Li Bajarê Antîk ê Darayê hilweşîneke dîrokî

img
MÊRDÎN - Bi pejirandina Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê li Bajarê Antîk ê Darayê, di bin navê “Navenda Pêşwazîkirinê” avahiyeke beton hate avakirin. 
 
Li Bajarê Antîk ê Darayê yê dîrokî ku di salên 500’an ên Beriya Zayînê (B.Z.) hatiye avakirin û li gundê Dara yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê ye, avahiyeke beton hate avakirin. Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Avhewayê ji bo avahiya navborî di bin navê “Navenda Pêşwazîkirinê ya Ziyaretvanan a Orenyerî ya Dara ya Mêrdînê û Karê sererastkirina hawirdorê” de îhale pêk anî. Îhale bi 5 milyon û 910 hezar lîreyan dan fîrmaya bi navê Înşaeta DE-HAY’ê. Piştî îhaleyê înşaeta avahiyê hate temamkirin. Avahiya beton a di bin navê “Navenda Pêşwazîkirinê” de li herêma dîrokî ku qada SÎT’ê ye hatiye avakirin, rastî berteka zîyaretvanan tê. 
 
KEVIRÊN PARKE TÊN DANÎN
 
Ji bilî avahiya beton li cihê ku gorên ji keviran ên dîrokî lê heye, sererastkirina dîrokî tê kirin. Li vir jî kevirên parke tên danîn. 
 
Erdên li derdora Bajarê Antîk ê Darayê ne jî beriya niha dihat xwestin ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye ve ji îmare re bê vekirin. Lê li ser îtîrazan plankirina îmarê bi awayekî demkî hatibû sekinandin. 
 
ODEYA AVAHÎSAZAN DAXUYANÎ DA
 
Şaxa Odeya Avahîsazan a Mêrdînê ya girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ku bertek nîşanî pêkanînên li cihê dîrokî dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo aşkerakirina qadên nû yên li Bajarê Antîk ê Darayê xebatek nehatiye kirin û hat gotin, “Bajarê dîrokî terkî qedera xwe hatiye kirin.”
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Avahiya ku di bin navê Navenda Pêşwazîkirinê de hatiye avakirin, di dilê vê têkoşîna hebûnê de birînên kûr vedike. Li bajarê ku Qada Sît a Arkeolojîk a Asta Yekemîn e avahiya ku rêgezên çand û fenê serûbin dike bajarê me temsîl dike. Ji vê rewşê, niştecihên gund û mêvanên tên bajarê antîk jî bi awayekî cidî aciz in.”
 
Odeya Avahîsazan li dijî biryara Midûriyeta Bajêr a Çand û Tûrîzmê û Desteya Parastina Mîrateya Çandî ya Herêmê ku destûrê dide avahiyek bi vî rengî ya li bajarê qedîm bê avakirin nerazîbûn nîşan da û wiha dewam kir: “Li Qada Sît a Arkeolojîk a Asta Yekemîn e, ne pêkan e ku li bajarê mezin ê antîk projeyeke bi vî rengî were erêkirin.”
 
Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Ji bo sererastkirina vê rewşê divê demildest gavên pêwîst bên avêtin.”
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye