Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma
- rojane
- 20:36 22/3/2024
Namzetên DEM Partiyê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê û bernameya xwe ya şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz ji raya giştî re vedibêjin.
Namzetên DEM Partiyê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê û bernameya xwe ya şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz ji raya giştî re vedibêjin.
3 endamên ESP û endameke OGK'ê yên di 19'ê Adarê de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, ji ber daxuyaniyên çapemeniyê û xebatên hilbijartinê hatin girtin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li gundên Pîranê xebatên hilbijartinê dimeşîne got: "Heta ku Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fizîkî bi dest nexe û pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin, wê her tişt kêm be. Çareserkirina pirsgirêka kurd tdê welêt aram bike."
Siyasetmedara kurd Leyla Zana di axaftina xwe ya di civînên gel de yên li Hezro û Hênê, ji her kesî xwest ku kesekî/ê qaneh bikin.
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji bo piştgiriya namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şirnexê hate bajêr, wiha got: “Heke li Kurdistanê dengê me bi awayekî xurt dernekeve dê dewlet zext û zordariya xwe zêde bike. Ji ber vê yekê divê em bi dengekî zêde di vê hilbijartinê de serbikevin.”
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeye heta Lubnanê li gelek navendan pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.
Li Battalgazi û Haymanayê agirê Newrozê hate vêxistin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş bertek nîşanî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê ku di ezmûna ceribandina TYT'ê de reklama namzetê AKP’ê kir, da û da zanîn ku ew dê derbarê bûyerê de giliyê bikin.
Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Edeneyê Yaşar Demîr ji bo tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ku dê di 24’ê adarê de bê lidarxistin bang kir û got: “Werin em bi hev re li dora agirê Newrozê govenda azadiyê bigerînin.”
Ferdên eşîra Îskiyê ya li Erdîşê, îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin bi serdana DEM Partiyê derewandin û wiha gotin: “Ji qirkirina Geliyê Zîlan û wir ve em li cem gelê xwe ne.”
Ahmet Turk û şandeya pê re li Cizîrê serdana malbatên ku malên wan di bin lehiyê de mane kirin.
Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) û 3 girtiyên din ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Rihayê dihatin ragirtin, bêyî daxwaza xwe hatin sewqkirin.
Girtiyên ji Girtîgehên Edene û Antalyayê peyama Newrozê şandin wiha gotin: “Bila gumana kesê nebe ku em ê vê Newrozê bikin wesîleya parçekirina hemû pergalên koletî, tecrîd, îşkence, mirin û zindanê.”
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê tên ragirtin û 36 meh in tu agahî jê nayên girtin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Baroyên 81 bajaran bi daxuyaniyeke hevpar dan zanîn ku di nava 9 salan de sûcên zayendî yên li dijî zarokan sê qet zêdetir bûne. Baroyan bal kişandin ser girîngiya polîtîkayên tevdîrgirtinê û wiha bang kirin: “Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin.”