Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
- rojane
- 15:38 29/2/2024
Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirina endam û rêveberên SMF, SKM, ESP û Partîzanê hate dayîn.
Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirina endam û rêveberên SMF, SKM, ESP û Partîzanê hate dayîn.
Girtina nûçegihana PÎRHA’yê Dîren Keser li Dêrsimê hate protestokirin û hat gotin ku azadiya fikr û xweîfadekirinê nayê astengkirin.
Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara û endamê Meclisa Giştî ya SKM’ê Meliha Kayaci ku du roj bûn di bin çavan de bûn, hatin girtin.
Şîna Gulsun Sîlgîr a li navçeya Wêranşarê ku di êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş piştî Dadgeha Bilind biryara cezayê hefsê betal kirî hate tehliyekirin. Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 10 meh cezayê hefsê da û wisa tehliye kir.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku di rojeva wan de mijareke weke bi aliyekî bidin windakirin tune ye û wiha got: “Tekane derdê me heye ew jî serkeftin e.”
Li Çiyayê Bagokê yê duh operasyon lê hate lidarxistin tê bombebaran kirin. Şivanên ku xwestin pezê xwe biçerînin jî şandin malên wan.
Îtîrazên têkildarî biryara şertê kontrola edlî û hefsa malê ya derbarê 5 rojnamevanan û xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê de hatibû kirin, ji aliyê dadgehê ve hate redkirin.
Danişîna doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû hat lidarxistin. Dozger xwest rewşa girtî bidome û şandeya dadgehê biryara tehliyeyê da.
Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 36 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li navçeya Hezo ya Êlihê axivî û got: “Em li bala xwe bidin ser nokerên AKP’ê yên herêmî. Hîzbûlkontra, navnîşana kesên nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd qetil kirin e.”
Endamên Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê serdanên xwe yên li Amedê didomînin. Şandeya delegasyonê DFG û MKG ziyaret kir.
17 saziyên navneteweyî ji bo Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû bang kirin û xwestin ku di danişîna îro de were berdan.
Tê payîn ku îfadeyên rojnameger Arîf Aslan, Oktay Candemîr û Lokman Gezgîn ku êv 3 roj in li Wanê binçavkirî ne îro bên girtin.
Dema 4 girtiyên siyasî ji Denîzliyê sirgunî Samsunê hatin kirin, di rê de dest, ling û çavên wan hatin girêdan û îşkence lê hate kirin.