Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn

img

ŞIRNEX – Di şewata ku duh danê nîvro li Çiyayê Gabarê derket de bi hezaran dar şewitîn. Şewat piştî 11 saetan hate kontrolkirin.

Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê ku texrîbata ekolojîk û talana xwezayê lê didome, duh di danê nîvrokî de li qada daristanê şewat derket. Şewata ku li qada bi hinceta “ewlehiyê” hatiye qedexekirin derket, bi bandora bayê belav bû.
Ji bo midxileya şewatê ji bajarên hawirdor komên midaxliyê hatin şandi. Komên Miduriyeta Daristanê yên Mêrdîn, Amed û Rihayê ji bo midexileyê çûn piştevaniyê. Şewat piştî 11 saetan hate kontrolkirin.
 
Walîtiya Şirnexê têkildarî şewatê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şewata ku li gundê Yenîdemîr ê Gabarê derket, helîkopterek, 2 avreşok, 3 wesayîtên midaxileyê, 4 pîkap, wesayîek agirkujê ya Şaredariya Kasrîkê, tankera avê û koma Miduriyeta TPAO ya Herêmê, avreşok û hemû komên Îdareya Taybet a Bajêr ve midaxile li şewatê hatiye kirin û şewat hatiye kontrolkirin.”
 
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de cih neda sedema şewatê û qada lê bandor kirî.
 
Ji ber şewatê bi hezaran dar şewitîn û gelek zindî mirin.