Li Taylandê ji ber lehiyê 33 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 12:34 26 Mijdar 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li Taylanda Başûr di encama lehiyê de ku ji ber baraneke zêde de çêbû, 33 kes jiyana xwe ji dest dane.
 
Li Taylanda Başûr di encama lehiyê de ku ji ber baraneke zêde de çêbû, 33 kes jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê hikûmetê Siripong Angkasakulkiat diyar kir ku ji ber lehiyên ku li heft eyaletan pêk hatine, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, zêde bûye.
 
Siripong Angkasakulkiat ragihand ku 33 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û got ku her çend ew li bendê ne ku li herêmê asta avê dakeve jî, lê xetere berdewam dike.
 
REWŞA LEZGÎN
 
Hikûmetê, 25’ê Mijdarê roja Sêşemê li eyaleta Songkhla a li başûrê welêt rewşa lezgîn îlan kir. Serwîsa meteorolojiyê da zanîn ku ew li bendê ne ku wê tevahiyê hefteyê li herêmê zêdetir baran bibare.
 
Ji roja Pêncşema hefteya borî heya niha li herêmê zêdetirî hezar û 200 kes ji malên xwe hatine veguhestin. Li ser dîmenên televîzyonên herêmî, tê dîtin ku tîmên rizgarkirinê li bajarê Hat Yaiyê li ser ava ku bilind dibe bi bot, jet-skî û kamyonetên artêşê gelê herêmê vediguhezînin herêmên ewle.
 
BANDORÊN KRÎZA AVHEWAYÊ
 
Li Taylandê ji Hezîran û Îlonê ve baranên mûsonê yên zêde dibarin. Pispor diyar dikin ku germbûna gerdûnî ya ji ber mirovan dibe sedem ku bi awayekî zêdetir bûyerên hewayî yên dijwar rû bidin û bibin sedema zirarên mezintir.
 
Pispor diyar dikin ku dema ku germahî dereceyekê zêde dibe atmosfer jî ji sedî 7 zêdetir nemê digire û ev yek jî rê li ber barînên dijwar vedike.