WAN - Bayram Guvener 64 sal in bi nebatên ku li çiyayan berhev dike, debara xwe pê dike.
	Li Wanê Bayram Guvener ji 7 saliya xwe heya niha li çiyayên Kurdistanê digere û nebatên bişîfa berhev dike. Guvener, bi germbûna dinyayê re li çiyayên Agirî, Sîpan û Erekê û çiyayên Colemêrg û Wanê û zozanên li herêmê digere û nebatan berhev dike. Guvener, piştî berhevkirinê nebatan hişk dike û paşê wan difiroşe. 
	Guvner diyar kir ku halî hazir 570 nebat li ber destê wî hene û got ku her cureyek bi kêrî nexweşînekê tê. 
	Bayram Guvener 
	Guvner destnîşan kir ku çiya di warê nebatên bişîfa de bihuşt in û got ku piraniya van nebatan ji bo dermanan tên bikaranîn. Guvener got: "Ez ji bavê xwe topkirina nebatan bûm. Ez ji 7 saliya xwe ve li çiyayên Kurdistanê digerim. Ez baş dizanim kîjan nebat bi kêrî kîjan nexweşînê tê. Nebatên ku min ew hişk kirine bi kêrî guatr, made, rovî, kirêc û zerikê tên." 
	Guvener bilêv kir ku ew debara xwe bi firotina van nebatan dike û xwest mirov nebatên xwezayî yên antîbiyotîk bi kar bîne. 



