YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 11:49 25 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - YRA’yê diyar kir ku rojnamevan û nivîskar Seyîd Evran ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest daye. YRA’yê Seyîd Evran wekî “Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad” pênase kir û ev peyam da: “Em weke şopdarên şervanên pênûsa azad soza mezinkirin û berfirehkirina vê têkoşîn û heqîqetê didin.”
 
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) derbarê  rojnamevan, nivîskar, şoreşger û kedkarê çapemeniya azad Seyîd Evran de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li bajarê Qamişlo li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat dayîn de gelek rojnamevan û nûnerên saziyan jî amade bûn û wêneyên Seyîd Evran hatin hilgirtin. Daxuyanî li ser navê rojnamevanan ji aliyê Hevserokê YRA’yê Dilyar Cizîrî ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya YRA’yê wiha ye:
 
“Stuneke din a Çapemeniya Azad a Kurdistanê ber bi bêdawîbûnê ve bar kir. Me rêhevalê xwe yê rojnamevan, nivîskar û şoreşger Seyîd Evran di 22’yê îlona 2023’yan de winda kir. Hevalê me ku ev demek dirêj bû bi nexweşiya dil ketibû, li nexweşxaneya dihat dermankirin, şehîd bû.
 
RÊWIYEKÎ ÇALAK YÊ BÊWESTAN
 
Ew bîr û hafizeya Çapemeniya Azad a 30 salên dawiyê bû. Li ser vê rêya bi rûmet û giranbûha bû rêwiyekî çalak yê bêwestan. Azwerî, xebata ji bo ronîkirina civakan û biryardariya wî ya têkoşînê hemû astengî û zehmetiyên derketine pêşiya wî ji holê rakirin. Bi sekin, liv û tevger û pênûsa xwe, di rûpelên çapemeniya azad de cihekî bêhempa girtiye.
 
RASTIYA CIVAKA KURD Û TÊKOŞÎNA AZADIYÊ JI CÎHANÊ RE RAGIHAND
 
Rêhevalê me Seyîd hema bêje hemû jiyana xwe xist xizmeta têkoşîn, rastiya şer û berxwedana li welatê xwe. Bi meşa xwe ya şev û rojan gelek merheleyên girîng derbas kirin û rastiya vê erdnîgariyê raxist ber çavan. Hevalê Seyîd mîlîtanekî pêşeng ê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Çapemeniya Azad bû. Li çar aliyên Kurdistanê bi pênusa xwe rastiya civaka Kurd û têkoşîna azadiyê ji hemû cîhanê re ragihand.
 
DI SALÊN XWENDEKARIYÊ DE TÊKOŞÎNA AZADIYÊ NAS DIKE
 
Seyîd Evran bi navê xwe yê rast Seyîd Mehmûd Evran sala 1969’an li navçeya Hênê ya Amedê çavên xwe li jiyanê vedike. Di nava malbateke ji kevneşopiya serhildana Şêx Seîd de mezin dibe. Di salên ciwantî û xwendekariyê de têkoşîna azadiyê nas dike û di nava refên wê de cihê xwe digire. Dema li Zanîngeha Çukurovayê dixwîne, yek ji pêşengên Çapemeniya Azad û Şoreşger Gurbetelli Ersoz ku wê jî li heman zanîngehê dixwend, nas dike. Bi vê naskirinê re dibe şagirtek Gurbetelli Ersoz û ezmunek girîng digire.
 
DEST BI XEBATÊN ÇAPEMENIYÊ DIKE
 
Heval Seyîd bi vê xwestek û heyecanê sala 1990’î li warê serhildan û berxwedanê Amedê, beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Dîroka bi êş a welat berpirsyariyeke mezin dide ser milên wî, lewma ew jî bi vê zanebûnê tevdigere û li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dest bi xebatên çapemeniyê dike.
 
Di salên herî dijwar ên ku li Bakurê Kurdistanê êrişên li ser gelê kurd zêde dibûn, gund dihatin şewitandin, rojnamevan di nava kolanan de dihatin kuştin, dîsa bi hezaran kesayetên pêşeng dihatin girtin û kuştin de, rêheval Seyîd li gel hevalên xwe bêyî dudilî xebatan dimeşînin û rastiyê ji cîhanê re radigihînin. Di vê rêya dijwar de çend caran ji aliyê dagirkeran ve tê binçavkirin û girtin.
 
DI BOMBEKIRINA OZGUR ULKEYÊ DE LI GEL 23 HEVALÊN XWE BIRÎNDAR DIBE
 
Dema navenda rojnameya Ozgur Ulke ya li Stenbolê û ofisên wê yên Enqere û Amedê di 3’yê kanûna 1994’an di heman şevê de hatin bombekirin, rêheval Seyîd jî li navenda giştî ya rojnameyê wekî Berpirsyarê Karên Nivîsê erk dimeşîne. Di wê êrîşê de heval Seyîd jî li gel 23 hevalên xwe birîndar dibe.
 
Di demeke ku mirov ditirsiyan rojanmeyê bixwînin de ew bêyî dudilî vê xebatê dimeşîne. Di oxira eşqa heqîqet û azadiyê de gelek caran bi mirinê re rû bi rû dimîne.
 
NE TENÊ LI KURDISTANÊ LI GELEK WELATÊN KU KURD LÊ DIJÎN DIXEBITE
 
Di çarçoveya erka xwe ya naskirin û ragihandina rastiya welatê xwe de, piştî demekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û bi pênûsa xwe heqîqata têkoşîna azadiyê vedibêje. Li ser şopa pêşengên xwe yên weke Gurbetelli Ersoz li çiyayên azad bi salan jiyan û têkoşîna gerîla lêkolîn kir û ji gelê kurd û cîhanê re ragihand. Di vê çarçoveyê de li ser mijarên akademîk, dîrokî û wêjeyî de jî bi dehan nivîsan dinivîsine û tevkariyek girîng dide arşîva çapemeniya azad. Rêwîtiya xwe ya di vê rê de jî, bi navê “Rêwitiyek Ber Bi Qeraxa Jiyanê ve (Hayatın Kıyısına Yolculuk)” dike pirtûk.
 
Rêheval Seyîd ne tenê li Kurdistan û çiyayên wê, li gelek welatên ku Kurd lê dijîn jî, erka ragihandinê dimeşîne. Li welatên berê yên Sovyetê, Ermenistan û Rusyayê li ser rewşa civaka Kurd ya li wan herêman û kesayetên navdar lêkolînan dike. Lê bi wê yekê jî qayil nabe, li her erdnîgariyek Kurdistanê ku liv û tevgerek şoreşgerî hebe, berê xwe dide wir.
 
DI XEBATÊN ÇAPEMENIYÊ DE ROLEKE SEREKE DILÎZE
 
Dema sala 2012’an li Rojava pêla şoreşê bilind dibe, rêheval Seyîd jî berê xwê dide vê xakê. Li aliyekê rastiya şoreşê vedibêje û dinivîse, li aliyê din jî di avabûn û sazûmaniya xebatên çapemeniyê de rolek sereke dilîze. Ji Dêrikê heta Efrînê li tevahiya erdnîgariya herêmê gav bi gav digere, pêvajoya şoreşê dişopîne û bi dehan şagirtan perwerde dike. Bi vê xebata xwe dibe yek ji stûnên şoreşa Rojava û çapemeniya şoreşê. Vê berpirsyariya xwe ya serxistina şoreşê, rol û girîngiya çapemeniyê heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî bi serketî dimeşîne.
 
Hevalê Seyîd Evran ji sala 2020’an ve bi pirsgirêkên tenduristiyê têkoşîn dikir. Du caran krîza dil derbas kir, lewma neçar ma ku çend caran emeliyat bibe. Tevi pirsgirêkên xwe yên tunduristiyê jî, bênavber xebatên xwe meşandin û ji coş û morala xwe tiştek winda nekir.
 
Herî dawiyê nexweşiya wî dîsa serî hilda û zor li bedena wî kir, lewma ev demek bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Lê mixabin tevî hemû hewldanan jî, sibeha 22’ê îlonê dilê wî sekinî û ji nava me bar kir.
 
WEKE BI DEHAN ŞEHIDAN DI RÊYA HEQÎQET Û AZADIYÊ DE BÛ
 
Hevalê Seyîd Evran jî mîna têkoşerên çapemeniya azad yên wekî Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Xelîl Dag, Nûjiyan Erhan, Deniz Firat, Dilîşan Îbîş û bi dehan şehîdên din di rêya heqîqet û azadiyê de bû meşalek ku rêya me ronî dike. Ji şopdarên riya ronîkirinê mîrateyek mezin hiştiye. Em jî weke şopdarên şervanên pênûsa azad soza mezinkirin û berfirehkirina vê têkoşînê û heqîqetê didin. Rêya wan wê her tim me ronî û zana bike.”
 

Sernavên din

10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir