MÊRDÎN - Bi germbûna hewayê re li gundên navçeya Stewrê daran kulîlk vekirin. Kulîlkên daran, rê li ber dîmenên rengîn vekirin.
Bi germbûna hewayê re xweza dîsa li biharê vebû û xemla xwe li xwe dike. Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê jî bi germbûna hewayê re darên behîv, xox û hilûkan kulîlk vekirin û bi xemla xwe rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Li gelek cihên bajar mirov van kulîlkên bi rengên spî û pîvazî vebûne dikare bibîne. Li ser rêya Bihureka Hopê û navçeya Strewrê bi hev ve girê dide, li her du aliyên rêyê daran kulîlk vekirine û dema rêwî ji vê rêyê derbas dibin ji xweşikiya wê mest dibin.
Darên ku her sal di hefteya duyemîn a Adarê de kulîlkan vedikn, îsal jî çîçek vekirin û hem bi rengê xwe hem jî bi bêhna xwe bala gel dikişînin. Yek ji cihê ku xelkê herêmê dixwaze wêneyan lê bikişîne jî ev rê ye.
MA / Ahmet Kanbal