Rêxistinên jinan ên Kurdistanê: Em ê tecrîdê bişkinin û Ocalan azad bikin

  • jin
  • 09:06 1 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Rêxistinên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin diyar kirin ku li dijî tecrîda girankirî bêtir pêwîstî bêtir bi tekoşîna jinan heye û gotin: "Heta ku Rêber Apo azad nebe pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin. Em tevgerên jin em soz didin ku em ê tecrîdê bişkinin." 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de berdewam dike. Herî dawî Ocalan, di navbera 2-22’yê Gulanê, di navbera 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parezerên xwe re hevdîtinê kiribû. Ji wê rojê heta niha jî destûra hevdîtinan a bi parêzeran re nayê dayîn. Abdullah Ocalan cara ewil di 27’ê Nîsana sala 2020’î de sûd ji mafê hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re girt. Piştî vê, gava têkildarî Abdullah Ocalan li ser medyaya civakî çend agahî hatin belavkirin, bertekên raya giştî zêde bûbûn. Li gel bertekan Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi ser telefonê axivîbû. Lê belê hevdîtina wan di nîvî de hatibû qutkirin. Ji wê rojê heta niha ku nêzî 3 sal qediyane, tu agahî ji Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veyseî Aktaş û Hamlî Yildirim nayê standin. 
 
Bertekên li dijî tecrîda girankirî li kolan, tax û bajaran dewam dikin. Li tevî vê bêdengiya saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî dewam dike. Tecrîda ku her ku diçe kûr dibe bi xwe re alozî, şer û pêvçûnan jî tîne. 
 
Ocalan ku 24 sal in rojbûna xwe di nava çar dîwaran de pêşwazî dike, îsal jî dê bi girseyî rojbûna wî li cihê ku lê ji dayik bûye, li Amarayê bê pîrozkirin. Jinên ku ji bo şikandina tecrîda girankirî li çar perçeyên Kurdistanê li hemû qadên jiyanê têdikoşin û li dora felsefeya jinê ya Ocalan xwe birêxistin dikin, der barê tecrîta girankirî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. 
 
TJA: TECRÎDÊ BI XWE RE GELEK NEYÎNÎ ANÎN
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tunç anî ziman ku bi girankirina tecrîdê tê xwestin ku şerê heyî kûrtir bibe û wiha axivî: "Ev 2 sal in ku li ser birêz Ocalan tecrîdeke girankirî heye. Ne bi malbata xwe re ne jî bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Ev çend sal e ku em tu agahiyê jê nastînin. Li tevî tecrîda girankirî bi awayekî keyfî cezayê disîplînê li birêz Ocalan tê birîn. Ya rastî ev tecrîd bi hilweşandina maseya muzakereyê kûrtir bû. Vê tecrîdê bi xwe re gelek tişt anîn. Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn yekem sedema pirsgirêk û aloziyan tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan e. Ji ber vê îro tu gel nikare bi awayekî azad doza mafê xwe bike, kes nikare bi awayekî azad li ser axa xwe bijî. Piştî pêvajoya çareseriyê di nava gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê de xetimandineke gelek mezin çêbû. Armanc jî ew bû ku her du gelan bînin hemberî hev. Dixwazin ku ew pira di nava gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê de hilweşinin. Dixwazin ku ev xeta ku hatiye çêkirin bênefes bihêlin. Ji ber ku dewlet dizane ger birêz Ocalan biaxive dê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn çareserî pêk bê, guhertin çêbibin. Dewlet dizane ku aştî û azadiya gelan li Îmraliyê dest pê dike. Dewlet naxwaze ku gelên Rojhilata Navîn bigihîjin van deskeftiyên xwe û ji ber wê jî bi qasî ku ji destê wan tê hewl didin ku Îmraliyê bêdeng bikin. Bêdengkirina Îmraliyê wan li ser pêyan dihêle."
 
'DIVÊ KU JIN DENGÊ XWE BÊTIR DERBIXÎNIN'
 
Tunçê diyar kir ku ji vê tecrîdê herî zêde jin bandor dibin û wiha domand: "Birêz Ocalan ji jinan re xetek daye avakirin. Ev xet jî paradîgmaya jinên azad e. Îro bi mîlyonan jin li dora vê paradîgmaya azad civiyane û li qadan li ber xwe didin. Bi vê paradîgmayê jinan serî rakir, li ber xwe dan û tekoşîna xwe heta roja me ya îro anîn. Dewlet jî dizane ku ev paradîgma ji nava çar dîwaran derkeve ew ê nikaribe ku pêşiya jinên azad bigire. Ji ber ku jinên kurd bi vê paradîgmayê dimeşin û bi saya vê paradîgmayê li ser lingan in. Dibe ku birêz Ocalan îro di nav çar dîwaran de be, lê ew paradîgmaya ku wî daye pêşiya me kêlî bi kêlî pêk tê. Her çi qasî bi tecrîdkirinê qirkirinên jinan, aloziyên civakî zêde bibin jî em li ber xwe didin. Şikandina vê tecrîdê ne hesan e. Lê bi têkoşîn û berxwedana xwe em ê bikaribin bişkînin. Şikandina tecrîdê her tim di rojeva me de ye. Çawa ku di gelek serkeftinan de me jinan pêşengtî kiriye, ev tecrîde jî dê bi destê me jinan bê şikandin. Ew hêz û bawerî di me de heye. Em ê vê 4'ê Nîsanê bikin roja şikandina tecrîdê. Em jin dê 4'ê Nisanê ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê. Banga me ji bo jinan; bên Amarayê û li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Îro di şexsê birêz Ocalan de tecrîd li ser jina ye, li ser paradîgmaya jinê ye. Ji ber wê divê em jin dengê xwe bêtir derxînin."
 
TAJÊ: TECRÎT DI ŞEXSÊ WÎ DE LI ÇAR PERÇEYÊN KURDISTANÊ YE
 
Ji Şengalê ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedelê jî bi lêv kir ku bi felsefeya Ocalan bi mîlyonan jin ji xewê rabin û ev tişt got: "Di şexsê Ocalan de li ser tevahiya gelên bindest tecrîteke girankirî heye. Ev tecrîd îro li ser her çar perçeyên Kurdistanê heye. Îro bi milyonan mirov di bin vê tecrîdê de ne. Îro ev tecrîd bandorê li her kêliyeke jiyana me dike. Divê pêşî li vê tecrîdê bê girtin û ji bo şikandina wê bêtir têkoşîn bê dayin. Em ê îradeya xwe bi destê tu kesî de bernedin."
 
Bedelê destnîşan kir ku tecrîd şer e, pêvçûn e û mirin e û wiha pê de çû: "Heger ku ev tecrîda girankirî tunebûna, îro Şengal nedihat bombebarankirin. Erka her jineke kurd e ku li hemberî vê tecrîdê rabe. Heta ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe divê em jin li malên xwe rûnenên. Ev tecrîd piralî ye. Ji ber wê jî divê jinên çar perçeyên Kurdistanê rabin ser pêyan û qadan terk nekin. Felsefeya Ocalan pêşiya jinan vekir. Bû sedem ku jin bikaribin mafê xwe bi dest bixin û ji bo mafê xwe tebikoşin. Ew jinên ku di civakê de tune dihatin hesibandin îro pêşengiya civakekê dikin. Ev bi saya Ocalan çêbû. Em hêvî dikin ku 4'ê Nîsanê bibe roja azadiya rêber Ocalan. 4'ê Nîsanê li her çar perçeyên Kurdistanê pîroz be. "
 
KONGREYA STAR: HETA EM WÎ AZAD NEKIN EM JÎ DÊ AZAD NEBIN
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa Mehmûdê jî bal kişand li ser rol û mîsyona Ocalan a li Rojhilata Navîn û wiha axivî: "Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Di qanûnên tu dewletan de tişteke wiha tune ye. Rêber Apo di girtîgehê de tecrîda li ser tecrîdê dibîne. Çima tecrîdê giran dikin? Ji bo îradeya gelên Rojhilatê Kurdistanê bişkînin, giran dikin. Lê îradeya gelê kurd bi van pêkanînan nayê şikandin. Îro bi mîlyonan kurd re ereb, suryan, tirkmen û çi gelê ku zor û zehmetî dîtine, îro daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Azadiya me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Heta ku Rêber Apo azad nebe pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin û azad nabe."
 
