Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
- rojane
- 11:29 27/2/2024
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mijara “tifaqa qirêjî” ya li dijî partiya wan hatiye avakirin de li Farqînê xelk hişyar kir. Hatîmogûllari, wiha got: “Bi taybet banga min ji bo xwişk-birayên min ên oldar e. Ev îktîdar kurdan weke ‘kurdên baş, ên nebaş’ dabe dike û olê îstîsmar dike. Bi tu awayî rê nedin vê.”