Av bi dest mexdûrên erdhejê nakeve: Em nikarin bi pereyan jî avê peyda bikin

SEMSÛR- Mexdûrên erdhejê yên li Taxa Binevlerê (Afet Evlerî) dimînin diyar kirin ku bi roja ye ava paqij bi dest wan neketiye û nikarin bi pereyan jî avê bikirin û gotin ku hewl didin ku avê ji gundên cînar û ji rûbar peyda bikin. 
 
Mexdûrên erdhejê yên li Taxa Bînevler (Afet Evlerî) ya navenda Semsûrê dimîmim, ava paqij bi dest wan nakeve. 
 
AVÊ JI RÛBAR DIKIŞÎNIN
 
Emîne Fazîlle anî ziman ku ji 6'ê Sibatê û vir ve di warê avê de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Fazîlleyê da zanîn ku ava paqij bi dest wan nakeve û got: "Gelê me hê jî li derve ye. Xaniyên wan hilweşiyane. Ji roja erdhej çêbûye heya niha av tune ye. Em perîşan bûne. Av nayê vê taxê, alîkarî nayê. Em diçin avê ji gundên cîran û rûbaran dikişînin. Em nikarin serê xwe bişon. Em ji zû de ye di konan de ne. Konên me jî di bin avê de man. Taxa me hilweşiya, em nikarin debara xwe bikin." 
 
HEFTÊ CAREKÊ TÊ
 
Mexdûra erdhejê Ziney Narciyê jî destnîşan kir ku hê jî pirsgirêka wan a avê nehatiye çareserkirin û got ku heftê carekê ava sondajê tê. Narciyê tiştên ku ji roja erdhej çêbûye heya niha hatine serê wan wiha bilêv kir: “Piştî 7 rojan min 26 cenaze spartin axê, mala min hilweşiya. Çavê dewletê kor bibe. Ev gel hemû li vir e, em heqê xwe li wan helal nakin. Dewletê tiştek jî ji bo me nekir. Em mexdûr in.şebekeyê nayê. DSÎ, heftê carekê bi tankêrê ava sondajê tîne. Li vê taxê ev qas mirov hene. Ma ê ev mirov bi wê avê serê xwe bişon, an mala xw epaqij bikin an jî firaqên xwe bişon?" 
 
‘MA Ê ERDOGAN MIRIYÊN ME SAX BIKE?'
 
Narciyê anî ziman ku ji ber lehiyê pirsgirêk zêde bûne û got ku bi lehiyê re konên wan di bin avê de mane. Narciyê da zanîn ku her der di nava heriyê de maye û got: "Piştî erdhejê lehî rabû. Kesên ku ji erdhejê xilas bûn, ketin ber lehiyê. Ma em ê heya kengî bi ava robaran îdare bikin? Çima kes alîkariya me nake? Tayyîp Erdogan hat vir, got 'ez ê alîkariya her kesî bikim.' Du mehên vî zilamî li ku bûn? Wê çi bike, ma dikare miriyên me sax bike?"
 
AVA FIROTINÊ JÎ BI DEST WAN NAKEVE
 
Ji şêniyên taxê Hasan Abûş jî anî ziman ku ji ber ku ava taxê tune ye, ji bêgavî diçin avê dikirin. Abûş bilêv kir ku gava ji bo avê diçin konebajaran ji wan re dibêjin "Ava li vir a mexdûrên erdhejê ye, ne ji bo we ye?" û got: “Em diçin ku destvala vedigerin. Em telefonî Walîtiya Semsûrê dikin, em telefonî şaredariyê dikin. Dibêjin, 'tiştekî ku em bikin tune ye.' Ava sondajê nayê vexwarin. Ava vexwarinê bi dest me nakeve. Keya telefonî Walîtiya Semsûrê dike, tenê çend qolî av tînin. Bi hezaran mirov li vê taxê ne. Ma wê 2 qolî av têra kê bike?" 
 
‘BILA KES DEST JI AXA XWE BERNEDE'
 
Abûş diyar kir ku di erdhejê de mala wî xera bûye û got ku dewletê kon nedaye wî. Abûş anî ziman ku ji bo kon serî li gelek cihan daye, lê saziyek jî lê venegeriyaye û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Mala min xera bûye, 500 TL pereyê piştgiriyê dan min. Lê min e wpere cardin da wan. Min got, 'bila ji we re be.' Ew qas bacê ji mirovan distînin. Gava welatiyên wan di bin kavilan de dinaliyan, li ku bûn? Çima alîkariya wan nekirin? Ên nikaribin taxekê biselihînin, dê çawa birînên 11 bajaran bicebirînin? Bila kes bi wan nexape. Ger xaniyên mirovan kêm xesar dîtibe, bila biselihînin û vegerin. Bila kes dest ji axa xwe bernede." 
 
MA / Zerrîn Sargût
 

Sernavên din

29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî DBP’iyê ku mala wî hate gulebarankirin ziyaret kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin
12:07 Li baxçeyê dibistaneke Cizîrê wesayîta bêplaka hate dîtin!
11:38 Wekîlê ku li dijî dayîna dengan a li şûna jinan derketî rastî êrişê hat
11:32 Prz. Ekîncî: Biryara Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê siyasî ye
11:23 Li Mêrdînê polîs ji bo AKP’ê muşahîdan kom dikin: Bi komî ray tên bikaranîn
11:14 Buldan: Dengek gelek tiştan diguherîne
11:03 Demîrtaş bang kir: Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin
10:56 Emîne Şenyaşar dengê xwe da: Dê guherîn çêbibe
10:56 Li Yalovayê gelek zerf ji derve anîn dibistanê
10:40 Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê: Bi binpêkirinan dest pê kir, bi binpêkirinan bi dawî bû
10:05 Hevberdevkên partiya Çepên Kesk dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:49 Mexdûrên erdhejê di konteyniran de dest bi dengdayînê kirin
09:25 Gelaliyê YNK'î: PDK dixwaze Mexmûrê vala bike
09:02 ‘Heya tecrîda li Îmraliyê bidome dê aborî baş nebe'
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2023'YAN
08:00 Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dest pê kir
27/05/2023
21:25 Bi hezaran kes li Xabûrê hatine sekinandin