Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
- rojane
- 09:28 02/10
Eren Baskin ku 32 sal in ji bo cezakirina kiryarên bavê xwe yê di binçavan de hat qetilkirin têkoşîna 'edaletê' dide, got: "Em bêhêvî nebûne, em ê dest ji berxwedanê bernedin."
Eren Baskin ku 32 sal in ji bo cezakirina kiryarên bavê xwe yê di binçavan de hat qetilkirin têkoşîna 'edaletê' dide, got: "Em bêhêvî nebûne, em ê dest ji berxwedanê bernedin."
Ji rêveberên OHD’ê Nûrettîn Kuzu anî ziman ku komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, di roja me de bi tecrîda girankirî ve didome û wiha got: “Her kêlî mafê birêz Ocalan tê binpêkirin.”
Ûgûr Bayraktar ê DBP’î anî ziman ku ew ê bi hezaran kesan ve tev li mitînga “azadiyê” ya ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê were lidarxistin bibin û wiha got: “Dema azadiya birêz Ocalan hatiye. Ocalan tê wateya aştiyê û pêşîlêgirtina rijandina xwînê."
Xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê ve agahî jê nayê girtin di roja 4’emîn de berdewam kir. Li gundê Bardakçiyê jî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
Li Wanê di çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ ya pêk hat de wiha hat gotin: “Ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha nêzî 600 serlêdanên ji bo hevdîtina malbat û parêzeran li serdozgeriya komarê ya Bursayê û girtîgeha Îmraliyê hatiye dayîn. Hemû serlêdan bê bersiv hatine hiştin an jî bi hinceta cezayên dîsîplînê hatine redkirin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî biryarên darvekirinê yên rejîma Îranê daye destpêkirin li girtîgehên cuda belav bû.
Di dema vekirina Meclisê de CHP’iyan serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji pê ve pêşwazî kirin. DEM Partiyî ranebûn ser pêyan.
Şaredariya Farqînê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de Sîlvan Belediyespor ava kir.
Li navçeya Duzîçiyê zarokeke keç a 14 salî bi awayekî sîstematîk dihate tecawizkirin. Di lêpirsîna têkildarî tecawizê de 10 kes hatin girtin. Civaknas Taner Taş û Pispora Xizmetên Civakî Belgîn Işik diyar kir ku necezakirinê rê li ber rizîbûna civakî vekiriye.
Erdal Daghan ê ku li Rihayê bi hinceta kuştina polîsan hat darizandin û ceza lê hat birîn got: “Tu hêzek û îradeyek we ya ku min bidarizîne tune ye. Ya ku min bidarizîne felsefeya Rêber Apo ye.”
Ji ber kuştina mamoste Ozgur Ekîncî derheqê du kurên Halît Agaçhanli yê AKP’î de biryara girtinê hate dayin lê ev 13 roj in hêj nehatine girtin. Malbata Ekîncî got ku her du bira tên parastin.
Bi boneya salvegera 9’emîn a Komkujiya Garê ya Enqereyê dê di navbera 1-20’ê cotmehê de bername û çalakiyên cuda bên lidarxistin.
Meclisa Parêzerên Ciwan a Baroya Şirnexê xizmeta CMK’ê û tarîfeya heqdestê şermezar kir.
Şerîf Mesûtgolû yê ji doza kuştina qeymeqam Fatîh Safiturk girtî ye û serlêdana wî ya darizandina ji nû ve hatibû redkirin, dest bi greva birçîbûnê kir.