Dayikên Cizîrê: Divê Tirkiye jî dest ji êrişên xwe berde

  • jin
  • 09:03 31 Adar 2023
  • |
ŞIRNEX - Dayikên Cizîrê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk dan ku tevî biryara KCK'ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî êrişên xwe didomîne û got: "Êrişan bisekinînin." 
 
Piştî erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de bi pileyên 7.7. û 7.6 ku bandor li gelek bajaran kir û zêdetirî 50 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan, KCK'ê daxuyand ku wan heya demekê çalakiyên xwe yên leşkerî daye sekianndin. Çend roj berê Hevseroka KCK'ê Besê Hozat daxuyand ku vê biryara xwe taloqî heya hilbijartinên 14'ê Gulanê kirine. Lê belê tevî vê biryara KCK'ê jî hêzên tirk li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe êrişên xwe yên li dijî hêzên HPG’ê yên di pozîsyona parastinê de ne didomînin. 
 
Dayikên Cizîrê bertek nîşanî berdewamkirina êrişan dan û bang kirin ku demildest ev êriş bên sekinandin. 
 
'HEKE MISILMAN BÛYA ÊRÎŞ NEDIKIR'
 
Ji dayikan Nafiye Kuçuk (57) anî ziman ku biryara bêçalakîtiyêyê hêviyeke nû li wan peyde kiriye û wiha axivî: "PKK jixwe şer nake, lê dewleta dagirker her roj diçe êriş dike. Dewleta tirk tevahiya Kurdistanê bombarduman dike. Pîr û zarokên wan qetil dike. Çi heqê wan heye ku vî tiştî dikin? Edeleta vê dewletê nîn e. Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin. Kurd bi kuştin û girtinê xelas nabin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin. Dibêjin em misilman in, heger ku misilman bûna di vê meha Remezanê de êriş nedikirin. Em şer naxwazin, em heq û hiqûqê dixwazin. PKK'ê ji ber erdhêjê şer nake û da sekinandin. Em naxwazin ne kurd, ne tirk û ne jî ereb bên kuştin. Em dixwazin çareserî çêbibe. Kezeba me şewitî, em naxwazin kezeba dayikeke din bişewite. Îmana vê dewletê de nîn e. Heger ku îmana wê hebûya di vê meha Remezanê de êriş nedikir. Heke ku îmana wan hebûya dema ku PKK'ê biryara bêçalakîtiyê girt, wan êriş nedikir. Dewletên biyanî jî ji vê biryarê çavê xwe girtine. Em daxwaza aştiyê dikin. Bila Tirkiye van êrişên xwe bide sekinandin." 
 
'DIVÊ TIRKIYE JÎ BIDE SEKINANDIN'
 
Ji dayikan Zeynep Yilmazê (58) jî got ku heke dewleta tirk di aştiyê de dilsoz be divê vê biryarê esas bigire û wiha got: "Em kuştinê naxwazin. Êdî bes e zarokên me dimirin. Dewlet tenê bi gotina xwe dike. Em şer naxwazin, kuştinê naxwazin. Bila bes dayik bigirîn. Divê dewleta tirk jî vî şerî bide sekinandin. Wan ev şer da sekinandin, divê dewleta tirk jî vî şerî bide sekinandin. Divê Tirkiye jî agirbestê ragihîne. Di erdhejê de ew qas mirov mirin, hîna jî nikare bêje em vî şerî bidin sekinandin. Em naxwazin tu kes bê kuştin. Em naxwazin ji tu aliyan de kuştin çêbibe. Her roj çavên me lê rê ye. Em naxwazin êdî mirinê bibînin. Divê dewleta tirk bersiv bida vê biryarê û wê jî şer bida sekinandin. Ji şer pêvtir tiştekî din nizanin. Ji şer re êdî bes e. Çekan bêdeng bikin." 
 
'DÊ HETA KENGÎ ÇAVÊ ME LI RÊ BE?'
 
Ji dayikên Cizîrê Fatma Akçayê (68) diyar kir ku tişta ku di vê pêvajoyê de pêwîst aştî ye û ev tişt anîn ziman: "Bila êdî bes kezeba dayikan bişewite. Bila êdî aramiyek bikeve cîhanê. Bila piçek rehma Erdogan jî hebe. Em naxwazin ev şer çêbibe. Em dixwazin ku zarokên dayikan êdî vegerin malên xwe. Ma heta kengî ev şere dê berdewam bike, heta kengî dê çavê dayikan lê rêyan be? Em naxwazin tu nexweşî di navbera her du aliyan de çêbibe. Erdogan dê her bigotina xwe biçe. Em çi qas bibêjin bes e, ew ew qasî zêde dike û çi qasî ji destê wî tê dike. Bila Erdogan bisekine."
 
'ÇIMA PKK DISEKINE EW NASEKINE?' 
 
Ji dayikan Safiye Karayê (58) bertek nîşanî berdewamkirina êrişên Tirkiyeyê da û ev tişt gotin: "Erdogan zalimek e û çi dixwaze wê dike. Bila di cihê xwe de bisekine. Ma dinyayê nabîne, ma kor e? Bi wan bombeyên xwe feqîr û jaran qetil dikin, malên xelkê talan dikin. Çi heqê wî li ser xelkê heye? Lê binêre çi hat serê dinyayê. Erdhêj çêbû û ew qas alîkarî ji wan mirovan re hat, lê wî hemû kom kir û li ser navê xwe belav kir. Zarokên xelkê guneh in. Dê heta kengî zarokên xelkê bikuje? Dê heta kengî ev gel bindest bin. Bila lingê xwe bikêşe bin xwe û li cihê xwe rûnê, bes xelkê bikuje. Çima PKK şer disekinîne ew nasekinîne? Ew dibêje ez mezinê gelekî me Ne mezinê gelan e, mezinê berika xwe ye. Devê wî beş e û weke guriyan e." 
 
'ÇAWA PKK'Ê DA SEKINANDIN BILA EW JÎ BIDIN SEKINANDIN'
 
Ji dayikan Zeynep Ergenê (69) jî xwest ku şer bê sekinandin û got: "Em aştiyê dixwazin. Bila bes dayik bigirîn. Heta ku qencî hebe divê xirabî nebe. Em ji aştiyê pêvtir tiştekî din naxwazin. Weke her kesî em jî dixwazin ku aştiyek bikeve cîhanê. Bi xirabiyê tiştek çênabe. Mirov li cihê xwe sekinîbe û yek bê êriş bike nexweş e. Lê em dîsa jî dibêjin aştî. Hiqûq nîn e, heq nîn e. Çawa ku PKK'ê daye sekinandin divê ew jî bidin sekinandin."
 

Sernavên din

13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Têkildarî rewşa girtiyan li Amedê daxuyanî tê dayin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist HATE NÛKIRIN
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye HATE NÛKIRIN
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin