NAVENDA NÛÇEYAN - JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê aşkera kir. Hat gotin ku di Mijarê de 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin û 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê aşkera kir. Li gorî çeteleyê, di meha Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin û 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Piraniya faîlan jî kesên nêzî wan bûn. Li gorî daneyan; 8 jin ji hêla hevjînên xwe ve, 2 jin ji hêla mêrên hevberdabûn ve, jinek ji hêla zilamê di qonaxa hevberdanê de ve, 2 jin ji hêla zilamên ji hev veqetiyayîn ve, jinek ji hêla zilamê bi hev re dijiyan ve, 3 jin ji hêla nas an jî hevalên xwe ve, jinek ji hêla cîranê xwe ve, yek ji hêla bavê xwe ve, yek ji hêla kurê xwe ve û yek jî ji hêla xezûrê xwe ve hate qetilkirin. Her wiha jinek ji hêla faîlên nasnameya wan nehat aşkerakirin ve û yek jî ji hêla mêrekî ve hate qetilkirin.
Ji jinên hatine qetilkirin 4 jê li Stenbolê, 2 li Bursayê, yek li Erziromê, yek li Aksarayê, yek li Kirklareliyê, yek li Edîrneyê, 2 li Îzmîrê, yek li Amedê, yek li Qersê, 3 li Kayseriyê, yek li Antalyayê, yek li Dîlokê, yek li Enqereyê, yek li Bîlecîkê, yek li Mêrsînê û yek jî li Xarpêtê hate qetilkirin.
