MÊRDÎN – Di Şahiya Jinan a bi dirûşma “Zimanê me, Çanda me, Hêza me” ya ku ji aliyê Şaredariya Şirnexê ve hat lidarxistin de, li qadê ji bo Rojîn Kabaîşê edalet hat xwestin.
Şahiya Jinan a ku ji aliyê Şaredariya Şemrexê ve bi dirûşma “Zimanê me, Çanda me, Hêza me” li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê hat lidarxistin, li Qada Cumhurtiyetê bi êvarkî bi konserekî ve bi dawî bû. Bi hezaran welatî beşdarî şahiyê bûn. Jinan li qadê weneyê Rojîn Kabaîşê û dowîzên “Edalet ji bo Rojînê”, “Dê qatilên Rojînê hesab bidin” hat hilgirtin. Berî konserê, Hevşaredarên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr axivîn. Di axaftinê de diyar kirin ku ev şahî di şexsê Rojîn Kabaîşê de diyariyê hemû jinên ku hatine qetilkirin, kirine.
Piştre, şahî bi dîlana Koma Govendê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Qoserê ve domand. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altinê axivî û ev tiş got: “Em jin mîratgirên kevneşopiyekê sedsalan e ku li ser vê axê me barê jiyanê hilgirtiye û civakê bi ziman, çand û nasnameya xwe parastiye. Tu qedexe û tu zilm nikare vê meşê rawestîne. Ji ber ku em hem afirînerên jiyanê ne û hem jî parêzvanên wê ne.
Piştre hunermend Şîlan Dora û Jinmayê ji bo welatiyan konsert dan.