Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
- rojane
- 16:24 27/3/2024
Gelek kesên ji bo rayên xwe li bajarên xwe bikar bînin serî li DEM Partiyê dabûn, ji navçeya Bodromê bi rê ketin.
Gelek kesên ji bo rayên xwe li bajarên xwe bikar bînin serî li DEM Partiyê dabûn, ji navçeya Bodromê bi rê ketin.
Şaredariya Wêranşarê ya AKP’î bi îdiaya ku “hewcehiya wî bi alîkariyê heye û derfetên wî yên madî nînin” 70 hezar lîre alîkariya pereyan daye zêringir Mûstafa Baş ê rêveberiya AKP’ê ya navçeyê kiriye.
Ji bersûcên doza cînayeta Hrant Dînk rayedarê Îstîxbarata Cendirmeyan Veysel Şahîn diyar kir ku wan agahiya cînayetê 6 meh beriya cînayetê girtine. Şahîn, da zanîn ku wan bi fermana Midûrê Şaxa Îstîxbarata Cendirmeyan a Trabzonê Metîn Yildiz, weke ku agahî rojekê piştî cînayetê hatibe ber destê wan, rapor amade kirine.
Hatîce Yildiz a 75 salî ku ji ber pere ji keça xwe ya girtî û hevala wê re şandibû hatiye girtin, li girtîgehê rewşa wê aloz bû û rakirin nexweşxaneyê.
Ji bo mitînga Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ji navend û navçeyên derdorê bi wesayîtan mirov hatin veguhestin. Şagirtên dibistanên seretayî û navîn jî di destê wan de al ji dibistanê birin qada mitîngê.
Rayedarên dewleta tirk piştrast kirin ku ji kesên êrişa Moskovê pêk anî 2 jê hefteyek berê hatine Tirkiyeyê û bi heman balafirê çûne Rûsyayê. Rayedar got ku daxwazeke girtina êrişkaran a Rûsyayê nehatiye kirin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ê li ser navê baro û saziyên sivîl ên têkildarî agahînegirtina ji Abdullah Ocalan ji CPT’yê re name şand wiha got: “Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkê di demekî nêz de gav bên avêtin.”
Hat zanîn ku Cahît Aytaş û 4 girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê de tên ragirtin, bi hinceta cezayên disiplînê xistine hucreyê.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga Qersê de axivî û wiha got: “Ez bang li azerî, terekeme û kedkarên Qersê dikim ku li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek. Em ê dersekî mezin bidin kesên me tune dihesibînin.”
Li ser sînorê di navbera Iraq û Îranê de di êrişên di nava 24 seatên dawî de 10 kolber birîndar bûn.
Di serdegirtina malan a li Şirnexê û Rihayê de gelek kes hatin binçavkirin.
Li gundê Helhel yê navçeya Hezroyê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Parastvanên mafan diyar kirin ku girtina Hatîce Yildiz a 75 salî ku li ser sedyeyê biribûn girtîgehê binpêkirina mafê mirovan e, şandina pereyan a ji bo girtiyan maf e û dê piştevaniya xwe bidomînin.
Li Şirnexa ku AKP’ê bi hezaran leşker û polîs veguhestinê, xebatên hilbijêrên livdar ên DEM Partiyê didomin. Hevserokê Bajêr Abdullah Gungen wiha got: “Em her hilbijêrên ku xwe digihînin me bibin ser sindoqan.”
DAIŞ, piştî êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û Iraqê, li Rûsyayê jî 139 kes qetil kirin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku DAIŞ bi êrişan dixwaze bigihêje weziyeta xwe ya beriya 2015'an.