WAN - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li dijî êrişa polîsan a li dijî posterên Abdullah Ocalan, gelek taxên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan xemiland.
Di meşa demek berê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Wanê de polîsan êrişî poster û wêneyên Abdullah Ocalan kirin. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê jî weke bersiva van êrişan, li gelek taxên bajar poster û wêneyên Abdullah Ocalan daliqand. Di bin posterên hatin daliqandin de ev nivîs hebû: “Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd lê di heman demê de rêberê hemû gelên bindest e. Di sedsala 21'emîn de rêberê sosyalîzmê ye. Di vê çarçoveyê de hedê tu kesekî nîne ku Rêber Apo krîmînalîze bike. Rêber Apo xeta sor a gelê me û ciwana ye. Vê baş bizanin; dilê ciwanên Kurdistanê yên li dora Rêber Apo civiya ne, bi rêberê xwe re lê dide. Zindîbûna pêvajoyê, girêdayî nêzikatiya li hemberî Rêber Apo ye.”