Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne

  • cîhan
  • 13:52 17 Tebax 2025
  • |
img

 

NAVENDA NÛÇEYAN - Baranên musonê yên li Pakistanê rê li ber lehî û hezazan vekir. Heta niha 350 kesan jiyana xwe ji dest dane û 150 kes jî winda ne. 
 
Yek ji welatên baranên musonê lê bibandor jî Pakistan e. Ji ber barînan, li gelek cihan lehî rabûn û hezaz çêbûn. Li gorî agahiyan, ji roja yekşemê heta niha nêzî 350 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 150 kes jî winda ne. 
 
Ji roja pêncşemê heta niha baran dibare û vê baranê kir ku lehî rabin, hezaz çêbibe û gelek gundên çiyayî hilweşand. Tîmên rizgarkirinê û xelkê herêmê 3 roj in lêgerînên xwe yên di bin kavilan de didomînin. Lê belê rayedar diyar dikin ku îxtîmala ku windayan bi saxî bibînin her ku diçe kêmtir dibe.
 
Bîlançoya herî giran li eyaleta çiyayî Hayber Pakhtunkhwayê rû da ku li sînorê Efxanistanê ye. Li gorî rayedarên herêmî, tenê li vê herêmê di nava du rojan de 317 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Li herêma Buner jî rewş krîtîk e. Ji Otorîteya Rêveberiya Afetê ya Eyaletê dîrektor Asfandyar Khattak daxuyanî da AFP’ê û got: “Herî kêm 150 kes winda ne. Dibe ku ev kes di bin kavilên malên hilweşayî ma bin, yan jî li ber lehiyê ketibin.” 
 
Fikar heye ku karesata li welat hêj girantir bibe.