Parêzerê Ocalan ji partî û tifaqan re got: Gelo dê helwesta we derbarê Îmrali de çi be?

img
STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî bal kişand ser agahî negirtina ji Îmraliyê û ji partî û tifaqan pirsa helwesta wan a derbarê pergala tecrîda Îmraliyê kir. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û bi binpêkirina hiqûqa neteweyî û navneteweyî 24 sal in di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin, 2 sal in tu agahî jê nayê girtin. Her wiha hevdîtina malbat û parêzeran jî li gel Ocalan û girtiyên li gel wî Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar jî tê astengkirin.
 
Herî dawî Mehmet Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de bi telefonê ku hatibû qutkirin sê çar deqîqeyan li gel kekê xwe Ocalan hevdîtin kiribû. Ji wê demê heta niha 274 caran serlêdanên parêzeran ji bo hevdîtinê kirine û nehatine redkirin an jî bersiva wan nehatine dayîn. Parêzer her hefte parêzer û malbat serlêdana hevdîtinê dikin, lê hê jî bê bersiv nehatiye dayîn. Ji parêzerên Ocalan, Cengîz Yureklî bal kişand ser agahî negirtina ji Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku 24 sal in li Îmraliyê miwekîlê wan di nava şert û mercên  îşkenceyê de ye û têkiliya wî û cîhanê ji hev hatiye qutkirin. 
 
‘DIVÊ ÊDÎ AZAD BIBE’ 
 
Yureklî destnîşan kir ku divê pergala li Îmraliyê were betalkirin û wiha got: “Pêwîste azadiya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin. Ev jî bi piştevaniya gelan mimkûn e. Divê em ji hemû gelan û raya giştî ya Tirkiyeyê re qala azadiya birêz Ocalan bikin.”
 
‘SIYASET ROLA XWE PÊK NAYÎNE’ 
 
Yureklî bal kişand ser serdana namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû ku li gel HDP’ê hevdîtin kir û wiha got: “Kiliçdaroglû ji bo çareseriya pirsa kurd Meclisê Nîşan da. Axaftina Kiliçdaroglû girîng bû. Lê bi tena serê xwe tu wateya wê nîne. Jixwe berê birêz Abdullah Ocalan bi îsrar digot divê çareseriyê Meclis be û Meclis biryara çareseriyê bigire. Em dikarin bêjin ku birêz Ocalan viya li Meclisê ferz dikir. Heke muxalefet û siyasetmedaran guh bidana van bangên birêz Abdullah Ocalan wê ev çend salên alozî nebûna. Dîroka Meclisê ji dîroka Komarê kevntir e. Heke çareser bûbûya çim heta îro çareser nebûye?”
 
CIHÊ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD
 
Yureklî bal kişand ser wê yekê ku heke mijar biçe Meclisê divê Abdullah Ocalan jî wek aliyekî bê dîtin û wiha got: “Îro hemû qad birêz Ocalan nîşan didin. Bêyî birêz Ocalan ev mijar dê çawa were nîqaşkirin? Yê ku pirsgirêka kurd bi navê ‘Tune ye’ eşkere kir û anî asta çareseriyê, Abdullah Ocalan e. Yê ku çareser bike jî ew e. Gelê kurd wê çareseriya bêyî Ocalan qebûl bike? Helbet Meclis wê biryarên pêwîst bide, lê muxatab jî di vî warî de esas bê girtin. Çareyek din ne mimkûn e. Ku nebe, wê bibe xwe xapandin. Ev ne pirsgirêk e ku bibe qurbana berjewendiyên rojane. Partiya ÎYÎ partiyeke ku dikare peşkê li lêgerîna çareseriyê bixe û asteng bike ye. Di vê rewşa Tifaqa Millet de wê ji bo gav avêtina çareseriya pirsgirêka kurd dûr bimîne. Partiya ÎYÎ ku ji bo vê tifaqê di 'polîtîkaya şer' de bi îstîkrar bihêle hatiye avakirin." 
 
RAPORA CPT 
 
Yureklî bal kişand ser geşedanên piştî serdana CPT’ê ya herî dawî ya li Îmraliyê jî û bertek nîşan da ku rapora serdanê hîna nehatiye eşkerekirin. Yureklî anî ziman ku mafê CPT'yê ye ku derbarê Îmraliyê de ji raporê wêdetir daxuyaniyê bide û heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn û daxuyanî nedana CPT'yê bi atmosfera siyasî ve girêda. 
 
PIŞTÎ HILBIJARTINÊ DÊ ÇI BIBE 
 
Yureklî diyar kir ku divê hemû mûxalefet ji bo rakirina pergala li Îmraliyê bikeve nava liv û tevgerê û got: “Ji ber ku hûn behsa hiqûqê dikin, divê hûn vê bikin. Helwesta we ya li dijî Îmraliyê wê çawa û çi bebe? Her kes behsa demokrasî û hiqûqê dike. Di rewşeke ku tecrîd û îşkence berdewam dike de hûn behsa kîjan qanûnê û hiqûqê dikin? Îktidar viya bi rê ve dibe. Îcar hûn li dijî wê çi dibêjin? Hûn ji bo vê rewşa îşkenceyê ya ku bi tevahî li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî ye û li pêşberî civakê pêk tê çi dibêjin? Divê her kes vê bi zelalî bibêje. Em vê dipirsin, gelo dê piştî hilbijartinê jî pergala tecrîdê berdewam bike?” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin