Partiya Çep a Kesk: Em ê sedsala duyemîn bikin sedsala Komara Demokratîk

img

ENQERE - Partiya Çep a Kesk di Beyannameya Hilbijartinê de hilbijartinên 14’ê Gulanê weke qonaxeke diyarker pênase kir û wiha got: “Em ê sedalala duyemîn a komarê bikin sedsala Komara Demokratîk.” 

 
Partiya Çep a Kesk starta Hilbijartinên Serokkomarî û Giştî bi eşkerekirina Beyannameya Hilbijartinê da. Beyanname, bi civîneke lansman a li hotêleke Enqereyê hate eşkerekirin. Beyanname weke pirtûkçeyekê hate çapkirin û li ser berga wê jî dirûşma Partiya Çep a Kesk a “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” heye. Di serî de pirsgirêka kurd, di beyannameyê de sozên ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt cih digirin û ji 4 beş û 50 sernavan pêk tê. 
 
HILBIJARTIN QONAXEKE DIYARKER E
 
Di ketina beyannameyê de tê gotin ku li cîhanê krîzên aborî û şerên hegemonyayê tên kirin û hatiye destnîşankirin ku li Tirkiyeyê jî di serî de pirsgirêka kurd, ji ber ku pirsgirêkên dîrokî, civakî û siyasî nehatine çareserkirin, krîzên piralî hêj girantir bûne. Di beyannameyê de hat diyarkirin ku di dîroka sedsalî ya komarê de hilbijartinên herî krîtîk tên kirin û wiha tê gotin: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê dê bibin qonaxeke diyarker. Civak dê pêşeroja xwe hilbijêre.” 
 
DU VEBIJÊRK HENE
 
Bi domdarî di beyannameyê de tê gotin ku li pêşiya gelên Tirkiyeyê du vebijêrk hene û ev nirxandin tê kirin: “An em ê pêşî li ber faşîzmê bigirin an jî dê faşîzm hêj bêhtir xwe sazûman bike. Em li ber biryardayînê ne. Em ê hem ji faşîzmê re bibêjin êdî bes e, hem jî weke temînata demokrasî, azadî û pêşeroja wekhev di Meclisê de hîn xurtir cih bigirin.”
 
XIRABEYA SIYASÎ DERKET HOLÊ
 
Di beyannameyê de hat bibîrxistin ku di erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê de li 11 bajaran wêraniyeke mezin çêbû, bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û ev tişt hatin destnîşankirin: “Êşa me êşeke giran, şîna me hêj didome. Erdhej, tenê bi hilweşandina bajarên me, bi kuştina mirovên me bisînor nema. Di heman demê de xirbeyên siyasî yên îktîdara AKP-MHP’ê rê li ber vekirî jî derxist holê. Hilweşîneke mezin e, êş pir kûr in. Di erdhejê de ji bo jiyana mirovan 72 saet pir girîng in lê îktîdar li holê xuya nedikir. Li dijî vê, civakên me piştevaniyeke xurt nîşan dan û nîşan didin. Mîna wê piştevaniyê, em niha hîn bêhtir xurt in û em ê bi hev re xwe ji bin xirbeyên siyasî, aborî û civakî yên vê îktîdarê afirandin rizgar bikin. Vê erdhejê careke din nîşan da bê ka rêveberiya xwecihî çiqas jiyanî û girîng e. Her wiha careke din nîşan da bê ka navendparêzî çiqas li cewhera civakê naye.”
 
SEDSALA KOMARA DEMOKRATÎK
 
Di berdewamê de hat gotin ku Partiya Çep a Kesk dê bi hilbijartinan re, sedsala Komara Demokratîk jî bide destpêkirin û beyanname wiha dom kir: “Komara Demokratîk, bi Neteweya Demokratîk pêkan e. Di Neteweya Demokratîk de hemû nasnameyên nîjadî, çandî û baweriyan bi awayeke wekhev û azad bi hev re hebûna xwe didomînin, hebûna wan bi destûra bingehîn hatiye mîsogerkirin û îfadeya demokratîk a civakê ye. Komara sedsalî ku ji demokrasiyê, ji îradeya gelan ditirse û direve, li ser bingeha yekperestiye xwe sazûman kir. Siyaseta red û înkarê, pirsgirêka kurd hîn mezintir kir. Dîroka komarê bi mînakên her cureyên vesayetên leşkerî û sivîl, ataerkî, zext, qedexe, derbeyên siyasî, binpêkirinên mafên mirovan, xespkirina îradeyê û tunehesibandina daxwazên civakî re tije ye. Komara ku nekarî demokratîk bibe, bi pergala xwe ya aboriyê ya ku xizmetê ji patron û nokeran re dike, di roja me de veguheriye xirbeyeke siyasî û sazûmanî. Em ji bo guherandina vê pergala ku kedkaran û gelemperiya civakê xizantir û patronan hîn bêhtir dewlemend dike têdikoşin. Li dijî vê pergala xwe dispêre kedxwariyê, em ê komareke ku azadiya kedê diparêze ava bikin. Di destpêka sedsala duyemîn de em ji bo avêtina hîmê Komara Demokratîk tên.” 
 
ÇARESERÎ: GUHERÎNA DEMOKRASIYA RADÎKAL
 
Bi domdarî di beyannameyê de ev tişt hatin parvekirin: “Ji bo pêşeroja demokratîk a gelên Tirkiyeyê û rizgariya ji pergala pirkrîzî ya îktîdara AKP-MHP’ê, rêya çareseriyê guherîna demokrasiya radîkal e.  Çareserî, ne guherîna muxalefet û îktîdara di nava pergalê de ye. Çareserî, Rêya 3’yemîn e, Komara Demokratîk e ku dê jiyana nû ava bike. Di pergaleke siyasî ya piranîparêz de em ê demokrasiya xwecihî, civaka demokratîk û ekolojîk, wekheviya zayendê, mafên azadî û mirovan weke rêgez esas bigirin û Komara Demokratîk ava bikin. Em ê sedsala duyemîn a komarê bikin sedsala Komara Demokratîk ku dê tevlibûn, muzakere û lihevkirinê esas bigire, maf û azadî bi awayekî herî berfireh bên bikaranîn û demokrasî civakî bibe. Di erefeya Komara Demokratîk de em ê xwe ji westîbûna hêviyê rizgar bikin û bi wêrektî, bi coş û bi hev re di Rêya Sêyemîn de bimeşin. Rêya Sêyemîn, rêya avakirina Tirkiyeyeke nû ye ku dê gelên wê di nava aştî, wekhevî, azadî û hemwelatiya hevpar de bijîn.” 
 
LOKOMOTÎFA RÊYA SÊYEMÎN
 
Di beyannameyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên pir mezin hene û wiha domiya: “Li dijî pirsgirêkên bingehîn em çareseriyên bingehîn diparêzin. Bi temîrkirin, tadîlat, boyaxkirin û restorasyonê re çareseriyên bingehîn nayên peydakirin. Xeta Rêya Sêyemîn, rêya çareserkirina bingehîn a van pirsgirêkên bingehîn e. Li rexekî koalîsyona AKP-MHP’ê anku hêzên îktîdarê yên statukoparêz, li rexa din jî hêzên muxalefetê yên restorasyonparêz hene. Îktîdara statûkoparêz bi xwe re xirbeyeke siyasî afirand. Muxalefeta restorasyonparêz jî xwe nade ber sedemên bingehîn ên pirsgirêkan û di nava pergalê de qala sozên bisînor dike. Lê çareserî, di guherîneke rasteqîn de ye. Çareserî, di guherîna demokratîk de ye. Lewma rêya me Rêya Sêyemîn e.” 
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD 
 
Di beyannameyê de bal hat kişandina ser têkoşîna çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û hat gotin, “Divê Meclîs zemîna diyalog û çareseriyê ava bike û bi rêbazên muzakereya demokratîk pêşengiyê ji qezençkirina siberoja tevahiya civakê re bike. Di vê çarçoveyê de, ji bo naskirina hemû mafên nasnameya gerdûnî, bi taybetî jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, sererastkirinên qanûnî û destûra bingehînî yên pêwîst bên kirin, xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, divê tecrîda ku binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan û prensîbên hiqûqî yên gerdûnî ye, bi dawî bibe. Çareserî ne bi şer û polîtîkayên ewlehiyê, çek û rêbazên pevçûnê, bi diyalog û muzakereyê ye. Ji bo em berpirsyariya çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane ku pirsgirêka herî kûr a Tirkiyeyê ye, ku rasterast bi demokratîkbûna Komarê ve girêdayî ye, amade ne. Nêzîkatiya me ya bingehîn ew e ku em pirsgirêkên xwe bi axaftin, muzakere û diyalogê çareser bikin. Bi aştiyê wê hemû civak bi ser bikeve, em ê bi ser bikevin."
 
DI SEDSALA DUYEMÎN DE MAKEZAGONA DEMOKRATÎK 
 
Di sernavê de bal kişand ser "Di sedsala duyemîn a Komarê de makezagona demokratîk” û wiha hate gotin: “Em amade ne makeqanûnek nû ya demokratîk, wekhevîxwaz û azadîparêz û li gorî avaniya pir nasnameyî, pirçandî, pir bawerî, pirzimanî, li gel tevlîbûna demokratîk û muzakereya civakî binivîsin! Em ê bi peymaneke civakî ya nû ku temînata Komara Demokratîk, aştiya civakî û di şert û mercên wekhev de bi hev re jiyan dike, hemû azadî, maf û hemwelatîbûna wekhev misoger bikin. Em makezagona demokratîk ku bi destûrî rêzgirtina maf û hebûna hemû gel, komên bawerî û çandên li welat esas digire, diparêzin.” 
 
DEMOKRASIYA HERÊMÎ YA XURT  
 
Di bin navê 'sîstema parlamenteriya piralî ya xurtirkirî ya bi demokrasiya xwecihî', işaret bi sîstema demokratîk hate kirin ku parlamentereke piralî ya xwedî erkên berfireh e, serxwebûna hêzê heye û mekanîzmayên hevsengî û kontrolê lê bi bandor e. Di beyannameyê de hate ragihandin ku ji bo demokrasiya parlamenter bi demokrasiya tevlîkar bê temamkirin, wê guhertinên welê bêne kirin ku gel karibin tevlî mekanîzmayên biryardanê bibe, serxwebûna hêzan jî ber bi qada herêmî ve berfireh bibe, erk û çavkaniya rêveberiyên xwecihî bêne ewlekirin, dawî li wesayeta navendî a li ser rêveberiyên xwecihî bê anîn û li ser vê bingehê demokrasiyeke xwecihî ya xurt a ji mekanîzmayên tevlîkariya herêmî bê avakirin.
 
DAWÎ LI REJÎMA QEYÛMAN TÊ 
 
Di beyannameye de bi sernavê “Li dijî rejîma qeyûm îradeya gel” hate diyarkirin ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku îradeya Meclîsê bi merkezîkirina siyasetê paşguh kiriye û demokrasiya xwecihî bi rejîma qeyûmê re desteserkiriye, wê Komara Demokratîk bê avakirin. Di beyannameye de ev tişt hatin gotin: “Em ê meclîs, meclîsên bajaran, platform, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêveberiyên herêmî yên li ser bingeha demokrasî û temsîliyeta wekhev bi vîna gel tevlî rêveberiyê û pêvajoyên biryardayînê dibin, xurt bikin. Em ji bo dawî li rejîma qeyûm ku dest daniye ser vîna gel û edaleta hilbijartinê ipotek kiriye û bûye rengekî rêveberî bînin, tên.
 
DADGERIYA BÊALÎ YA LI DIJÎ AKP'Ê  
 
Di beyannameyê de di bin sernavê "Bi dadgeriya serbixwe û bêalî re edalet ji bo her kesî" hate destnîşankirin ku li dijî desthilatariya AKP-MHP'ê ya ku bi destê saziya dadgeriyê ya di bin wesayeta rêveberiyê de siyaset û civakê dîzaynd dike û hewl dide muxalefeta civakî û siyasî tasfiye bike, wê dadgeriya serbixwe û bêalî bi cih bê anîn, di heman demê de wê bi azadî û mafên mirovan ên bingehîn re sîstemeke edalet û hiqûqê bê avakirin ku pîvanên peymanên navneteweyî qebûl dike.  
 
BIDAWÎKIRINA XIZANIYA LI ABORIYÊ  
 
Partiya Çep a Kesk sozên xwe yên têkildarî aboriyê jî bi sernavê "Bi edaleta li aboriyê bidawîkirina xizaniyê" vegot. Di beyannameyê de ahte rgaihandin ku bi edaleta li aboriyê wê dawî li xizanî, bêkarî, deyndarî û bêmilbûnê bê anîn û hate gotin, "Li hemberî polîtîkayên aboriyê yên kapîtalîst ku sermayeyê datîne pêş, li hemberî dijminatiya li ked û kedkaran, li hemberî lêçûnên li şer, biçekbûnê, li dijî xizanîkirina jinê em ê Komara Demokratîk a azadiya bi hevre ya ked û gelan ava bikin. Li hemberî karê bêewlekarî, mêtingeriya li ser kedê û kuştina li kar, em ê keda rêxistinbûyî bi hev re pêk bînin."  
 
Di bin sernavê "Ne rêveberiya rantxur, lê rêveberiya cemaweriyê ya civakîparêz" de di beyannameyê de hate ragihandin ku wê rêveberiya cemaweriyê bê demokratîkkirin, pîvana liyakatê diyarker be û partiyên siyasî êdî nebe qada kadrobûyînê. Her wiha hate destnîşankirin ku desteserkirina maf a bi Biryarnameyan wê bê bidawîkirin, cihêkariya li cemaweriyê bê qedandin.
 
DÎPLOMASIYA DEMOKRATÎK Û MUZAKERE
 
Di beyannameyê de bal hat kişandin ku li qada navneteweyî di bin sernavê "Polîtîkaya Derve ya Aştiyane" de li dijî polîtîkaya derve ya hikûmeta AKP'ê ku krîzan kûrtir dike, wê polîtîkayeke aştiyê were meşandin û hat gotin: “Em ji bo polîtîkayeke derve ya aştiyane ya li dijî bloka desthilatê û hêzên şer ên global ku bi şer, tundî û têgihiştina leşkerî li şûna dîplomasiyê polîtîkaya derve dimeşînin, tên. Em ê polîtîkaya derve ku gelan bê parastin dihêle, jinan dike hedefa tundî û kedxwariyê, dibe sedemê hilweşîna ekolojîk û feraseta şer a sermayeye dewlemend dike û civakê xizan dike bi hev re biguherînin. Em ê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dîplomasiyê û muzakereyê esas bigirin. Em ê di sedsala duyemîn de ji bo aştiya herêmî û kurewî Komara Demokratîk ava bikin.”
 
JI BO JINAN AZADÎ Û WEKHEVÎ  
 
Partiya Çep a Kesk ku azadî û wekheviya jinê diparêze, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîn û mezinkirina hevgirtina li dijî faşîzm û serdestiya mêr ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve tê meşandin. Di beyannameyê de hat destnîşankirin ku li dijî tifaqên mêr ên ku şêweyên wekhev ên serdestiya mêr ji hev cuda pêşkêş dikin, jin di rêya sêyemîn a azadî, demokrasî, aştî û wekheviyê de bi biryar in û wiha hat gotin: “Em ê destkeftiyên dîrokî yên jinan û rêgeza temsîliyeta wekhev bi hevserokatiyê ku xeta mor a me ye û bi Peymana Stenbolê biguherînin.” 
 
EM LAÎKTIYA AZADÎXWAZ DIPARÊZIN  
 
Partiya Çep a Kesk ku laîktiya azadîxwaz diparêze, di vî sernavê beyannameyê de cih da van gotinan: “Em li dijî polîtîkayên bişaftin, înkar, yekperest ên li ser ol û baweriyan ên dewletê laîktiya azadîxwaz diparêzin. Em ê azadiya bawerî û wijdanê, pirbûna baweriyan û hemwelatiya wekhev biguherînin da ku bi Komara Demokratîk bi destûra bingehîn misoger bikin. Em tên ku serdema AKP’ê û MHP’ê ya cihekariyê têxe nava gelan, zextê li şêwazên jiyanê, nirxên ol û baweriyan dike û kirine amûra siyasetê bi dawî bikin.”
 
POLÎTÎKAYA LI SER BINGEHA EKOLOJIYÊ 
 
Di berdewama beyannameyê ya bi serenavê “Jiyana nû ya ekolojîk” bal hat kişandin ser encamên xedar ên krîza avhewayê ya kurewî û ev tişt hate gotin: “Gelên welatên ku herî kêm ji krîza avhewayê ya kurewî berpirsyar in, herî zêde karesat û êşên mezin dijîn. Hejmara penaberên avhewayê her sal zêde dibe. Heke neyê sekinandin, ev hêrsa mezinbûna kapîtalîzmê wê bibe dawiya mirovahiyê û hemû zindiyên din. Em tên ku di têkoşîna gerdûnî ya kesên li dijî krîza avhewayê û neheqiya avhewayê jiyanê diparêzin de bibin xelekeke xurt. Em tên ku xwezayê ji bûyîna berhevkirina sermayeyê derxînin û texrîbata ekolojîk rawestînin. Em ê bi polîtîkayên ekolojîk ên li dijî feraseta cewherî ya bi navenda mirovan re Komara Demokratîk bi hev re ava bikin.”
 
BI CIWANÊN AZAD RE BER BI KOMARA DEMOKRATÎK VE
 
Di bin serenavê “Bi ciwanên azad re ber bi komara demokratîk ve” gotina “Em bi ciwanan re ber bi Komara Demokratîk ve dimeşin!” hate destnîşankirin û qala girîngiya azadiya ciwanan, mudaxile nekirina şêweya jiyana wan û tevlibûna weke hev a wan a di pêvajoyên biryardayînê de hate kirin. Di beyannameyê de hate destnîşankirin ku li dijî serdestî, zext, mêtîngerî û cihekariya temen wê rêya sêyemîn a îro û sibê bi ciwanan re bê avakirin. 
 
Di berdewama beyannameyê de jî li dijî van hemû pirsgirêkan pêşniyar û daxwazên çareseriyê hatin rêzkirin.  
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

20:34 Remzî Kartal: Rêber Apo bi telekonferansê beşdarî kongreyê bû
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin