Ji bo girtiyên nexweş Emîn Çam banga berdanê hat kirin

  • rojane
  • 15:07 1 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo berdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam banga berdanê kir. 
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 447'emîn de li ber Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê hatin çalakî li dar xistin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Enqereyê Ûmît Can Akbulut daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mehmet Emîn Çam ê li Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T’yê girtî ye.
 
‘17 ROJ DI HUCREYÊ DE MAYE’ 
 
Akbulut da zanîn ku Mehmet Emîn Çam 72 salî ye û cara ewil di sala 2013’an de hatiye girtin û wiha got: “Derbarê wî de doz hat vekirin û piştî 10 mehan di girtîgehê de ma hat berdan. Lê belê doza ku di sala 2013'an de hatibû vekirin bi dawî bû û 9 sal ceza lê hat birîn û di 14'ê adara 2022'yan de careke din hat girtin û ewil birin Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê û 17 rojan li cihê yek kesî ma. Di vê pêvajoyê de ew nebirin nexweşxaneyê, tenê caren birin revîrê. Di 1'ê nîsana 2022'yan de ji Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê sewqî Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T’yê hat kirin û nêzî salekê ye li vir tê ragirtin."
 
‘DI MÊJIYÊ WÎ DE ÛR HEYE’ 
 
Akbulut diyar kir ku Çam di sala 2014'an de ji ber serêş û êşa di milê wî de li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat muayenekirin û di encama muayeneyan de hat tespîtkirin ku li aliyê rastê yê mejiyê wî lekeyek derketiye û wiha got: "Hat gotin ku ew tumor e. Ji bo vê nexweşiyê, ew neçar e ku heya jiyanê dermanên xwînê bikar bîne. Li gorî testên ku ji bo êşa milê wî hatin kirin, hat gotin ku stûyê wî ji kesên normal pirtir xwar bûye û ji ber şert û mercên giran ên xebatê ev xwarbûn çêbûye.” 
 
‘2 CARAN JI GURÇIKA XWE EMELIYAT BÛYE’ 
 
Akbulut anî ziman ku Çam ji gurçika xwe jî nexweş e û du caran emeliyata gurçikê bûye û wiha got: “Her tim di gurçika wî de girik çêdibin. Ji ber girik tim lê sar e û havînan jî nikare germ bibe. Li milê çepê jî bêhêziyek her tim heye. Di çavên wî de pirsgirêkên dîtinê hene û ji ber kataraktê her du çavên wî emeliyat bûye. Di çavên wî de jî pirsgirêkên miopî û astigmatîzmê hene. Pirsgirêka wî ya bihîstinê heye û ev nêzî du sal in di bihîstinê de zehmetî dikişîne, tevî ku li nêzî wî bi dengekî bilind tê axaftin ji ber pirsgirêka bihîstina guhê wî yê rastê.”
 
‘NAYÊ DERMANKIRIN’ 
 
Akbulut destnîşan kir ku divê Çam li nexweşxaneyê bê dermankirin, lê li şûna wê tenê ew rakirin revîrê û wiha got: “Di beşê de tiştên ku hewcedariyên wî yên bingehîn bi cih bînin tune ne; jimartina li ser piyan tê ferzkirin û di jimartinê de bi cil û bergên wek pijama û şimik nayê jimartin. Bijîşkê ku emeliyata gurçikê Mehmet Emîn Çam kir got ku ‘girik dibe ku dûbare bibe û heke bibe divê demildest midaxaleyî girikan bê kirin'. Niha ev nexweşî dîsa derketiye holê. Di serdana malbata wî de; wan dît ku rû û çavên wî werimî bûn û jibîrkirin bi wî re dest pê kiriye. Tevî ku ji bo dermankirina wî serî li rêveberiya girtîgehê daye jî, ji bo tedawiya wî jî tiştek nehatiye kirin.”
 
DAXWAZA BERDANÊ 
 
Akbulut bal kişand ser nexweşiya giran ku li Çam peyda bûye û wiha got: “Eşkere ye ku Mehmet Emîn Çam ê ku divê bênavber bê dermankirin, ji ber temen û nexweşiyên xwe nikare li girtîgehê bijî. Ji bo hemû pêvajoyên tedawiyê bi awayekî saxlem û bênavber bimeşin, divê di demeke herî kurt de înfaza wî bê taloqkirin û bê berdan."
 

Sernavên din

17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje