Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
- rojane
- 12:04 22/3/2024
38 jê zarok bi giştî 204 kesên di Newroza Amedê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
38 jê zarok bi giştî 204 kesên di Newroza Amedê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Zêdetirî milyonek kes tev li Newroza Amedê bûn. Kesên di protokolê de cih girtin, têkildarî peyamên li qadê hatine dayîn axivîn.
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina 38 zarokan a di Newrozê de da û wiha got: "Ji raya giştî re em aşkere dikin ku binçavkirina zarokan û muameleyên din derhiqûqî ne û em ê bi rêyên hiqûqî vê pêvajoyê bişopînin."
Dîmenên kêliya ku dema zarok ji Cejna Newrozê ya Cizîrê vedigeriyan malên xwe û rastî tundiya polîsan hatin derketibûn holê. Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine, kir.
Di Newroza bi heybet a Amedê de bertekeke mezin nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn. Welatiyên ku tev li pîrozbahiyê bûn xwestin ku ji bo aştiyeke mayînde tecrîd were rakirin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe.
Xelkê Amedê bêyî guh bide baran û heriyê qada Newrozê dagirt. Welatî bi coşa “mizgîniyê” strana “Li ber xwe bide Amed li ber xwe bide. Ji evîna çiyayên xwe bawer be” striya.
Karkerên înşaetê yên ku amadekariya ku bi kampanyaya hilbijêrên livdar biçin ser Kurdistanê, diyar kirin ku hilbijartin ji bo Kurdistanê pir girîng e û dengek dikare her tiştî biguherîne û got: “Ji bo şandina qeyûman em bi DEM Partiyê re bibin yek."
Welatiyên Cizîrê yên ku di lehiya duh de malên wan di bin avê de man bertek nîşanî rêveberiya qeyûm dan û wiha gotin: “Her carê em vê rewşê dijîn. Şaredarî şaredariya pere xwarinê ye, ne ya xizmetê ye.”
Rojnameger Silêman Ehmed 150 roj berê ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin û ji wê rojê heta niha tu agahî ji Ehmed nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd daye destpêkirin di roja 117’an de berdewam dike.
Welatiyên ku beşdarî Newroza Wêranşarê bûn, ji bo tevlibûna Newroza Rihayê ku dê sibe were lidarxistin bang kirin.
DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir.
Deriyê serdêran ê Wezareta Dadê jî ku her roj vekiriye, ji bo Emîne Şenyaşar a Nobeda Edaletê didomîne, hat girtin.
Piştî Newroza Amedê zarok jî di nav de herî kêm 126 kes gatin binçavkirin.