Ayşe Efendî: Em dixwazin Serok careke din li Kobanê hembêz bikin

RIHA - Ayşe Efendî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 1980'yî de nas kiriye destnîşan kir ku ji bo tecrîda li ser Ocalan bê şikandin pedivî bi çalakiyên girseyî heye û wiha got: "Em dixwazin Serok careke din were û em wî li Kobanê hembêz bikin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15 Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de bi awayekî giran tê tecrîdkirin. 
 
25 sal di ser derketina Abdulllah Ocalan re a ji Sûriyeyê, derbas bûn. Di van 25 salan de li Sûriyeyê gelek tişt guherîn û piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê kurd û gelên din ên li Sûriyeyê li ser fikir û ramanên Ocalan pergaleke nû ava kirin. Li ser paradîgmaya Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê li Suriyeyê pergaleke nû ava bû. 
 
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herême Firatê Ayşe Efendî ku bi navê Dayika Kobanê tê naskirin û gava Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan derbasî Sûriyeyê bûye ew nas kiriye, bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û behsa wê dema hevnasînê ya bi Ocalan re kir. 
 
DI 22 SALIYA XWE DE OCALAN NAS KIRIYE
 
Efendî, diyar kir ku di salên 1980'yî de dema ew li Helebê xwendekareke 22 salî bûye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kiriye û wiha qala wan rojan kir: "Serokatî hatibû Helebê, sersal bû. Bi gel re civînek dihat lidarxistin û em jî wê deme ji bo Serok bibînin beşdarî civînê bûn. Serok li ser çand û hunerê axafî. Li ser çanda kurdan, çanda kurdan çawa pêşketiye, divê çawa çand ji bîr nebe, girêdana çand û lorandina dayikan a bi zarokên xwe re. Min digot ez ê çawa Serokatî bibîni, dema min ew dît ez ê çi bêjim? Min nekarî pê re biaxivim. Ji aliyê axaftinê û seknê ve heybeteke Serokatî hebû. Yek bi yek çavê xwe digerand, dixwast kesên derdorê nas bike. Dîtina Serokatî ji me re şensek bû."
 
'PARADÎGMAYA OCALAN HER ÇAR ALÎ GIHANDIN HEV DU'
 
Efendiyê anî ziman ku Ocalan bi paradîgmaya xwe çar aliyên Kurdistanê gihandiye hev du û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em ji gelê ereb re qala Serokatî dikin, dibêjin divê me jî hê zûtir Serokatî nas bikira. Me rexne dikin ku dema Serokatî li vir bûye çima me ew bi ereban nedaye naskirin. Çawa Serok bi paradîgmaya demokratîk her çar aliyên Kurdistanê gihandine hev du û heq û hiquqa jin ê da naskirn, em jî çi qas gotinên Serokatî guhdar dikin ew qasî fikiran jê derdixin. Meriv çi qas dixwîne, nêrîna meriv eq qas kûr dibe."
 
'PARADÎGMAYA WÎ JI BO HEMÛ DINYAYÊ YE'
 
Efendiyê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku paradîgmaya Ocalan ji bo hemû gelan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha projeya Xwerêveberiyê ku li Rojava tê meşandin jî projeya Serokatî ye, ev proje û paradîgma ji bo hemû dinyayê ye, divê hemû kes bixwîne û fêhm bike. Ev jî bi taybetî mîrasa gelê kurd e. Çareseriya Rojhilata Navîn di destê Serokatî de ye. Lê her çi qas hevdîtin pêk neyên jî gotin û nêrînên Serokatî di pirtûkan de hene, meriv dikare li ser vê yekê xwe perwerde bike."
 
'KOMPLO TÊK ÇÛ'
 
Efendiyê destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan bi berxwedanê têk çûye û wiha got: "Bi salan li ser girtina Serokatî plansazî kirine. Hemû dinya li ser Serokatî bû yek û ew radestî tirkan kirin. Û girtina Serokatî li hemû dinyayê deng veda. Girtina Serokatî xemgîniyeke mezin bû, lê gelê kurd li dijî vê yekê bû yek. Bi dehan kesan xwe şewitand. Lê ev komploya navneteweyî ji bibin ket, yekbûna gelê kurd û li her derê naskirina Serokatî, berxwedana gel a li zindanan û derve ev komplo têk bir. Lê em rexnedayina xwe didin ku heta niha me nikaribûye azadiya fizîkî a Serokatî pêk bîne."
 
'EM SEROK LI KOBANÊ HEMBÊZ BIKIN'
 
Di dawiya axaftina xwe de Efendiyê bi lêv kir ku ji bo azadiya fizikî ya Ocalan divê li her derê çalakî bên li darxistin û got: "Banga me ji hiqûqnas û tevahiya gel ev e ku di nav hewldanan de bin û gelê kurd jî çalakiyên xwe hê bêtir xurt bike û li ber xwe bide û bi Serokatî re yek be. Bila gelê kurd jî berxwedana xwe xurt bike, pêşketinên nû bike ku em bikarin azadiya Serokatî ya fizîkî pêk bînin. Çawa cara ewil Serokatî hat Kobanê, bila cardin were û em serok cardin li Kobanê hembez bikin."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome