Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be

  • rojane
  • 23:46 21 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li Qada Xak a Silêmanî li ser geşedan, bûyer û krîzên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn semînerek da û li dijî êrişên qirkirinê yên li ser kurdan ji bo yekhelwestiyê bang kir. 
 
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li Qada Xak a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê li ser mijarên giring ên wekî krîzên li Sûriye, Iraq, Rojhilatê Navîn û cîhanê û êrîşên li ser kurdan semînerek da. Bi dehan kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan beşdarî semînerê bûn.
 
‘SEDEMA KRÎZAN SÎSTEMA HEYÎ YE‘
 
Li vir Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed anî ziman ku pêşketinên giring û kirîzên mezin hene û got: “Sedemên van krîzan sîstema heyî ya hêzên serwer in. Şerê Ûkraynayê bandor li hemû cihanê kir, her kes jê zirarê dibîne. Di warên çandî, aborî û civakî de zirar jê çêdibe. Dewlet nemaye û rewabûna wê nemaye. Li qada navneteweyî dewlet in, lê mekanîzmaya dewletê têk çûye, parçe bûye. Welatên ditirsin şerê xwe li derve dikin. Dewleta Tirkiyeyê li Sûriye, Iraq, Ermenistan û Lîbyayê, bi hinceta ewlekariyê şer dike. Êrişên xwe li derve dide kirin, Îran jî vê dike.”
 
Ehmed diyar kir ku krîz li her dera cîhanê kûr bûye û wiha pê de çû: “Krîza xwarin, gaz û petrolê heye. Sûriye bûye 3 parçe, rejîma Baas, Rêveberiya  Xweser, çeteyên Tirkiye û pariyên muxalîf xwe nîşan didin hene. Ji tu civînan encam nehatin girtin.’’
 
‘JI BO XWE LI SER LINGA BIGRE ÊRIŞ DIKE‘
 
Ehmed bal kişand ser krîza li Rojava û ev nirxandin kir: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava krîz û êrişan de xwe ava kir. Tirkiye îro jî êrişan dike, bi israr dixwaze bi navê terorê vê herêmê dagir bike. Tirkiye bi peymana Mîsaqî Milî dixwaze herêmê dagir bike. Rewşa Erdogan û partiya wî li ber çavan e, wê hilbijartinê winda bikin. Lewma êriş dikin.’’
 
‘DIVÊ HELWESTA ME YEK BE‘ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Ehmed bal kişand ser helwestên aliyên kurdan û ev nirxandin kir: “Helwesta me ya li ber qirkirên divê yek be. Gelek alî li ser berjewendiyan kar dikin, êriş li ser kurdan tevan e. Kurdê baş, xirab nîn e, kurd hemû ji xwe re kirine armanc. Divê sîwaneke kurdan hebe, li dijî qirkirinê. Divê sîwaneke leşkerî û siyasî hebe. Divê li ser vê bê rawestin, tiştekî nebenabe ye.
 
Rewşa Efrînê pir giran e, revandin, kuştin girtin, darbirîn, talan heye. Rewşeke cidî heye. Eleqeya aliyê kurd baş bi derve re heye, eger her alî behsa Efrînê bike, wê ev rewş biguhrere. Em dixwazin statû çêbibe. Rewşa aborî ne baş e, li Rojava tim şer e. Sûriyeyeke demokratîk bi gelên Sûriyeyê re pêkan e. Têkilî hene, civîn hene.”
 
BI ÊRIŞAN DIXWAZE BAŞÛR VALE BIKE‘
 
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê jî axivî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi êrişên dawîn dixwaze Başûr vala bike, kirina hinceta a PKK’ê belasebeb e. Em li dîrokê binihêrin kurdan qir kiriye, çima êrîşê PKK’ê dike, PKK biqede wê Hewlêr û Silêmanî ji holê rake. Mijar kurd û Kurdistan e. Helwest divê zelal be. Mafê gelê Başûr û Iraqê heye ku heta dawiyê li qada navnetewî dawaza mafê xwe bike û helwesta xwe nîşan bide.”

Sernavên din

02/07/2022
23:09 Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn
22:25 Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin
20:57 Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin
19:55 Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da
19:20 Banga HDK'ê ji bo hevrûbûna bi Madimakê re
17:54 Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye
16:58 Li Edeneyê 37 kes 6 roj in di bin çavan de ne
16:30 Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin
16:02 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel
15:37 Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire
15:23 ‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’
15:09 Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev
14:54 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
14:12 Meclîs kete betlaneyê
13:59 Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn
13:36 DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist
13:19 Xizmên windayan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn
12:30 Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin
12:29 Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê
12:29 Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
11:50 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:44 Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:41 Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene
11:19 Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin
10:30 Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:39 Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
09:09 Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
09:07 Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir
09:05 Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022
01/07/2022
21:25 ‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'
19:25 Di Doza Kobanê de şahid ji dadgehê pirsî: Hûn dixwazin ez çi bibêjim?
16:37 HDP’iyên ji bo stant vekiribûn hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:31 Li Sêrtê û Êlihê du zarok ji şaneşînê ketin: Zarokek mir yek jî bi giranî birîndar bû
15:46 Li Zapê leşkerek hate kuştin
14:43 Danişîna êrişa li dijî malbata Dedeogullari hat lidarxistin
14:41 Di Doza Kobanê de gilîker li ser pirsa ‘tu gilîdarî’ wiha got: Bûyer nayê bîra min
14:00 Ciwanên ku bihakirina xwarinê protesto kirin ji wargehê hatin avêtin
13:39 DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê daxuyanî da
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin
10:51 Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû
10:41 Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê
10:40 Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
10:38 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket
10:01 Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
09:35 2 cerdevanên tev li operasyonê bûne winda ne
09:09 Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
09:07 Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin
09:06 Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok - HATE NÛKIRIN
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin