Li Wanê bazar vala ne: Em bi 100 lîreyî tenê dikarin 2 lîmon, 3 kartol û 4-5 xiyaran bikirin

WAN - Şêniyên Wanê bertek nîşanî bihabûna fiyetên fêkî û zebzeyan dan û gotin: "Em bi 100 lîreyî tenê dikarin 2 lîmon, 3 kartol û 4-5 xiyaran bikirin."
 
Polîtîkayên şer ên desthilatê krîza aborî kûrtir dikin. Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di meha sibatê de enflasyona salane ji sedî 55,18 û Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî rêjeya enflasyonê ya salane ya meha sibatê ji sedî 126,91 eşkere kir. Li Tirkiye û Kurdistanê ku roj bi roj hêza kirînê ya gel kêm dibe. Gel dibêje ku ji ber vê ne dikarin tiştekî bikirin ne jî bifroşin. Li Wanê esnaf û welatiyên sûkê ji fiyetên biha yên bazarê gazinan dikin. Ji ber vê bihabûnê hema bibêje bazar vala ne. 
 
‘MILET BIRÇÎ YE BIRÇÎ!'
 
Nacî Dîndar diyar kir ku ew bi salan e bazarger e û yekem car tiştekî wiha dîtiye û got ku ên dibin sedema vê jî rêveberên Tirkiyeyê ne. Dînar, ev tişt anî ziman: "Tu li cîhanê welatekî bi qasî Tirkiyeyê xweş nabînî, lê welat ji aliyê serdestan ve bûye kafirkeratî. Welatî bi sedema erzaniyê tên bazaran lê bi heban firingiyan dikirin. Ew têr in, meaşê wan zêde ye, rihet in, dernakevin kolanê li halê kolanê mêze nakin. Em di meha Remezanê de ne, em di meha bereketê de ne, lê mirov birçî ne. Ne xema desthilatdarê ye, ji lew re ji wan tirê her kesê mîna wan têr e. Fiyet pir biha nee, hêza kirînê kêm e. Ez bazarger im, lê ez nikarim ji bo mala xwe zebze bistînim. Milet birçî ye birçî!"
 
‘ZILAMÊ DEWLETÊ BI RÊ VE DIBE DINYA ŞÊLAND'
 
Feleknas Cengîzê jî anî ziman ku jin dema ji bo alvêrê dertên, tenê li fiyetan mêze dikin û cardin berê xwe didin malê û wiha got: “Mirov tî û birçî ye, tenê li fiyetan dinêre û diçin. Çima ev birçîbûna milet nayê fêmkirin? Vî zilamê ku dewletê bi rê ve dibe dinya şêland, xera kir. Divê ev desthilat biguhere. Em nikarin tu tiştî bikirin. Malbatên deh kulfetî di vê krîzê de çawa debara xwe dikin, qey qet li halê wan napirsin? Em têr in, lê cîranê me birçî ye. Em nikarin debara xwe bikin, divê wisa berdewam neke. Kîloya pîvazan 20 TL ye." 
 
‘DU LÎMON 5 TL’
 
Têkildarî mijarê Fatma Erenê jî diyar kir ku roj bi roj fiyet biha dibin û wiha domand: "Ez ji bo alvêrê hatim û min bi 5 lîreyan du lîmon stendin. Ez bi 100 TL'yî hatim bazarê û niha destvala diçim malê. Berê min dikaribû bi 100 TL'yî gelek tişt bikiraya, niha em tenê dikarin du lîmon, sê kartol û çar-pênc xiyaran bikirin. Ne kar û bar, ne jî dahat heye."
 
‘HÊVIYA ME HILBIJARTIN E'
 
Ji şêniyan Huseyîn Yîgît jî anî ziman ku gava li halê bazarê mêze dikin krîza li Tirkiyeyê baştir fêm dikin û got ku ji ber zeman hêza kirînê roj bi roj kêm dibe. Yîgît, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî mirov nikarin ji bo mala xwe fêkî û sebzeyan bikirin. Bi salan e ez vî karî dikim û min qet tiştekî wiha nedîtibû. Mirov tenê li fiyetan dinerin û diçin. Destvala diçin malê. Hêviya me hilbijartin e û em hêvî dikin ku rewş piştî hilbijartinê baş bibe."
 
‘EM NIKARIN KÎLOYEKE FIRINGIYAN JÎ BIKIRIN'
 
Cemîl Înan jî destnîşan kir ku Tirkiye di nava krîzeke giran de ye û got: “Mirov nikarin ji xwe re tiştan bikirin. Krîzeke giran heye; em nikarin kîloyek kartol jî bikirin. Xwediyên vê desthilatê ji bo xatirê kursiyên xwe mirovan ber bi xizaniyê ve dahf didin. Di vê heyamê de hindik maye mirov ji birçîna bimirin.” 
 
Derheqê mijarê de welatiyê bi navê Ahmet Kahraman jî bi lêv kir ku wî li marketê li fiyetê kîloyek toraq pirsiye û wiha bertek nîşan da: "Ji min re gotin 50 TL, li meydanê jî 35 TL. Rêveber tenê kedxwariyê dikin. Kes feqîran nabîne û nabihîse. Mirov nikarin xweşikî tiştekî bikirin. Du sal berê min ji bo 20 kesî bi 200 lîreyî alvêr dikir, niha bi heman pereyî an jî zêdetirî wî têm bazarê, lê deyndar vedigerim malê. Amûrên ku em dikirin têra me ya hefteyekê jî nakin."
  
‘EZ NIKARIM GOŞT BIKIRIM'
 
Îzzet Semo jî anî ziman ku rewşa bazargeriyê ne tu rewş e û got ku ne kirîn heye ne jî firotin. Semo da zanîn ku kîloya goşt bûyee 150 TL û got: "Min îsal ji bo malê goşt nekiriye, min di Remezanê de jî nekiriye."

Sernavên din

13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Têkildarî rewşa girtiyan li Amedê daxuyanî tê dayin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist HATE NÛKIRIN
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye HATE NÛKIRIN
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin