Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
- rojane
- 13:17 31/3/2024
Li bajarên Serhedê ji ber Remezanê di saetên serê sibê de çûyîna ser sindoqan kêm bû lê ber bi nîvro ve çûyîn zêde bû.
Li bajarên Serhedê ji ber Remezanê di saetên serê sibê de çûyîna ser sindoqan kêm bû lê ber bi nîvro ve çûyîn zêde bû.
Li bajarên Kurdistanê ji bilî hilbijêrên “veguhestî” gelek binpêkirin çêbûn.
Halîme Bayram a 94 salî li navçeya Pasûrê çû ser sindoqê û dengê xwe da.
Li Stenbolê dê 11 milyon û 314 hezar û 516 kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Hêj ji saetên zû yên serê sibehê ve welatiyan li Stenbolê berê xwe dan dibistanan û dest bi dayîna dengan kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî dengdayînê bal kişand ser hilbijêrên veguhestî û wiha bang kir: “Tevî hemû tiştan, em tevahiya gelê xwe bi hemû hêza xwe ve vedixwînin dengdayînê û parastina sindoqan.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan hilbijêr li dijî agahî nerast hişyar kir û wiha got: “Em dizanin bihêrs in lê hêrsa xwe bi çûna ser sindoqan û dengdayînê hêrsa xwe derxînin.”
Dema li Qersê deng bi komî dihatin avêtin, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît pirsa “Hûn ji ku hatine?” pirs kir û leşkerekî wiha bersiv da: “Em ji derveyî bajar hatine.”
Qeymeqam û qeyûmê Geverê Omer Cîmşît, bi namzetê AKP’ê yê bajaroka Bajêrgeh a girêdayî navçeyê Dirbaz Buyuksu re li ser sindoqan geriya.
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun dengên xwe dan û piştre jî ev bang kirin: “Dê tu kes nekare vîna vî gelî xesp bike. Li dijî hîleya veguhestina dengan, divê her kes biçe ser sindoqan.”
Li gundê Çirnika girêdayî navçeya Sûrê, di dema bikaranîna dengan de şerê çekdarî derket û peywirdayê sindoqê yê DEM Partiyê hate kuştin.
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk dengê xwe da. Turk ê pişt re daxuyanî da, bi gotina “Em bi dewletê bi xwe re ketine pêşbirkê” bang li gel kir ku dengên xwe bidin.
Derket holê ku namzetê AKP’ê yê Xana Axparê Davut Arzu ji bo hezar û 200 dengan bi keya û melayan re bi bihayê 2 milyon TL’an peyman îmze kiriye.
Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarên Mezin ên Wanê yên DEM Partiyê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan dengên xwe dan û bang li gel kirin ku biçin ser sindoqan.
Sirri Sakik ê DEM Partiyî bertek nîşanî dengdayîna komî ya polîs û leşkeran da û wiha got: “Diz heye, diz heye! Li vî bajarî diz heye. Dixwazin îradeya vî bajarî xesp bikin.”
Hin peywîrdarên dewletê hewl didin ji sindoqekê zêdetir dengan bidin desthilatê. DEM Partiyê ragihand ku dê van peywîrdaran tespît bike û giliyê wan bike.