Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin
- rojane
- 15:45 28/3/2024
Rêxistinên hiqûqî û mafê mirovan kesên di komkujiyên meha adarê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û banga hevrûbûna komkujiyê kirin.
Rêxistinên hiqûqî û mafê mirovan kesên di komkujiyên meha adarê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û banga hevrûbûna komkujiyê kirin.
Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de, li ser qoliyên xurekê ku bi 53 milyon lîreyî kirîne, wêneyê namzetê şaredariyê yê AKP’ê li ser bi cih kir û ji bo belavkirinê amade kirin.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê ji DEM Partî, AKP, CHP, Partiya Saadetê û Serokatiya Meclisê re name şandin. Di nameyê de girtiyan xwestin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û di mijara greva birçîbûnê de li berpirsyartiya xwe rabin.
Li gundê Kabê yê girêdayî navçeya Sûr a Amedê, 15 xwendekarên ku dibistan pê dan paqijkirin, ji ber malzemeyên di nava wan de kimyasal hebûn jehrî bûn, rakirin nexweşxaneyê.
MEB’ê ji ber hilbijartinên 31’ê Adarê, 1’ê nîsanê weke roja betlaneyê ragihand.
Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê di rapora xwe ya têkildarî 7 girtîgehan amade kiriye de cih da gelek binpêkirinên mafan û bang kir ku daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn.
Namzetên AKP’ê li Mûşê bi walî, qeymeqam û midûrê polîsan re xebatên hilbijartinê dimeşînin.
DEM Partiyê li Bedlîs, Colemêrg û Silopiyayê mitîng li dar xistin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Enqereyê ji bo pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafên tenduristiyê bi dawî bibin serî li Wezareta Karên Hundir û Wezareta Tenduristiyê da.
Baroya Şirnexê der barê teqîna li bajaroka Findikê ku zarokekî jiyana xwe ji dest dabû de raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku mafê jiyanê yê zarokan hatiye binpêkirin û di lêpirsîna hatiye vekirin de jî malbat hatiye mexdûrkirin.
Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 37 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Namzetê tevgera siyasî ya kurd Ahmet Ertak di hilbijartinên herêmî yên sala 2004’an de ji lîsteyên SHP’ê ket hilbijartinên herêmî û Şaredariya Şirnexê cara ewil bi dest xist. Ertak, ji bo hilbijartinê wiha bang kir: “Em bi ruhê 2004’ê biçin ser sindoqan. Botan dilê têkoşînê ye, serkeftineke mezin bi dest bixin.”
Hate diyarkirin ku li navçeya Cizîrê peywîra mamosteyekî ya hilbijartinê, bi hinceta ku di WhatsAppê de îşareta serkeftinê li rex navê wî heye hatiye betalkirin.
Tiştên ku weke cîhaza akortê ya tembûrê û hin tiştên din ên girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê bi pereyê xwe kirîne, hatine desteserkirin.
Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî diyar kir ku bêhiqûqiyên li Îmraliyê ji aliyê saziyên girêdayî Konseya Ewropayê hatine veşartin û wiha got: “CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye. CPT erka xwe ya ‘pêşîlêgirtina îşkenceyê’ winda kiriye.”