DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
- rojane
- 21:19 31/3/2024
DEM Partî li Tetwana di destê AKP’ê de ye, bi ferqeke mezin bi ser ket û dest bi pîrobahiyên serkeftinê kir.
DEM Partî li Tetwana di destê AKP’ê de ye, bi ferqeke mezin bi ser ket û dest bi pîrobahiyên serkeftinê kir.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ev bang kir: “Ji bo serkeftina hilbijartinê wextekî gelek kêm ma. Lê niha ne dema serkeftinê dema xwedî derketina sindoqan e.”
Nejla Işik a ji gundê Akbelena Mîlasê, di têkoşîna ekolojiyê ya li dîjî kanên madenan de derketibû pêş, di hilbjartina keyatiyê de bi ser ket û wiha got: “Karê me yê ewil dê şandina kanên madenan be.”
Li gorî encamên nefermî DEM Partî li 35 navendên herêma Serhedê bi ser ket.
Dengên ku hatine jimartin, di Edliyeya Amedê de tên komkirin. Welatiyên torbeyên dengan girtine, ji bo bikevin hundir di dora dirûjbûyî de disekinin.
Parlementera DEM Partiyê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniya ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kir de da zanîn ku li gorî girtekên destnîşankirî yên gihiştine lijneya hilbijartinê ya bajêr bi hezar û 200 dengan li pêş in.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên hilbijartinê diaxive.
Li Dêrsima ku yek ji bajarên herî zêde encamên hilbijartinên herêmî dihate mereqkirin, DEM Partiya ku tifaqa hêzên çep-sosyalîst û şoreşger ava kir, bi ser ket.
Li gundê Roboskê DEM Partî bi hezar û 634 dengan bû partiya yekemîn.
Li navçeya Esenyurta Stenbolê, endamê “Lihevkirina Bajar” ê DEM Partî jî piştgiriyê dide, bi ferqekî mezin li pêş xuya dike.
Namzetê CHP’ê yê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî encamên hilbijartinê wiha got: “Em ji wêneyê niha keyfxweş in.”
Lî gorî agahiyên nehatine piştrastkirin li bajarên Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e.
DEM Partî 3 jê bajarên mezin bi giştî li 11 bajaran li pêş e.
DEM Partî li gundê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Amarayê bi ferqekî mezin bi ser ket.