Midûrê girtîgehê gef xwarin: 'Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin'

  • rojane
  • 09:21 18 Kanûn 2018
  • |
img

EDENE – Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê midûrê girtîgehê gefan li girtiyên siyasî dixwe û ji wan re dibêje: "Em ê bikin ku hûn xweziya xwe bi 12'ê Îlonê bînin. Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin." Ji ber vê der barê jiyana xizmên xwe de şik û guman li malbatan peyda bûye. 

Li girtîgehên Tirkiye û herêmê zext û zoriyên li ser girtiyan dewam dikin. Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, girtiyê siyasî Mehmet Erbey ê li qawîşa A-8'an dimîne bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û got midûrê girtîgehê gefan li wan dixwe. 
 
Dayik Meryem Erbey ya li Edeneyê dijî, diyar kir ku kurê wê Mehmet Erbey gotiye midûrê girtîgehê gefan li wan dixwe û ji wan re dibêje: "Em ê bikin ku hûn xweziya xwe bi 12'ê Îlonê bînin. Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin." Dayik Erbey, anî ziman ku ji ber vê der barê jiyana kurê wê û girtiyên din de şik û guman li wan peyda bûne û got: "Ev tişt li kesên dîl hatine girtin nayên kirin. Îşkence sûc e. Divê demildest dev ji van pêkanînên derî mirovahiyê bên berdan." 
 
‘EGER EM NEGERIN ZANIBIN TIŞTEK HATIYE SERÊ ME' 
 
Hevala Mehmet Erbey, Şukran Aydogan jî, diyar kir ku hefteya borî Erbey lê geriyaye û gotiye: "Karmendên li girtîgehê gefan li me dixwin. Dibêjin 'Em ê bikin hûn xweziya xwe bi 12'ê Îlonê bînin.' Di dema jimariyê de li milê min xistin û nîzama leşkerî ferz kirin. Ev yek bi fermana midûr tê kirin. Em di greva birçîbûnê de ne, lê tu pêdiviyên me bi cih nayên. Her wiha pirtûkan nadin me. Mafên me yên çalakî ûa ktîvîteyan hatiye binpêkirin û em tên tecrîdkirin. Em û FETO'yî û kesêne dlî di heman korîdorê de ne. Hefteya bê eger me negerin zanibin tiştek hatiye serê me." 
 
Her wiha Şukran Aydogan, der barê rewşa xwişka xwe Merve Aydogan a di Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê de jî axivî. Aydogan, da zanîn ku li girtîgehê 20 jin û 30 mêr hene û koma sêyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtiye. Aydogan got: "Xwişka min Merve nexweş e. Nexweşîna wê çolyak e. Tevî vê dîsa jî xwarinên glûtenî didinê. Wekî girtiyên din muayeneya bi kelemçe li xwişka min Merveyê jî ferz dikin. Divê xwişka min bê tedawîkirin, lê nayê kirin. Bi ser de bi nêzîkatiyên derî mirovahiyê re rû bi rû dimîne." 
 
Aydogan, da zanîn ku xwişka wê li qawîşeke kapasîteya wê 8 kes in lê belê 16 kes lê dimînin dimîne. Aydogan, diyar kir ku ji ber di greva birçîbûnê de ne ji bo qedexekirina mafê telefonê, derketina hewadariyê û mafê hevdîtinê gef li wan tên xwarin. Aydogan xwest demildest dawî li zext ûz oriyên li ser girtiyan bê. 
 

Sernavên din

07/12/2025
14:06 Fîlozof John Holloway: Min ronahiya Rêber Ocalan anî vir
10:29 'Konferansa Navneteweyî': Êdî Kurd tev li pergala avaker a Rojhilata Navîn bûne
09:55 Beşdarên konferansê: Niha ne dema temaşekirinê, dema nivîsandina dîrokê ye
09:17 Li Dêrsimê berteka li dijî fihûşê: Tiştên tên kirin berdewama polîtîkayeke bi zanebûn e
06/12/2025
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e
09:14 'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin'
05/12/2025
16:45 Belgefîlma ‘Birîn’ a ji bo bibîranîna Kadrî Bagdu hat weşandin
16:07 Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan
13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin
09:29 Hevseroka Giştî ya DAD'ê: Divê Abdullah Ocalan karibe bi civakê re têkiliyê deyne
09:09 Li Wanê festîval: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe
09:07 Jinên Licê bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan: Divê her kes serî rake