Bi ruhê 31’ê Adarê ber bi 14’ê Gulanê ve: Êdî serdema AKP-MHP’ê bi dawî bû

img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî da zanîn ku AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de têkçûna herî mezin jiyaye û wiha got: “Dê heman stratejî di 14’ê Gulanê de jî derkeve holê. Û dê îktîdara AKP-MHP’ê dîsa têk biçe.” 
 
Piştî têkçûna di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de, AKP’ê têkçûna duyemîn jî di hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 2019’an de jiya. Bi ser wê hilbijartinê re 4 sal derbas bûn. Li gorî encamên hilbijartinê; Tifaqa Milet ku ji CHP û Partiya Îyî pêk tê, di serî de bajarên Enqere û Stenbolê, gelek bajarên mezin ên weke Edene, Antalya û Mêrsînê bi dest xistin. Îktîdara AKP-MHP’ê, di vê hilbijartinê de ji ber stratejiya HDP’ê têk çû û derbekî giran xwar. 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Berpirsyar ê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî da zanîn ku siyaseta HDP’ê ya di hilbijartina 31’ê adarê de dê di vê hilbijartinê de jî derkeve holê û bi îktîdara AKP-MHP’ê bide windakirin. Tîryakî, axaftina xwe wiha domand: “Di 20 salên îktîdarê de ji bo AKP’ê qonaxa herî girîng, hilbijartina 31’ê adara 2019’an bû. Cara ewil di hilbijartina 7’ê Hezîranê de nekarin bi tena serê xwe bidin îktîdar. HDP weke partî ketibû hilbijartinê û bend derbas kiribû. Yek ji mezintirîn derbê li AKP’ê hatiye xistin jî ev bû. Di esasê xwe de mirov dikare bibêje, bedela terikandina pêvajoya çareseriyê û dûrketina ji çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bû. Di hilbijartina 31’ê Adarê de jî AKP’ê duyemîn mezintirîn têkçûna xwe jiya.”
 
STRATEJIYA HDP’Ê YA DIDE WINDAKIRIN
 
Bi domdarî Tîryakî got ku AKP bi saya mîrasa şaredartiya bajarên mezin bû îktîdar û ev tişt anî ziman: “Lê belê demek piştre gel li dijî hev sor kir, otorîter bûn û ber bi rejîma yekzilamî ve çûn. Têkçûna xwe ya duyemîn bi saya stratejiya HDP’ê di 31’ê Adarê de jiyan. HDP’ê hewl da li bajarên kurdan bi qasî ji dest tê şaredariyan qezenc bike û ji hêla siyasetê ve bersivê bide û li bajarên mezin jî stratejiya ku bi AKP-MHP’ê dide windakirin meşand. Û ev stratejî bi ser ket. Tevî ku HDP parçeyeke Tifaqa Milet nebû jî bi wan da qezenckirin. Digotin qey em êdî li bajarên kurdan tu şaredariyan bi dest naxin lê ev siyaseta wan jî têk çû. Bi vî awayî me bersiv da siyaseta qeyûman û rejîma yekzilamî. Heke îro hêviya serkeftinê di muxalefetê de ava bibe, bingeha wê jî ev rastiya HDP’ê ye”.
 
'NE RESTORASYON LÊ RÊYA SÊYEMÎN’
 
Di berdewamê de Tîryakî diyar kir ku HDP’ê ji bo serokkomariyê namzet dernexist û wiha pê de çû: “Dê stratejiya 31’ê Adarê ji bo 14’ê Gulanê jî derbasdar be. Ev stratejî dê bide qezenckirin. Wê demê HDP’ê tu daxwazên şênber ji şaredariyên CHP’ê nekirin. Em îro jî daxwaza wezaretan nakin. Em ne li gel siyaseta statûkoparêz a AKP-MHP’ê ne û ne jî li gel siyaseta restorasyonparêz a Tifaqa Milet in. Em xwe weke Rêya Sêyemîn pênase dikin ku nûnertiya hemû bindest, bawerî û gelan dike. Em li dijî AKP-MHP’ê têdikoşin û reqabeta me bi Tifaqa Milet re heye.” 
 
'EM Ê BIBIN PARTIYA DIYARKER’
 
Tîryakî, diyar kir ku armanca wan ew e ku hejmareke zêde ya parlamenteran bi dest bixin û wiha derbirî: “Armanca me ya ewil ew e ku li parlamentoyê bibin partiya diyarker. Bi rastî jî dixwazin bibin nifteya deriyê demokrasiyê. Tekane daxwaza me ew e ku ev welat demokratîk bibe, pirsgirêka kurd û yên din bi rêbazên demokratîk û aştiyene bên çareserkirin. Divê pirsgirêkên welat li parlamentoyê bên çareserkirin. Rêvebirina welat a ji hêla kesekî ve çiqas xelet be, rêvebirina welat a yekser ji hêla Enqere û parlamentoyê ve jî xelet e. Me ji bo xurtkirina rêveberiyên herêmî pêşniyar kiribûn û divê demokrasiya herêmî were xurtkirin. Em ê li parlamentoyê ne rêveberiya navendî lê ji bo xurtkirina demokrasiya herêmîe têbikoşin.” 
 
'SERDEMA AKP-MHP’Ê BI DAWÎ BÛ’
 
Tîryakî, diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê mecbûr in encamên hilbijartinê qebûl bikin û wiha bi dawî kir: “Êdî ji hêla dîrokî ve serdema AKP-MHP’ê bi dawî bû. Dê di demekî pir kin de li dîroka vî welatî rûpeleke nû vebe. Dibe ku îtîraz bikin lê bawer bikin muxalefet ji bo vê jî amade ye. Weke Tifaqa Ked û Azadiyê heke em bi hev re xebateke baş bikin, ne 100 parlamenter lê em ê 112 parlamenteran derxînin. Hemû pêkhateyên HDP’ê, Partiya Çep a Kesk baş nas dikin. Hilbijêrên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê amade ne.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

30/12/2025
22:24 Ji bo Abdullah Ocalan stranekî nû
22:06 Li Mûşê şeva dengbêjiyê diyariyê Mîr Perwer hat kirin
20:19 HSD: Me bersiva êrişa li dijî Bendava Tişrînê da
16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin