Midûrê girtîgehê gef xwarin: 'Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin' 2018-12-18 09:21:05 EDENE – Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê midûrê girtîgehê gefan li girtiyên siyasî dixwe û ji wan re dibêje: "Em ê bikin ku hûn xweziya xwe bi 12'ê Îlonê bînin. Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin." Ji ber vê der barê jiyana xizmên xwe de şik û guman li malbatan peyda bûye.  Li girtîgehên Tirkiye û herêmê zext û zoriyên li ser girtiyan dewam dikin. Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, girtiyê siyasî Mehmet Erbey ê li qawîşa A-8'an dimîne bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û got midûrê girtîgehê gefan li wan dixwe.    Dayik Meryem Erbey ya li Edeneyê dijî, diyar kir ku kurê wê Mehmet Erbey gotiye midûrê girtîgehê gefan li wan dixwe û ji wan re dibêje: "Em ê bikin ku hûn xweziya xwe bi 12'ê Îlonê bînin. Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin." Dayik Erbey, anî ziman ku ji ber vê der barê jiyana kurê wê û girtiyên din de şik û guman li wan peyda bûne û got: "Ev tişt li kesên dîl hatine girtin nayên kirin. Îşkence sûc e. Divê demildest dev ji van pêkanînên derî mirovahiyê bên berdan."    ‘EGER EM NEGERIN ZANIBIN TIŞTEK HATIYE SERÊ ME'    Hevala Mehmet Erbey, Şukran Aydogan jî, diyar kir ku hefteya borî Erbey lê geriyaye û gotiye: "Karmendên li girtîgehê gefan li me dixwin. Dibêjin 'Em ê bikin hûn xweziya xwe bi 12'ê Îlonê bînin.' Di dema jimariyê de li milê min xistin û nîzama leşkerî ferz kirin. Ev yek bi fermana midûr tê kirin. Em di greva birçîbûnê de ne, lê tu pêdiviyên me bi cih nayên. Her wiha pirtûkan nadin me. Mafên me yên çalakî ûa ktîvîteyan hatiye binpêkirin û em tên tecrîdkirin. Em û FETO'yî û kesêne dlî di heman korîdorê de ne. Hefteya bê eger me negerin zanibin tiştek hatiye serê me."    Her wiha Şukran Aydogan, der barê rewşa xwişka xwe Merve Aydogan a di Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê de jî axivî. Aydogan, da zanîn ku li girtîgehê 20 jin û 30 mêr hene û koma sêyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtiye. Aydogan got: "Xwişka min Merve nexweş e. Nexweşîna wê çolyak e. Tevî vê dîsa jî xwarinên glûtenî didinê. Wekî girtiyên din muayeneya bi kelemçe li xwişka min Merveyê jî ferz dikin. Divê xwişka min bê tedawîkirin, lê nayê kirin. Bi ser de bi nêzîkatiyên derî mirovahiyê re rû bi rû dimîne."    Aydogan, da zanîn ku xwişka wê li qawîşeke kapasîteya wê 8 kes in lê belê 16 kes lê dimînin dimîne. Aydogan, diyar kir ku ji ber di greva birçîbûnê de ne ji bo qedexekirina mafê telefonê, derketina hewadariyê û mafê hevdîtinê gef li wan tên xwarin. Aydogan xwest demildest dawî li zext ûz oriyên li ser girtiyan bê.