Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!'
- rojane
- 09:02 14/4/2024
Zarokê 17 salî ku polîsan îşkence lê kiribû û serê wî ji 3 cihan re şikandibû, li nexweşxaneyê nehat tedawîkirin. Dozgeriyê bêyî rapora muayeneyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û hate girtin. Ji ber ku girtîgehê got bêyî rapora muayeneya edlî nagirin, bi lez û bez raporek hate amadekirin.