînin kurê Sakîne Kultur, dadgeh ji daxwaza guhdarîkirina wî lêve bû û ji bo parastina li dijî mutalaayê danişîn taloqî 30’ê çileyê kir. 

Sernavên din

21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protetsokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'