Mehmûdê ku got "Em tevgera jinê ya Rojavayê Kurdistanê em soz didin ku em ê tecrîdê bişkinin" axaftina xwe wiha domand: "Heta ku em vê felsefeyê azad nekin em ê azad nebin. Ew dewletên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin çima li hemberî vê tecrîdê xwe bêdeng dikin? Bi tecrîdê re êrîşên dewleta tirk ê bi çekên kîmyewî zêde dibin. Bi van êrîşan dixwazin ku îradeya li çiyê bişkînin. Bi şer, bombardiman û tunekirinê hewl didin ku îradeya kurd bişkinin. Lê ev îrade bi hêsanî nayê şikandin. Rewşa tenduristiya Reper Apo çawa ye, di rewşeke çawa de ye, em nizanin. Bi salan e ku tu agahî jê nayên standin. Îro tevahiya Rojhilat li ser pêyan e. Îro tevahiya gelên Rojhilatê Kurdistanê doza azadiya wî dike. Îro bi mîlyonan kes li ser pêyan in û doza rêber Apo dikin, doza azadiya wî dikin. Divê daxwazên gelên Rojhilat bên guhdarkirin û bên pêkanîn. Yê ku ev gel azad kir Rêber Apo ye, kesê ku xwedî li vî gelî derket Rêper Apo bû. Heta ku ev gel Rêberê xwe azad bibîne dê li ser pêyan be. Em bang li dewletên ku heq û hiqûqên mirovahiyê diparêzin dikin; heger ku heq û hiqûqa wan hebûya tecrîdê qebûl nedikirin. Em tevgera jinan dibêjin; heta ku Rêber Apo azad nebe em ê li ser pêyan bin. Heta ku em rêberê xwe azad nekin em jî dê azad nebin."
 
KJAR:BI PARADÎGMAYA WÎ SERHILDAN ÇÊBÛ
 
Ji Rojhilatê ji Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) Ferîba Şekohniyayê jî anî ziman ku paradîgmaya Ocalan li Rojhilat bû sedema serhildaneke nû û got ku hêza vê serdemê ya guhertinê bi jinan re heye û wiha axivî: "Ev 2 sal in tu agahî ji Rêber Apo nayên girtin û tevî hemû hewldan û daxwazên malbat û parêzeran jî bi ser neketin. Dewleta tirk gelek caran îdia kir ku li Îmraliyê tecrîd tune ye. Eger wisa be nehiştina hevdîtina malbat û parêzerên wî çi ye? Ocalan li pişt dîwaran jî, bi daxuyaniyan û diyarkirina helwesta xwe ya siyasî pêşengiya vê tevgera civakî kir. Ocalan tevî zextên fizîkî û derûnî, îşkenceyên giran jî berxwedan û sekneke bêhempa nişan da. Mafê gelê kurd parast. Di rastiyê de dewleta tirk û Erdogan bi tecrîdkirina Ocalan re dixwazin ku kurdan ji holê rakin. Rêber Apo ne tenê ji bo neteweya kurd ji bo yekîtiya hemû neteweyan tekoşiya û ji ber wê jî kesekî pir bi bandore. Helbet bandora wî li ser jinan jî heye. Bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' jina azad afirand û di rastiyê de paradîgmaya modernîteya demokratîk a pêşketî weke alternatîf hat rojevê."
 
Şekohniyayê wiha domand: "Di modernîteya kapîtalîst de jin weke giraniyeke bingehîn a afirandina dibîne û di nirxandinên xwe de jî diyar dike ku'bêyî azadiya jinê civak azad nabe' azadiya Kurdistanê azadiya jinê de dibîne. Û îro bi vê dirûşmeya ku wî afirand serhildanek çêbû. Di şoreşa Rojhilat de yek dengî ev dirûşme tê bilind kirin. Hebûna jinê hem li çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Navîn êdî gelekî girînge. Mînaka vê jî şerê li Kobanê û Şengalê ku bi çeteyên DAIŞ’ê re bû. Jinên kurd bi vê paradîgmayê xwe careke din îspat kirin.Yekîtiya Ewrupa di bin zextê de ye û ji bo wê jî li hemberî tecrîtê xwe bêdeng dike. Di rastiyê de divê jinên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo tekoşîna xwe mezintir bikin. Heta Rêber Apo azad nebe Rojhilata Navîn jî azad û aram nabe.4'ê  Nîsanê ne tenê rojbûna Rêber Apo ye, di heman demê de rojbûna neteweya kurd e. Ev roj destpêkeke nû ye. Hêvîdarim ku rojbûna wî bibe roja azadkirina wî. 4'ê Nîsanê li çar perçeyên Kurdistanê pîroz be."
 

Sernavên din

13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin