Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
- rojane
- 15:00 16/3/2024
Li navçeya Cizîrê agirê Newrozê yê ewil hate pêxistin.
Li navçeya Cizîrê agirê Newrozê yê ewil hate pêxistin.
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê aqubeta Yûsûf Eriştî yê di 14’ê gulana 1991’an de li Stenbolê hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên wergirtin pirsîn.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan teqînên ku li Şirnexê tê de zarokekî jiyana xwe ji dest dabû û şivanek birîndar bûbû nirxandin û got: “Qadeke ku zarok bi awayekî azad lê bilîzin nehiştin e.”
Li Sêrtê û navçeya wê Dihê ji bo Newrozê banga tevlibûnê hat kirin û wiha hat gotin: “Newroz tekoşîna gerdûnî ya li dijî zilm û zîhniyeta genî ye, werin em bi hev re li dijî tecrîd, zilm û zordariyê agirê Newrozê geş bikin.”
Bi ser Komkujiya Helebçeyê ku di encama êrişên gazên kîmyewî de hezaran welatî jiyana xwe ji dest dabûn re, 36 sal derbas bûn.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, xwest ku dest ji înkarkirina pirsgirêka kurd were berdan û wiha got: “Divê demildest pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran a bi Abdullah Ocalan ê ku di çareseriya meseleya kurd de aktorekî girîng e re bê vekirin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Erdîşê bang li bi hezaran kesan kir û hevkariya AKP-MHP’ê û Huda-Par’ê weke “Tifaqa JÎTEM’ê pênase kir.” Hatîmogûllari wiha got: “Dengê xwe nedin, tifaq JÎTEM’ê, dengê xwe nedin yên her roj Rojava bombebaran dikin, li Iraqê civîna operasyon û şerekî lidar dixin û biryarên şer digirin.”
Di serdegirtinên malan ên li Mêrsînê de 5 kes hatin binçavkirin.
Li Wanê dê sibê bi beşdarbûna bi hezaran kesan li ber keleha dirokî agirê Newrozê bê dadan. Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, herkes vexwend qada Newrozê.
Rabîa Ataş a di salên 90’î de bi pêxistina agirê li ser banê xwe Newroz pîroz kir, 25 sal in bi heman cilan tev li pîrozbahiyan dibe. Ataşê wiha got: “Ewilî bi şewitandina çend perçeyên êzingan dest pê kir, pişt re teker hatin şewitandin. Ew agirê biçûk mezin bû û gurtir bû.”
Sûltan Acar a di êrişa Hîzbulkontra ya li Elihê de hevjînê wê hatiye qetilkirin got: "Îro dibêjin 'wê demê me sivîl nekuştine'. Hem kuştin û hem jî winda kirin. Em ê tu carî wan efû nekin."
Agirê Rahşan Demîrelê ji bo protestokirina qedexeyên Newrozê bi gotina “Ez agahî didim Îsmet Sezgîn; Dê Newroz were pîrozkirin, bi lastîkan nebe jî dê bi canê me were pîrozkirin” berdabû bedena xwe her sal gurtir bû.
Li navenda Şirnexê ku dê Newroz lê were pîrozkirin cih, li navçeya Qilebanê jî dîrok hate guherîn. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê botanî vexwendin pîrozbahiyên Newrozê.
Şahidên Newroza 1992’yan ya li Şirnexê ku gelek kes lê hatibûn qetilkirin, destnîşan kirin ku tevî hemû qedexe û astengiyan dest ji pîrozbahiyê bernedan û wiha gotin: “Newroz ji bo me ziman e, nasname ye û çand e.”
Rûspiyên ji bo DEM Partiyê li navçeya Qilebanê bi şev û roj xebatan dimeşînin diyar kirin ku dê di hilbijartinên 31'ê Adarê de li dijî nelirêtiyan li ser sindoqan de cihê xwe bigirin û wiha got: "Em ê nehêlin ku rayeke me jî bê dizin."