MELETÎ – Îbrahîm Ateş ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket, ji aliyê malbata xwe bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin.
Îbrahîm Ateş ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Meletiyê de, tehliye bû. Ateşê ku li Amedê hat binçavkirin û di sala 1995'an de Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birin, bi dorê li Semsûr, Balikesîr, Kayserî û Meletiyê di girtîgehê ma. Ateş, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Meletiyê derket.
Ateş, li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe û xizmên xwe ve bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin. Her wiha TÛAY-DER, MEBYA-DER û rêveberiya DEM Partî ya Bajêr jî Ateş pêşwazî kirin.
Ateş, tevî malbata xwe ber bi bajarê xwe Amedê ve bi rê ket.